logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Ma kurd hemû şîrîn in?

  • Dîrok: 26/01/2025
  • Beş: Serbest

___Ûrfan Kenî__

Ez îsal bi kêf û coş ketim sala nû. Li Viyanayê bûm mêvanê maleke ûkraynî ya koçber û penaber. Bi qasî heşt salan ez jî li Ewropayê mabûm û min serdana gelek welat û bajaran kiribû lê ez qet neçûbûm Viyanayê û min pir dixwest ez rojekê biçim wê derê. Dawiya dawîn ew roj hat. Wan çer ez dawet kirim min cîda bileta xwe stend û roja mayîn di 31’ê berfanbarê de ez çûm wî bajarê xweşik.

Bajarê Viyanayê bajarekî kevnar e û xwedî dîrokeke qedîm e. Bûye cih û warê xanedan û key û paytexta şahînşahan. Jixwe meriv dikare li herdera bajêr avahiyên bi heybet bibîne. Hem ji hêla mîmariyê û hem jî ji hêla çandî ve yek ji bajarên herî xweş ê Ewropayê ye. Û wekî tê gotin ew paytexta muzîkê ya cîhanê ye. Meriv difikire ku ezmanê bajêr ji melodiyan hatiye çêkirin! Hûn dikarin li her quncik û di her kuçeyê derastî melodiyekê werin. Û ji bo min jî ew bajarê koçber û penaberan e. Hema bêje ji her welatî, ji her zimanî, ji her ol û her rengî mirov li vir dijîn. Çi tiştekî xweş! Tevî vê jî bajarekî pir pak û paqij e. Ma mirovê çi bixwaze? Ez bi dîtina vî bajarî gelekî dilşad û kêfxweş bûm.

Lê şabûna min li vir neqediya. Şabûna min a mezintir dîtin û naskirina Katalîna û Elsa bû. Ez ê wan bi we bidim nas kirin:

Katalîna keçeke şeş salî ye. Bavê wê îskoç, dêya wê ûkraynî ye. Katalîna fêkiya evîneke mezin e. Bi gotineke din zarokeke evînê ye. Bi dêya xwe re dijî û bi şekl û şemala xwe tev li dêya xwe çûye. Porzer û çavhêşîn e. Porê wê wekî zêr û çavên wê wekî behran in. Meriv qêmîş nake li por û çavên wê mêze ke. Ew qasî rind û xweşik e. Keçeke pir pir delal e.

Katalîna berî ku baxive dest bi stranbêjiyê kiriye. Dengê wê jî gelekî xweş û zelal e. Hîn sê salî bûye dest bi kreşê û qursa muzîkê kiriye. 

Deh roj berî destpêkirina şerê di navbera ûkrayna û rûsyayê de ji welat derketine û bi dêya xwe re dest bi penaberiyê kiriye. Wê demê hîn sê sal û nîvî bûye. Berê diçin emerîkayê. Dûre diçin swîsre û dûre jî diçin avûstûryayê. Va bi qasî du sal û çar meh in jî li Viyanayê dijîn. Wekî penaber. Ji welatê xwe dûr.  

Katalîna ji xeynî rûsî û zimanê ûkraynî bi îngilîzî û almanî jî dizane. Ez û ew bi hev re bi îngilîzî diaxivîn. Bi rastî dema ez şeş salî bûm min bêyî kurmancî qet bi zimanekî din nizanîbû lê delal Katalîna di vî emrê xwe de bi çar zimanan dizane. Hinek kes di hinek aliyan de çi bi bext in! Ji bo hînbûna ziman min bîst salên xwe dan û hîn jî ez zimên dielim im. Belê, ez jî niha bi qasî pênc şeş zimanan dizanim lê vê hînbûnê emrê min xwar!

Katalîna par dest bi dibistana seretayî kiriye. Ji xeynî wê diçe dibistana muzîkê, grûba şanoyê, dersa wêne û baleyê jî.Yanê gelekî jîr e! Ew qasî jîr e! Van hemû tiştan jî ne bi zora malbata xwe lê ji dil û can bi xwe dixwaze û dike. 

Katalîna di vî emrê xwe de heta niha li yanzdeh welatan geriya ye. Dema ku ez di temenê wê de bûm ez hîn ji gundê xwe jî derneketibûm. Ma ev heq e? Dinya me û van zarokan çiqas cuda ye Xwedêyo!

Dema Katalîna diçe kreşê hevala wê ya herî nêzîk keçeke kurd e. Navê wê jî Ela bûye. Ew jî wekî Katalînayê ji malbateke penaber e. Ji kurdên Tirkî bûne. Katalîna û Ela pir ji hev hez kirine. Yekem kurda/ê ku Katalîna naskiriye ew bûye. Bawer im ê duyemîn jî ez im! 

Rengên ku ew herî pir jê hez dike xamekî (mor) û pembe ye. Jixwe potê her roj li xwe dikir ew reng bûn. Te digot qey rengên din nas nake!

Û ajalên ku ew herî pir jê hez dike kûçik, pisîk û hesp in. Dema hîn bû ku ez jî pir ji hespan hez dikim çû çiqas hespên wê yên di nava pêlistokan de hene gişt anîn û danîn ber min. Her yek ji yê din xweşiktir bû. Û ez jî bi dîtina wan hespan pir kêfxweş bûm. Min cîda navek li hespê boz kir û navê wê kir Gilor. Ev nav navê hespê me bû dema ez di salên Katalînayê de bûm. Vê xeyalê ez birim piçûktiya min û bavê min ket bîra min. Wî jî ji hespan pir hez dikir û siwarekî baş jî bû.

Ji ber ku mekteba Katalînayê di tatîlê de bû Katalîna jî hefteyekê bi min re geriya. Hevaltiya wê gelekî xweş bû. Tu caran acizî nekir, mada xwe xirab nekir, negiriya û naz nekir. Her tim rû nerm û rûken bû.

Elsa jî kûçika Katalînayê ye. Hîn şeşmehî ye. Li ûkraynayê bûye û ji wê derê anîne. Cisnê wê maltîpoo ye û piçûçik e. Bi bejn û bala xwe piçûk e lê belê xwediyê dilekî pir pir mezin e. Rengê wê jî karamel e. Mirov dibêje hema wê wekî şekirê karamel bigire û bixwe. Ewqas şîrîn e. Çer ez dîtim xwîna wê li min keliya û ya min jî li wê. Katalîna digot, Elza gelek kesên biyanî dîtiye lê di nava wan de herî pir ji te hez kiriye. Û Katalîna dûre jî rêzeke wiha çêkir: Herî pir ji min hez dike, dûre ji dêya min û dûre ji babûşkaya (pîrika) min û dûre jî ji te hez dike. Lê qet ji hembêza min dernediket. Belkî jî ji ber ku di malê de yê mêr bi tenê ez bûm ji wê wer dikir!Dema em diçûn derve hiş û aqilê me li ser wê dima.

Min her tim navê Elzayê şaş digot: Min jê re digot Elsa. Û Katalînayê jî hema cîda ez sererast dikirim! “Stop, Îrfan. Her name is Elsa”. Nizanim çima lê ji devê min timî ew nav derdiket. Bawerim ew jî ji ber helbesta Louis Aragon a bi nave “Çavên Elsa” bû. Pir ji wê helbestê hez dikim.

Katalîna û babûşkaya xwe rêberên min bûn. Û wan ez li bajarê estetîkê û melankoliyê gelekî gerandim. Viyana bajarekî wekî muzeya servekirî ye. Bi mîmariya xwe ya barok û neobarok û bi qadên xwe yên fireh gelekî muntezam e. Di wan kolanên fireh de tu dikarî gereke bi kêf bikî. Nizanim çima lê bi min dîsa jî Viyana bi melankolî dixwiya. Belkî ji hewaya wê bû û belkî jî ji însanên wê bû. Nizanim. Bi rastî ez ji melankoliyê hez dikim lê dîsa jî wekî ew melankolî ji bo wî bajarî hinekî zêde bû. Û ez ê ku cixare nakişîne bi wê melankoliya bajêr re min her roj puroyek kişand! Hewa jî gelekî sar bû; te digot qey ez li serhedê me û dûman û nefesa min di wê sarî û sermayê de li hev ketibûn.

