logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Weşanger Onal: Em ne pereyan, azadiya ramanê dixwazin

Ji ber du dozan Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê weşanger Ahmet Onal mafdar dît û cezaya pereyan li Tirkiyeyê birî. Onal

  • Dîrok: 10/10/2012
  • Beş: Nûçe

Cemil Oguz

Ji ber du dozan Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê weşanger Ahmet Onal mafdar dît û cezaya pereyan li Tirkiyeyê birî. Onal ji bo me axivî: "Derdê me ne pere ye, em dixwazin li Tirkiyeyê azadiya ramanê çêbe, her kes bi awayekî azad dîtinên xwe bîne ziman."

Nivîskar Mahmut Baksî li ser karsazê kurd Huseyîn Baybaşîn pirtûkek bi navê "Teyrê Baz" nivîsî bû û Weşanên Pêrî ew pirtûk weşandibû. Pirtûk di berfanbara 1999'an de derketibû û pêre jî li hemberî Weşanxaneya Pêrî û xwediyê wê Ahmet Onal doz hatibû vekirin. Di 7'ê sermaweza 2002'yan de dadgehê 20 meh cezayê hepsê li Onal birî. Pirtûkê ku 4 hezar heb hatibû çapkirin hat desteserkirin û cezaya Onal jî li cezaya pereyan hate veguhastin. Onal, li ser vê yekê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.

Her wiha weşanger Ahmet Onal bi navê "Dêrsim'de Alevilik" (Li Dêrsimê Elewîtî) ya Munzur Çem weşandibû di avrêla 1999'an de. Dadgehê li hemberî vê pirtûkê jî bi sedema "gel ber bi kîn û neyartiyê ve dehf daye" doz li Onal vekir û di berfanbara 2002'yan de 20 meh cezaye hepsê lê birî. Paşê ev ceza jî veguhast cezayê pereyan.

Weşanger Ahmet Onal ji bo vê dozê jî serî li DMME'yê da. Di van dozan de Onal bi xala 312'yan ku di 1'ê pûşpera 2005'an de ji holê hate rakirin hatibû darizandin û ceza xwaribû. Onal jî dema doz biribû DMME'yê wisa xwe parastibû: "Dadgeh mafên azadiya ramanê qebûl nakin. Di pirtûkên ku min weşandine de banga nefretê an jî nijadperestiyê, binpêkirina mafên kesî nîn e. Dadgehên Tirkiyeyê bi van darizandina Xala 10'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê dike."
DMME ku doz qebûl kiribû di 2'yê vê mehê de biryara xwe ya dawî da û Onal mafdar dît. Dadgehê got ku dadgeha Tirkiyeyê mafê azadiya ramanê ya Onal binpê kiriye û bi vî awayî Xala 10'an a PMME'yê binpê kiriye. Di encamê de ji ber zirarê madî û manewî ya weşanger dadgehê 6 hezar Euro cezayê pereyan (li dor 14 hezar TL) li Tirkiyeyê birî. Tirkiye dê vî pereyî bide Onal.

'Ev tazmînat mexdûriyetê ji holê ranake'

Weşanger Ahmet Onal ji bo me axivî û got ku me wê demê rêza rêveberê dadgehê ku dadger, dozger di heman rêzê de ne qebûl nekir û me ew rêzbûna wan a li kêleka hev jî bir DMME'yê. Onal dibêje digel Tirkiye hatiye mehkûmkirin jî bi encameke ne kêfxweş e û wisa dom kir: "Edaleta derengmayî ne edalet e. Ji 99'an ve ev doz didome bûye 13 sal. Ev ne edalet e. Ev cezayê ku hatiye dayîn mexdûriyeta min ji holê ranake. Li ser xaleke wisa Tirkiye gelek caran hatiye mehkûmkirin û Tirkiyeyê cezayê pereyan daye. Tirkiye ceza dixwe lê hê jî azadiya ramanê qebûl nake. Derdê me ne pere ye. Em pere naxwazin, em dixwazin mirov bi awayekî azad fikrên xwe bînin ziman. Li Tirkiyeyê em azadiya ramanê dixwazin, ne pereyan. Bila mirov bikaribin bi rehetî li ser elewîtî, pirsgirêka kurd fikrên xwe bînin ziman. Me ji bo pereyan ev pirtûk çap nekirine. Ji bo azadiya ramanê me çap kirine."

Weşanger Ahmet Onal ku ji salên 90'î ve weşangerî dike, heta niha bi dehan doz lê hatine vekirin, pirtûkên wî hatine komkirin. Onal dibêje li ser van her du pirtûkan du dozên din jî hê li DMME'yê ne û piştî vê encamê emê ji DMME'yê bixwazin ku wan dozan jî bi lez bi dawî bike.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

*****

 

Ji nav nûçeyan hilbijêrek:

- 'Bila Midûriyeta Emniyetê bi Baydemîr ve bê girêdan'

- Erdogan: Perwerwerdehiya bi zimanê zikmakî nîn e

- Zana Farqînî ji Bulent Arinç pirsa meseleya ferhenga kurdî dike

- Demîrtaş: Dengên BDP’ê ji sedî 10 zêdetir in

- Berendamên mamostetiya kurdî çalakî li dar xistin

- Diyarbakir BB lîderiya xwe didomîne

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rojên Şanoya Zarokan a Gerok diçe navçeyên Amedê

ad

Çend peyv li ser daxwazeke şaş û neheq

ad

Portreya Mehê: Dilawer Zeraq

ad

Meseleya nivîs û nivîskariya kurd

ad

Nûbihar sempozyûmeke li ser ziman li dar dixe

ad

Kişanak: Werin em bi hev re aştiyê ava bikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname