logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Wekhevdubûn û Wekhevî

  • Dîrok: 08/01/2025
  • Beş: Serbest

___ Çidem BARAN___

Di zanîna sermiyana kapîtalîzmê de mirov dikare bêje ku li tevahiya dinyayê cudabûnên çandî hêdî hêdî bi fesalên nû tên mehandin. Ji bo zanîna sermiyana kapîtalîzmê berdewam bike dihêlin ku ferq û cudabûnên nava civakan bên guhertin. Bê ku civak jê aciz bibin, an li hember derbikevin wekhevdubûna gerdûnî wekî ku hilbijartina wan be dipejirînin û dijîn. Bi qasî tê xuyakirin civak, ji van guherînan aciz nabin. “Zanîna wan a ku ji bo bigihîjin armanca xwe û amûrên ku bikartînin derfet daye wan ku formeke serdestiyê ya nû biafirînin. Tevayiya ku bi riya zanînê serdestiya xwe li tekaserî dike, ev serdestî wekî aqilê gerdûnî tê têgihîştin. Û tekaserî bi saya tevayî cardin tê afirandin. Ev jî tê wê wateyê ku tevayî aqilê tekaserî dagir dike”. [1]
Xuya dike ku aqilê gerdûnî yê hatiye çêkirin bi xwe re civakên çêkirî çêdike. Di bin hukmeke navendî de wan mekanîk dike. Besim F. Dellaloglu di derbarê vê mijarê de wiha dibêje: “Mekanê civakî bi du awayan yeknesak dibe. Ya piştî şerê cîhanê yê duyemîn li Ewropa bi bombeyan an jî li Amerîka û piştî şer li Ewropa wekhevkirina avahî û nîşaneyên civakî. Her du rewş jî tirsehêz in. Bi destê teknolojiyê kavilkirina civak-xweza û bi standardbûna teknolojiyê civak- fizîka ku bûye avadanî”.[2]
Bi navê bajarvaniya modern birêvebirina civakan hêsan dibe. Aqilê gerdûnî civakên wekhevdu çêdike û wan dike parçeyên xwe, xof û tirsên çêkirî li wan peyda dike. Wan ji xofên wan ên resen dûr dixe. Soren Kierkegaard ji bo takekesên van civakan wiha dibêje: “Lîstika kêf û dilşadiya baleyan”.[3]
NEXWEŞIYA KU BALÊ NAKIŞÎNE
Raman, xof, tirs, kêf, şahî, şarezabûnên derûnî bi pêşketina kapîtalîzmê re guherîne. Kesayet ne li gor nirxên civakî, li gor aqilê gerdunî form digirin. Ango şexsiyet vediguhezin cyborgan. Hêdî hêdî dibin nîvînsan. Mirov dikare bêje ku ev cyborgbûn bi kêrî aqilê gerdûnî yê serdest tê. Dieter Duhm, di derbarê vê mijarê de wiha difikire: “Mirovên “tendirust” ên civakên kapîtalîst, nexweşiya wan balê nakişîne. Her wiha, ew heya hûn bêjin bes nexweş, xerabûyî, seqet in. Nexweşiya wan tevahî ye û li her cihî ye”. [4]
JIBÎRKIRINA ROJÊN TAYBET ÊN AÎDÊN XWE
Çandên civakan, berî şax û şûxên kapîtalîzmê ji reseniya xwe pêk dihatin. Ew jî diguherîn lê guherînên wan ne bi carekê re û ne dûrî forma jiyana erdnîgariya wan bû. Avadanî, bajar, bajarok, gund, bazdan, stran, cil û berg, rojên taybet, dilşadî û nedilşadiyên her civakê ne sedî sed be jî ji hev cuda bûn. Civak bi cudabûnên xwe dihatin naskirin. Aqilekî civakî hebû. Ew aqil jî dişibiya erdnîgariya wan. Mînak avahiyên wan dişibiyan rengê axa wan û kevirê çiyayên wan. Aqilê wan di sînorê erdnîgariya wan de formul diafirandin. Vê rewşê jî dihişt ku cudabûn derbikevin holê. Mesela; li Cizîra Botan avahiyên wan ji kevirên sor bûn ku di sînorên heremê de pêde dibûn. Medreseya Sor ku li navenda Cizîra Botan bû navê xwe ji rengê xwe stendibû. Li herêma Mêrdînê avahiyên wan ji kevirên çiyayên wan bûn ku hîn jî hinek wan keviran bikartînin. Bajarê Heskîfê