Diyarname
Keça kurd Rojîn Kabaîş bi awayekî şikbar li Wanê hat kuştin. Bavê wê Nizamettin Kabaîşê ku ji wê rojê de ketiye dû kujerên Wê, îro ligel jina xwe Aygul Kabaîş li Meclisa Tirkyeyê çû serdan DEM Partiyê.
Wekîlê Koma DEM Partî Seail Temelli û Dem Partiyiyên din ew pêşwazî kirin.
Malbatê ji bo DEM Partiyiyan qala têkoşîna wan a ji bo dîtina kujerên Rojînê û tehdîdên li hemberî wan hatine kirin vegotin.
DEM Partiyiyan jî gotin ku ew ji nêz ve dozê dişopînin, ji bo berpirs bêne dîtin çi ji destê wan bê dê bikin.


