Diyarname
Li Tirkiyeyê fûtbol tiştek wisa ecêb e di têkçûna herî biçûk de şûr li serê teknîk dîrektor didin. Fenerbahçeyê Jose Mourinho, Beşîktaşê Ole Gunna Solskjaer qewirandin.
BEŞÎKTAŞ
Beşîktaş pêr li maça play-off a Lîga Konferansê de, li mala xwe li hemberî Lausanne Sportê bi 1-0 têk çû û xatir ji lîgên Ewropayê xwest. Piştî maçê rêveberî bilêtê teknîk dîrektor Ole Gunna Solskjaer birî û ew şand.
Ole Gunna Solskjaer tîma Manchester United bi rê ve biribû û tîm di Lîga Ewropayê de heta fînalê jî biribû.
Niha tê gotin wê Beşîktaş tîmê teslîmê Sergen Yalçin bike.
FENERBAHÇE
Li Fenerbahçeyê piştî Aziz Yildirim Ali Koç bû Serokê Fenerbahçeyê. Koçî her berê xwe da teknîk dîrektorên biyanî û yên navdar lê ligel yekê jî bi ser neket. Herî dawî Jose Mourinho anî. Mourinhoyê li Ewropayê xwedî gelek kûpayan bû, bi salan wekî "Teknîk dîrektorê salê" hatibû hilbjartin, bi coş ew anîn Fenerbahçeyê. Lê îro ew jî hat qewirandin.
Guh Fenerbahçe li hemberî Benficayê di play-offa Lîga Şampiyonan têk çû. Piştî vê Fenerbahçe wê li Lîga Ewropayê rêya xwe bidomîne ku ev yek ji bo Fenerbahçeyê dîsa serketin e, lê tîmê Mourinho qewirand.
Rojnameyên Ewropayê ev agahî wekî flaş belav kir.