Roja yekem dema em derketin derve min li nêzîkî mala wan li ser bînayeke dîrokî afîşeke mezin dît ku li serê bi tîpên mezin wiha hatibû nivîsandin: “JIN JIYAN AZADΔ.

Ez gelek kêfxweş bûm. Hema bêje ji serî de wî bajar ji min re gotibû tu bi xêr hatiyî û dilê min pir germ kiribû. Ez bawer im ev slogana me kurdan a hêrî navdar e ku me diyarî hemû cîhanê kiriye. 

Em wê rojê di nava kolan û sera û baxçe û muzeyan de gelekî geriyan. Dema em vegeriyan malê me bi qasî panzdeh hezar gavan avêtibûn. Ji bo sersalê me gelek tişt kirrîbûn. Me xwarineke edetî ya malbatê çêkir û me “turkey” xwar! Dûre jî li ber muzîka kurdî, ûkraynî û bi salsa û samba em reqisîn û em bi coş ketin sala nû. Di nava me de ya herî bêtir direqisî Elsa bû. Kêfa wê gelekî li cih bû. 

Roja din, roja yekem a salê em ji malê zû derketin û me berê xwe de Muzeya Dîroka Hunerê ya Viyanayê. Muze jî muze ye ha! Tu digerî nagerî dawî lê nayê! Em di muzeyê de gelekî geriyan û em westiyan. Me bi xwe re sandwîçên xwe jî biribûn, em li ser nêrdewenên muzeye rûniştin û me xwarina xwe xwar. Min hingê eyb kir ku em li wir rûdinên lê ji min re gotin tişt nabe! Di muzeyê de gelek heykelên hespan hebûn. Jixwe ji bo kesên ku ji hespan hez dikin Viyana wekî bihuştê ye. Li her aliye wê, li her kolana wê peykerên mezin ên hespan hene. Û wekî zemanê berê erebeyên hespan hîn jî dişixulin lê şikir ji xwedê re ku reng û rûyen hespan baş bûn. Her yek bi awakî xemilandî bû û erebeyên wan jî reng bi reng bûn.  

Ji wir jî em çûn navenda bajar, cihê katedral lê. Katedrala Ezîz Stephan di sala 1147’an de hatiye çêkirin û semboleke herî girîng a bajarê Viyanayê ye. Dema me xwe gihand meydana katedralê konsera Orkestraya Filarmonîk a Viyanayê ya sala nû dest pê kiribû û di ekranên gir de zindî rava dikirin. Xeyaleke min a mezin bû ku ez rojekê biçim konsera wê orkestrayê lê mixabin bilêta wê gelekî bûha bû. Em jî li wir gelekî man û me ev konser zindî temaşê kir. Di wê demê de Katalîna û babûşkaya xwe jî bi goranê muzîka orkestrayê dest bi dansê kirin û lîstin. Min jî fotoyên wan kişandin. Piştî gera di nava katedralê û derdorê wê de danê êvarê min got em şinîtzel bixwin ji ber ku ew xwarina herî navdar a avûstûryayê bû. Bêyî xwarina wê ez nikaribûm vegeriyama! Çend cihên navdar hebûn. Em li wan geriyan. Lê mixabin ew cih hemû jî girtî bûn. Mimkûn bû ku wê rojê betlane bû û ji bo wê girtîbûn. Zikê me birçî û hewa jî gelekî sar bû. Dawiya dawîn me cihekî vekirî dît û li ser jî wiha hatibû nivîsandin:“Şinîtzela herî xweş a bajêr”. Em gelekî şa bûn. Em ketin restoranê. Hundir jî gelekî germ bû. Me her yekî/ê şinîtzel xwest û em li bendî nanê xwe man. Şinîtzelên me hatin û me dest bi xwarinê kir. Lê me qet jê hez nekir. Tehm tê de tune bû û tehma rûnê wê jî ne baş bû. Dema me xwarina xwe dixwar me bihîst ku dengê axaftina bi tirkî hat. Di nava xwe de bi tirkî diaxivîn. Wê demê hişê me hat serê me û me ferq kir ku em hatine restoraneke tirkan. Ew kêfa xwarina şinîtzelê wer bi me ra ma û em bê qisedan û bê silav ji wir derketin. Ez hefteyekê li wan deran mam û ev tekane tişta xirab bû hate serê min! 

