Diyarname
Di Lîga Şampiyonan de ji bo maçên play-offê pişke hat kişandin. Du tîmên mezin Manchester City û Real Madrid bûn reqîbên hev.
Di Lîga Şampiyonan de vê hefteyê maçên 8'emîn hatibûn lîstin, 8 tîm derketibûn Dora 16'an diyar bûbûn û 16 tîman jî mafê lîstina play-offê bi dest xistibû. Niha ji bo van 16 tîman pişte hat kişandin. Maçên play-offê wekî di maçan wê bêne lîstin. Maçên yekem 13'yê reşemî, yên duyemîn 20'ê mehê wê bêne lîstin û 8 tîmên bi ser bikevin dê derbasî Dora 16'an bibin.
Di pişkeyê de du tîmên mezin hatin hemberî hev: Manchestir City û Real Madrid. Her du tîmên ku hema her sal yek ji favoriyên vê lîgê ne, di vê play-offê de hatin hemberî hev.
Va ye encama play-offê û tîmên bûn reqîbên hev:
- Brest-Paris St Germain
- Benfica-Monaco
- Juventus-PSV
- Feyenoord-Milan
- Manchester City-Real Madrid
- Club Brugge-Atalanta
- Sporting-Borussia Dortmund
- Bayern Munich-Celtic
8 TÎMÊN DERKETINE
Di vê lîgê de ev 8 tîm derketibûn Dora 16'an: Liverpool, Barcelona, Arsenal, Inter, Atletico Madrid, Leverkusen, Lille û Aston Villa. Tîmên ku di play-offê de bi ser bikevin dê bibin reqîbên van tîman.
MAÇA FÎNALÊ LI ALMANYAYÊ YE
Piştî Dora 16'an dê çarîk fîna, nîv fînal û herî dawî jî roja 31'ê gulanê wê maça fînalê bê lîstin. Maça fînalê roja 31'ê gulanê li Bayer Munihê li Stada Arenayê bê lîstin.
***


