Amed
Sersal bi beşdariya gelek hunermenda dê konsera sersalê lidar bikeve. Di konserê de hevserokên DBP'ê jî dê amade bin.
Çalakiya pîrozbahiya sersalê wê li ÇandAMedê îşev saet 20.00'an de li dar bikeve. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û şaredariyên navçeyan, endamên meclisê, sazî û welatî dê beşdarî pîrozbahiya sersalê bibin.
Di konserê de wê hunermend Dilovan, Derya Kakayî, Kasim Taşdogan, Eylul Nazlier, Murat Demir û Kerîmê Jîrkî derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin. Li gor agahiya hatiye belavkirin dê gelek lîstik, pêşbirk û diyariyên surprîz jî hebin.