Roja mayîn em çûn seraya bi navê Balvedereyê. Ev sera qonaxa havînî ya keyseran bûye. Baxçeyekî wê yê mezin heye. Dema tu tê de digerî tu dibêjî qey wê niha kesek ji malbata keyser derkeve pêşiya te. Wekî labîrentan çêkirine. Hewa jî ewqas sar bû ku her derê qeşa girtibû. Ji ber sarbûnê me xwe avet muzeya serayê û wekî tabloyên din me çend tabloyên Gustav Klimt jî li wir dîtin. Û me li ber tabelaya 2025’an fotograf jî kişandin. Dûre ji ber ku karekî min ê girîng hebû em vegeriyan malê.

Sala çûyîn di meha cotmehê de min dest bi qursa kurmancî kiribû. Ez diçûm asta sêyemîn. Qursa me di dawiya berfanbarê de xilas bû û bi goranê salnameyê pêncşema dawiya salê ezmûna me hebû lê hinek hevalan gotin ku ji bo ezmûnê ew hîn ne amade ne û ji mamoste hinek wext xwestin. Mamoste jî qebûl kir û ezmûna me hefteyekê taloq kir. Ji ber vê jî ezmûna me ma ji bo sala nû. Wê ezmûn online bihata çêkirin. Bi rastî plana min a ji bo sersalê çûyina welêt bû. Min dixwest ez vê sersalê li gundê xwe derbas bikim. Lê dema mamoste dîroka ezmûnê guherand û li gund jî internet tune bû ez neçar mam ku planeke nû çêkim. Heta ez li keyayê gund geriyabûm û min jê re gotibû ez ê bibim mêvanê wî. Wekî tirk dibêjin “Neye niyet neye kismet”. Qismetê min jî ev bû. Ez li Viyanayê li maleke penaberên ûkraynî online beşdarî ezmûna kurmancî bûm. Jiyan yek caran çiqasî balkêş e! Ez ji kompîtora malbatê ketim ezmûnê û ez jê derbas bûm. Û ji bo min ne tenê saleke nû lê jiyaneke nû jî dest pê kir. 

Ez bi kurmancî dizanim. Ev kurmanciya min ji zaroktiya min tê. Lê dûre ez çûm an jî malbatê ez şandim mekteba leylî û heta lîse xilas bû(ji xeynî du salan), min di wan dibistanan de xwend. Ez jî wekî gelek zarokên dema xwe bûm qurbanê asîmîlasiyonê. Lê ev çîrokeke din e û pir jî kûr e. Em ê rojekê wê jî binivîsînin. Bîst sal berê dema ez li Londonê bûm ez çûm qursa kurmancî lê mixabin ne bû qismet ku ez wê qursê xilas bikim. Û ev îtîrafeke min e ku ji wê çaxê heta van demên nêzîk ez li ser nivîsa bi kurmancî gelek nesikinîm. Ev kemasiyeke mezîn bû ji bo min û min par biryara xwe da ku ez ê vî karî hal bikim. Min dest bi qursa kurdî kir û min asta sêyemîn xilas kir. Û ev nivîs jî nivîsa min a yekemîne ku ez bi kurmancî dinivîsînim. Ji bo mirovahiyê gaveke piçûk e lê ji bo min gaveke pir mezin e. 

Ez rojekê jî çûm Grazê. Li wî bajarî gelek gundî û cîranên min hene. Ez bi trênê çûm. Dema ez ji stenbolê çûm viyanayê min ji bo xwendinê çend pirtûk jî girtibûn cem xwe.Yek ji wan jî pirtûka Suzan Samancı ya bi navê “Payîz an jî Ziyab” bû. Min li stenbolê dest bi xwendina wê pirtûkê kiribû lê min hîn xilas nekiribû. Di trênê de min xwest ez wê xilas bikim. Trênê hedî hêdî dest bi çûyina xwe kir û min jî dest bi xwendinê kir. Ez bawerim di hundirê me kurdan tevan de Ziyabek heye. Tarîtiyek heye. Ew tarîtî berî her tiştî tarîtiya mêtîngeriyê ye. Û realîteya me jî wekî realîteya nivîskar, dûrîtiya ji welat û sirgûnî ye. Min ev pirtûk xwend. Heta min xwe gihand Grazê min pirtûk qedand. Dema em Ziyabê hundirê xwe, tarîtiya xwe, mêtîngeriya xwe bikujin em ê jî wekî Payîz ji nûve ji dayik bibin. 

Gundiyê min ê ji Rindalya Şefîq li gara trênê li hêviya min bû. Ew jî demeke nêzîk e tevî malbata xwe hatiye vî welatî. Hatiye mihaciriyê. Hîn kaxizên wan tune ne. Lê digot rewşa zarokên diçin dibistanê baş in û belkî ji xwe re bikaribin rûniştinê bigirin. Dûre Paşa hat. Paşoyê me yê bi kêf û henek. Qasî çaryek sedsal e li wir e û hemû malbata xwe jî biriye wê derê. Û Paşa em derxistin Girê Schlossbergê û got ha ji we re Graz! Nêrîngeheke bilind bû. Girekî pir xweş bû û ji wir te dikarîbû her aliyê Grazê bidîta. Graz jî bajarekî xweşik e. Li deştekê di nava çiyayan de hatiye avakirin. Girê Schlossbergê jî wekî qûleyeke xwezayî bû di nava bajêr de. Piştî çend saetan Elî hat. Elî dema li Vartoyê (Gimgimê) diçû dibistanê li mala me dima. Ew jî derdora 25 salan e hatiye van deran. Wekî koçber û penaber. Herî dawîn jî min Wehab dît. Ew jî ji gundê kêleka gundê me Dadînayê ye. Bi rastî hîn gelek gundî û cîran û nas hebûn lê zeman tune bû û min ew gişt nedîtin. Ez wê şevê dîsa vegeriyam Viyanayê. Lê ez dikarim bêjim ku gelek gundî û cîran û xizmên me hene li vî welatî. Hemû jî koçber in, penaber in...

Wekî çîrokekê tê gotin: Li almanyayê li balafirgehekê polîsekî ku kontrola pasaportan dike yekî Vartoyî dide sekinandin û jê dipirse: Gelo Varto gir e yan Tirkî gir e? Lewra ew qas Vartoyî diçin derve. Bi rastî di her quncikeke dinyayê de Vartoyî hene. Em li her derên dinyayê belav bûne. Wekî koçber, wekî penaber. Ev jî qedera me Vartoyiyan e. 

Roja din ez û Katalîna û babûşkaya wê em çûn Bratîslavê. Bratislav paytexta Slovakyayê ye. Pir jî nêzîkî Viyanayê ye. Bi qasî 60 km dûr e. Em bi trênê çûn. Ne li çûyînê ne jî li vegerê kontrola bilêtan tunebû. Em hinekî şaşbûn. Hewa pir sar bû û baran jî dibariya. Derece heta -7an ketibû û li hinek deran jî li erdê berf hebû. Ji bo wê jî berî her tiştî me xwe avet kafeyekê, cihê germ. Em ketin kafeyeke pir dîrokî. Me qehweya xwe vexwar û di ser de jî şîrînahiya xwe xwar û em germ bûn. Hem servîs hem jî kalîteya xwarin û vexwarina wan gelekî serkeftî bû. 

