Diyarname
Festîvala Gûzeka Zêrîn a Edeneyê li benda fîlman e.
32'yemîn Festîvala Gûzeka Zêrîn a Navneteweyî ya Edeneyê îsal di navbera 22-28'ê rezberê de li dar bikeve. Festîvalê ji bo îsal serdema serîlêdanê da dest pê kirin. Yên bixwazin heta 18'ê gelawêjê divê berhemên xwe bişînin ber destên amadekaran. Festîval roja 1'ê rezberê fîlmên hatibin hilbijartin wê li ser tora civakî û malpera xwe belav bike.
Di warê "Pêşbaziya Neteweyî ya Fîlmên Metrajdirêj", "Pêşbaziya Belgefîlman a Neteweyî", "Pêşbaziya Kurtefîlman a Neteweyî", "Pêşbaziya Kurtefîlman a Xwendekaran", "Pêşbaziya Kurtefîlman a Navneteweyî" û "Pêşbaziya Senoryayê ya Fîlmên Metrajdirêj a Lêanîna ji Wêjeyê" yên bixwazin dikarin berhemên xwe bişînin.


