Diyarname
Yenîsahne ku li Batmanê xebatên xwe yên çandî didomîne bernameya xwe ya meha rezberê eşkere kir.
Bernameya Yenîsahneyê 4'ê mehê bi lîstika "Notre Dame'in Kamburu" dest pê dike û 30'ê mehê bi lîstika "Bekoyê Ewan" bi dawî dibe.
Lîstika "Bekoyê Ewan" lîstika Yenîsahneyê bi xwe ye. Lîstika ku teksta wê Yakup Selimoglu wergerandiye kurdî, Îhsan Arat nivîsandiye û derhêneriya wê kiriye. Lîstikê 7'ê berfanbara 2024'an promiyera xwe kiribû, ev salek e her meh derdikeve pêşberî temaşevanan. Di nav bernameya vê mehê ya Yenisahneyê de rojên 16, 23 û 30'ê mehê, sê caran wê bê lîstin.
Ji bilî vê, lîstikên bi tirkî û stand-up, dîsa lîstikên zarokan û nîşandayîna fîlman di nav bernameya vê mehê de ne. Ji fîlman, roja 20'ê mehê fîlmê "400 Darbe", 27'ê mehê jî "Parîs, Texas" wê bê nîşandayîn.
Her wiha roja 18'ê mehê jî Xalit Tarî li sehneya Yenîsahneyê wê konserek pêşkêş bike.
Ji bo têkilî:
0545 234 0466


