Amed
Polîsan bi ser Pirtûkxaneya Aramê ya li Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de girt û pirtûkên roman û helbestan jî têde dest danîn ser gelek pirtûkan.
Roja 21'ê mehê ber êvarkî polîsan bi ser Pirtûkxaneya Aramê ya di bin Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê de girt. Di serdagirtina bi tevlîbûna gelek polîsên sivîl pêk hat de li ber mêvanxaneyê hatin bicihkirin. Di dema lêgerînê de kesên li beşa kafeyê rûdiniştin hatin derxistin. Lêgerîn li dor 2 saetan dom kir. Hate gotin ku lêgerîn li ser biryara dozgeriyê ya bi hinceta "weşanên dijzagonî peyda dike" pêk hat.
Polîsan di dema lêgerînê de deriyê pirtûkxaneyê girt û destûr neda ku tu kes bikeve hundir. Piştî hay ji serdagirtinê çêbû endamên mebûsên BDP'ê Ozdal Uçar, Halîl Aksoy û Demîr Çelîk ku li Amedê bûn çûn pirtûkxaneyê.
Di dema lêgerînê de polîsan pirtûka nivîskar Elîf Şafak "Aşk", pirtûkên Cemal Sureyya yên helbetsan, pirtûka Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk ya bi navê "Ozgurlugunde kaldi gozlerîm" û kovara Hêviya Jinê ya ku komkirina wê tuneyî desteser kirin.


