16.04.2025:
10.40
DEMIRTAŞ: EM JI TE HEZ DIKIN KEK SIRRI
Hevserokê berê yê HDP'ê Salahattin Demirtaş ji bo Sirri Sureyya Onder bi ser hesabê xwe yê X'ê re nameyeke belav kir. Di nameyê de Demirtaş gotiye ku dema Onder, Pervin Buldan û Ahmet Turk hatine serdana wî jî Onder nexweş ketiye, wan xwestiye gazî ambulansê bikin lê wî nexwestiye, derketiye derve nefes girtiye, hatiye ser xwe.
Demirtaşî di dawiya nameya xwe de wisa gotiye, "Sirri beg dê rabe ser xwe, ev aştî miheqeq dê çêbe û ewê bi serbilindî bi encama keda xwe serbilind bibe. Tu yek ji kesên herî zêde vê heq dikî yî kek Sirri, diayên me û dilê me bi te re ye. Em ji te hez dikin can kekê min."
Saet 10.30
Nexweşxaneyê daxuyanî da:
- Rewşa talûkeya canê wî didome.
- Duh saet 22.41'ê de bi ambulansê anîn. Me girt beşa lezgîn.
- 10 deqe ji bo dil - pişikê me masaj kir, paşê herikîna xwînê dest pê kir.
- Di rehên ji dil derdikevein; aortaya sereke, aortaya arkus û aortaya dadikeve jî têde ji hemû aortayan xwîn çûye.
- Saet 23.05'an de dîsa têkûziya rîtman xira bû, nebz û vegerîna rawestiya. Ji bo dil masaj hat kirin, bi lezgînî girtin emeliyetxaneyê û saet 23.35'an de me dest bi emeliyetê kir.
- Di emeliyetê de me dît disseksiyona aort ji koronera rast dest pê kriiye û hemû aort girtiye nava xwe, Bi rêzê ji bo koronera rastê By-Pass hat kirin, qapaxê aortê me guhart û ji bo hem^uaortê me greftkirin û anastomoz kir.
- Lê ji ber ku disseksiyonek mezin çêbû û koronera raste ku çavkaniya dil e tesir lêbûye, ligel hemû serketiderbasbûna emeliyetê jî aliyê rastê yê dil bi têra xwe bersivê neda, aliyê çepê dil bersivê dide.
- Piştî emeliyeta 12 saetan nexweşê me birêz Onder bi ECMO'yê (cihaza piştgiriya ji bo dil) em girtiye Beşa Nexweşên Giran.
- Rewşa talûkeya canê wî didome.
Vê sibê:
Berdevka DEM Partî Ayşegül Dogan vê sibê daxuyanî da: Emeliyeta Sirri Süreyya Onder hê temam nebûye. Doktoran jixwe gotibû dê dirêj biajo. Piştî emeliyet temam bide em li bendê ne derxin beşa nexweşên giran.
****
15.04.2024...
Mebûsê DEM Partî û Wekîlê Serokê Meclisa Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder ji ber qeyrana dil rakirin nexweşxaneyê.
Onder vê êvarê li Stenbolê rakirin nexweşxaneyeke taybet. Doktoran mudexele kirin û ew emeliyet kirine.
DEM Partî di daxuyaniya ku belav kir de got, "Qeyraneke dil a cidî derbas kiriye. Doktoran mudexele kiriye. Tenduristiya wî bi hûrbînî tê şopandin. Agahiyên pêwist dê bêne belavkirin."
Onder ligel Wekîliya Serokatiya Meclisa Tirkiyeyê, ev çend meh bûn di nav Heyeta Îmraliyê de jî cih digirt û ligel gelek sazî û partiyan hevdîtin pêk dianîn.
Ji serî de endama Heyeta Îmralî Pervin Buldan û mebûsên din ên DEM Partî, endamên DEM Partî çûn ber nexweşxaneyê, rewşa wî ji nêz ve dişopînin. Li aliyê din Wezareta Tenduristî ya Tirkiyeyê, Waliyê Stenbolê der barê Onder de daxuyanî dan.