Dema baran hinekî kêm bû em derketin derve û em li kolanên dirokî yên bajêr geriyan.  Me gelekî jê hez kir. Li pêşiya kîlîseyê li nava meydanê bazareke hunerên destan ava kiribûn û gelek tiştên xwarin û vexwarinê jî tê de hebûn. Dûre em çûn Keleha Bratîslavê. Ew li ser tûmsikekî bû û ji bo hewa wir hîn sartir bû.  Li der û dora wê berf hîn jî hebû. Katalîna xwe avêt nava berfê û xwe demekê di nava wê de dirêj kir. Ji ber em peyatî çûbûn heta wir hinekî jî westiyabû û bi wê westanê di nava berê de vezeliya. Peyzajeke xweşik li pêşiya Kelehê hebû lê ya xweştir dîtina Çemê Duna (Tuna) bû. Ev çem di nava bajêr re diçe û ji gelek welatên Ewropayê re derbas dibe û xwe digihîne behra reş. Wekî ferêt û dijlê ew jî mirovan dike evîndarê xwe. Tenê bi dîtina xwe. Mîna evîna di nêrîna pêşîn de. Me navroja xwe jî li wê derê di restoraneke dîrokî de xwar û piştî çend tûrên din di nava kolanên wê yên xweşik de em vegeriyan gara trênê. Dema em diçûn cihekî Katalîna her tim ji babûşkaya xwe dipirsî û digot: Kuda? Te digot qey bi kurdî diaxive. Ew bi rûsî bû û maneya wê jî:
Bi ku da/de? Kuda/e? Bi ku derê da/de? ye. Bi zimanê ûkraynî jî Kudî? ye.
Û ez qala spasî jî nakim. Lewra em dibên spas û ew jî dibêjin spasibo. Hem ûkraynî hem jî rûsî. Em dibên çima? Ew dibên çom? Gelo em merivên hevin?

Bi rastî teoriyeke wisa jî heye. Gorî wê teoriyê welatê mader (anavatan) ê kurdan bakurê Deryaya Reş e. Xwediyê teoriyê jî zimannas û diroknasê ûkraynî Dr. Valentyn Stetsyuk e. Dr. Stetsyuk di xebata xwe ya îlmî “Welatê mader ê kurdan li bakurê Deryaya Reş” de behsa vê teoriyê dike. Û ev xebat di sala 2006an de ji aliyê Osman Karatay ve hatiye wergerandin û di kovara “Karadeniz Araştırmaları” de hatiye weşandin. Li gorî vê lêkolînê li ûkraynayê ji 250 zêdetir cih hene ku navê wan bir kurdî ye. Û ew cih û war bi piranî li bajarên wekî Hmelnîtskî, Vînnîtsa û Ternopoîskî ne. Ew bajar hemû li rojavayê ûkraynayê ne. Bi xêr dema şer xilas bibe ez ê biçim û wan cih û waran tevan ziyaret bikim. 

Li vegerê, di trênê de tiştek ecêb çêbû. Di kompartmana em têde bûn bêyî min hema hema hemû kes ûkraynî bûn. Em şaş man. Hemû jî jin, xort û zarok bûn. Ev jî dide xuyan ku li seranserê ewropayê çiqas koçber û penaberên wan hene. Wekî kurdan.

Dema me xwe gihand malê tişta yekemîn me kir, wekî her roj me Elsa bir derve. Dema em didît çi qasî şa dibû. Li derve mîza xwe dikir û hinekî ji xwe re dilist. Dûre me ew dibir hundir û ser û nigê wê dişuşt û pê re lîstok dilîst; tu caran aciz nedibû. Tu çiqasî şîrîn bû delalê!

Mala wan maleke piçûk bû. Ez li salonê li ser qenepeyê radizam. Dema dibû sibeh berê Elsa dûre jî Katalîna û babûşkaya xwe dihatin ba min û em hemû li wir kom dibûn. Me di nava nivînan de dilîst, henek dikirin û em diaxivîn. Katalînayê sibehekê ji min re wiha got: “Ela pir şîrîn bû. Tu jî pir şîrîn î. Ma kurd hemû şîrîn in?”Min jî bersiva wê da û got: Erê Katalîna. Kurd hemû şîrîn in!