di nava dilê çiyê de hatibû avakirin. Hinek gundên li herêma Torê ji dûr ve wekî parçeyekî xwezayê xuya dikin. Gelek qesr û qonaxên Amedê bi kevirên reş hatine çêkirin. Li ciyên wekî Rihayê berî, kerpîç bêtir hatine bikaranîn di avakirina xaniyan de. Cil û bergên civakan li gor şert û mercên erdnîgariya wan diguherîn. Ji cil û bergan herêm, bajar an bajarokê wan dihat naskirin. Mesela; kincên jineke serhedî û yên jineke botî nedişibiyan hevdu. Piştî li cîhanî estetîkvanî, cerahiya plastîkvaniyê pêş ket, mîmîk ji holê kêm dibin, bêvil, lêv, binçav dibin wekî hev. Piranî wekî berûyên darekê, şêlimên mişarekê ne êdî civak. Di civakan de bêtir rojên ku aqilê serdest dane sêpandin wekî sersal, rojbûn, rojên xoşewîstan, dayîkan, bavan û hwd. tên pîrozkirin. Civak, rojên xwe yên aîdî xwe hêdî hêdî ji bîr dikin. 
BI PARASTINA ZIMANÊ DAYIKÊ DIKARE CUDABÛNA XWE BIPARÊZE?
Di vî zemanê aniha de, aqilê serdest ê kapîtalîzmê ku hema hema her civak kiriye wekî hevdu, civak wê çawa wekî civakeke cuda bê naskirin? Civak di nava van fikir, raman û çanda çêkirî de gelo bi parastina zimanê dayîkê dikare cudabûna xwe biparêze? Di rola zimên a li ser netew û civakan de em dikarin reşikan bînin holê. Reşikên ji bilî parzemîna Efrîqa dijîn ger ne ji rengê tenê wan be di nava civakên din de, ji mirovên din, wê çawa bên kifşkirin? Reşik azad bûn lê bi azadbûnê re xuya dike ku tune jî bûn. Wekhevdûbûnê ew jixwebûnê dûr xistin. Wekhevdûbûna wan a ku civakên ku lê dijîn têra wan kir. Ango ji kolebûnê rizgarbûna wan ew rizgar nekirin. Xuya dike ku nedan dûv wekheviyeke civakî. Ger bidana dûv wekheviya neteweyî, dibêjim qey wê aniha xwediyên sînorên xwe bûna. Li xwedî nederketina hin tiştan dibe sedema windakirina hin tiştan.
JI BO MAYÎNA CIVAKAN ZIMAN XALA HERÎ GIRÎNG E
Wekhevdûbûn, dihêle ku hevsar di destê aqilê sermayedarê kapîtalîst de be. Li gor min, di nava vê hêza wekhevdûbûnê de encax parastina zimanê dayîkê dikare cudabûnê biparêze. Ji ber ku ziman diyardeya herî xurt a çandê ye. Ger em cudabûnê wekî heyînbûnê biparêzin, em dikarin bêjin ku ji bo mayîna civakan ziman sedema herî girîng e.
                                
[1] T.W. Adorno & Max Horkheimer, Dialectic of Enlightenment, Verso, 1989, r. 21-22.
[2] Besim F. Dellaloglu, Frankfurt Okulu’nda Sanat ve Toplum, Weşanên Say, Stenbol,  2018, r. 8.
[3] COGİTO, Adorno: Kitle, Melankoli, Felsefe, Weşanên Yapi Kredî, Stenbol, 2003, r. 7.
[4] Dieter Duhm, Kapitalizimde Korku, Wer. Sargut Şolçun, Stenbol, Weşanên Kirmizi, 2015, r. 67.
  

**

Nivîsên Çîdem Baran ên ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:

- Di herikîna zemên de tirs û fikar

- Li civakên di bin dagirkerîyê de peyîtandina hunermendên neteweyî

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Amedê lîstikên vê mehê

ad

'Sari Zarflar' di 9 waran de berendamê Xelatên Almanyayê ye

ad

Mehmud Lewendî, sersaxî û çend pirs

ad

‘Govenda Ali û Dayika Zîn' û 9 fîlmê bînî Edene de yê

ad

Encamên Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn

ad

Festîvala Dêrsimê li Frankfûrtê li dar dikeve

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname