Diyarname
Temaşevanên Amedsporê di maça îro de ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê kareografiyeke taybet çêkirin. Ev xebata wan gelek hat ecibandin.
Di Lîga 1'emîn a Tirkiyeyê de îro li Amedê maça Amedspor û Gençlerbirligi hebû. Temaşevanên Amedsporê ji bo Roja Jinan xebateke taybet çêkir. Temaşevanan ligel dovîzên mor ji bo jinan, fotoyê mezin a jinê bi kareografiyeke bilind kirin û bi vî awayî Roja Jinan pîroz kirin. Her wiha temaşevanan pankarta ku li ser "Jin wê dinyayê rizgar bikin" nivîsandibûn jî daliqandin.
Li aliyê din maç bi 1-1'ê bi dawî bû. Di deqîqeya 41'ê de Gençlerbirlgi bi gola Amilton bi 1-0 derket pêş, Amedsporê di eqîqeya 79'an de bi Cassubie bersiv da û maç wisa bi dawî bû.
Va ye dîmena îro...



