Diyarname
Mecît Çîftçî di derxistina kovara Bîrnebûn û xebata APEC'ê de gelek ked dabû, roja 21'ê mehê mir. Ew di heman demê de birê edîtorê Bîrnebûnê Alî Çîftçî bû.
Kovara Bîrnebûnê li ser mirina Mecit Çiftçi agahî belav kir û got, "Kek Mecit ji bo Weşanxaneya APEC û kovara me gelek alîkariyên hêja peşkeş kiribû û her tim piştgiriya çanda kurdî dikir. Di 30 salên dawî de, ew mirovekî pir xebathez bû û di çapkirina nêzî 700 pirtûkên kurdî, lêkolînên li ser kurdan, kovara me û gelek xebatên din de roleke sereke lîst. Em wekî redaksiyona Bîrnebûnê sersaxiyê ji malbata Çiftçi û hemû hezkiriyên wî re dixwazin. Rêya te vekirî be!"


