Diyarname
Li Kamçatkaya Rusyayê bi meziniya 8,8 erdhej çêbûbû. Piştî erdhejê pisporan ragihand ku piştî erdhejê ev nîvegrav şemitiye û bi qasî 2 metreyan ji parzemîna bingehîn dûr ketiye.
Hefteya borî (30'ê tîrmehê) erdhej çêbûbû, ev bûbû sedema tsûmaniyê ku li qeraxên Şîlî û DYA'yê jî bide. Piştî ku ev herikînên sîsmîk bi dawî bûn Akademiya Zanistê ya Rusyayê ferq kir ku nîvegrav ji parzemînê dûr ketiye. Pisporan got ku ev parçeya erdê ber bi başûrêrojhilat ve bi qasî 2 metre çûye.
Piştî erdheja li Kamcatkayê çiyayên agirîn jî teqiya bûn. Nîvegrava Kamcatka li dora Okyanûsa Pasîfîk li ser "Xelata Agir" a çiyayên agirîn de ye ku ev der dor 40 hezar kîlometreyî ye. Ev "Xeleka Agir" li ser rûyê dinyayê dor 425 volkanên çalak digire nava xwe; ji van li Kamçatkayê dor 22 heb hene.
Di sala 2011'an de li Tohokuya Japonyayê bi meziniya 9'ê erdhej çêbûbû, li Tohokuyê jî tiştên bi vî rengî qewimîbûn.