Roja dawîn a gera min em sibehê zû ji mal derketin û me dîsa xwe avet kolanên bajêr. Min dixwest ez biçim bazara kel û pelan (kevnikan) û min dixwest ez hinekî jî li pirtûkxaneyan mêze kim. Lê mixabin ew roj li ba wan roja cejnê bû (6ê rêbendanê), hîn betlaneya wan berdewam bû û ji ber vê yekê jî gelek cih girtîbûn. Dîsa jî em çûn bazarê lê li wir jî gelek cih ne vekirî bûn. Dûre em çûn pirtûkxaneyan. Piraniya wan ne vekiri bû lê me çend cih dîtin. Li cihekî biçûk hem pirtûk hem jî plaq difirotin. Em ketin wê dikanê. Pirbûna plaqan bala min kişand. Min gelekî li wan mêzê kir û dawiya dawîn min plaqa Mozart, ya Strauss û ya Schubert kirî. Lê min qet pirtûk nekirî ji ber ku hemû bi zimanê almanî bûn. Min du pakêt jî çîkolata kirîn. Li ser qutiyekê wêneyê Mozart li ser ya din jî wêneyê keybanû Sîsî hebû. 

Wext nîvro bû û em jî birçî bûbûn. Her wiha ew hesreta şinîtzel bi min re mabû. Em dîsa li cihekî xwarina şinîtzelê geriyan û vê carê bextê me lê hat; me restoraneke baş û dîrokî dît û em ketin hundir. Cihekî bi qasî 200 salî bû. Me hemûyan şinîtzel xwest. Ew tecrubeya me ya dikana tirkan hat bîra me û em hinekî tirsiyan. Lê dema şinîtzelên me hatin û me ew xwarin em zehf rehet bûn. Xwarina me gelekî xweş bû û min jî hesreta xwe ya şinîtzelê bi dawî kir.

Dema ez li Viyanayê bûm konsolosa me ya Kolombiya ya Enqereyê Samira ji min re mesajek şand û got teqez here vî cihî û li wir şêraniyê bixwe. Navê cih Demel bû. Piştî navrojê em çûn wê kafeyê. Ev cih di sala 1786’an de ava bûye û cihekî gelekî navdar e. Dema me xwe gihand wê derê rêzeke gelekî dirêj hebû û em bi qasî nîv saetê di rêzê de man. Wekî cihekî dîrokî atmosfereke wî ya xweş hebû. Min turtayek sêvan xwar. Şêraniyên wan gelek baş bûn. Em bi dilşadî ji wir derketin. 

Êdî ez hatibûm dawiya betlaneya xwe. Roja din sibehê zû balafira min wê rabûya. Kesî nedixwest ez vegerim. Nemaze jî Katalînayê. Ji ber ku hem rêwîtiya min hebû hem jî dibistana Katalînayê dest pê dikir, em zû raketin û zû rabûn. Di malê de lezûbeziyek hebû û bawer dikim Elsa jî ev fêm kiribû. Di nava nigande diçû û dihat û xwe diavêt hembêza min. Min ew gelekî hembêz kir, maç kir, xatir jê xwest û em derketin. Heta îstasyona trênê Katalîna jî bi me re hat. Tişta herî zor veqetîna ji Katalînayê bû. Dema em diçûn gerê her tim bi destê min digirt. Destê wê timî di destê min de bû. Lê wê sibehê hîn zexmtir bi destê min digirt. Em gihîştin îstasyona trênê. Hîn hinek wexta min hebû. Em rûniştin û min sandwîça xwe xwar. Her pêda wexta min kin dibû. Katalîna hat ba min. Xwe avêt hembêza min û ez hişk hembêz kirim. Got ez naxwazim tu herî. Ez ê pir bêriya te bikim. Û em her du jî kelogirî bûn. Ez ê tu caran wê hembêzkirina wê ji bîr nekim. Ewqas germ, ewqas jidil, ewqas pak û ew qas zarokî...

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Emmy ku ji ber grevê betal bûbû dîrokek nû eşkere kir

ad

TIME'ê 'Keçên Salê' hilbijartin

ad

PEN'a Kurd: 'Em êrîşên li dijî jinê û nirxên gelê kurd qebûl nakin'

ad

Ji bo Lîga Şampiyonan pişke hat kişandin

ad

Bilêtên festîvalê têne firotin

ad

Jinên BDP'yî Kermesek ji bo Rojava sazkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname