Diyarname
Li Amedê li ser salvegera komkujiya Helebçeyê çalakiyên hunerî têne li dar xistin.
Îro salvegera komkujiya Helebçeyê ye. Di 16'ê adara 1988'an de hêzên Sedam Huseyîn bombeyên kîmyewî bi ser kurdan de barandin û 5 hezar kurd di şevekê de kuştin. Di vê salvegera vê komkujiyê de li her derê dinyayê kurd çalakiyan li dar dixin. Li Amedê jî du çalakiyên hunerî li dar dikevin. Li Galeriya Hunerê ya Amedê (li Sumerparkê) pêşangeha wêneyan a Fexredîn Hecî Selîm li dar dikeve. Pêşangeha wêneyan ku wê saet 15.00'an de vekirina wê çêbe, dê heta 27'ê adarê li dar be.
Her wiha îro belgefîlmê Ekrem Heydo yê bi navê "Helebçe, Zarokên Winda" jî dê bê nîşandayîn. Belgefîlm di saet 11.30-13.00 û 15.00-16.30'yî de bê nîşandayîn. Belgefîlmê "Helebçe" yê 72 deqîqeyî heta niha li gelek festîvalan xelat girtibû.


