Diyarname
Jari Litmanen lîstikvanekî ye. Çend salî ye? Tam bi temamî 55 salî. Hûnê bêjin ma 55 salî dikarin bi awayekî profesyonel bilîzin? Emê bêjin erê, va ye Jari Litmanen di klûba Kalev Tallinn III de dilîze.
Çawa çêbû?
4'ê avrêlê lîstikvan Litmaen ligel klûbê li hev kir û wê li wir bilîze.
Jari Litmanen di sala 1971'ê de li Lahti ya Finlandiyayê hatiye dinê.
Di 16 saliya xwe de li Reipasa Finlandiyayê bi awayekî profesyonel dest bi lîstina fûtbolê kiriye. Paşê pêş ketiye, 21 saliya xwe de transferê Ajaxê bûye û piştî 7 salên li vê derê 28 saliya xwe de çûye Barselonayê, du salan lîstiye. Paşê Liverpool. Dîsa du salan. Dûre Ajax, Malmo, Fulham û hwd di gelek tîman de lîstiye.
Wî di tîma neteweyî ya Finlandiyayê de jî lîstiye. Di 137 maçên tîma neteweyî de 32 gol avêtin.
Kariyeta wî tije serketin e. 10 caran wekî lîstikvanê salê hatiye hilbijartin. Di sala 1995/96'an de li Lîga Şampiyonan a UEFA'yê bûye golavêjê salê.
Litmanen ê di sala 2011'an dema li Helsinkî dilîst de dest ji fûtbolê berdabû; niha dîsa vegeriyaye fûtbolê. Wî ligel tîma Estonya Kalev Tallinn III li hev kir û wê li wir bilîze
Li Estonyayê 5 lîg wekî profesyonel hene. Ji jor de lîga herî mezin Mestriliiga (Premium Liiga) heye. Dûre Esiliiga tê û II Liiga jî wekî lîga sêyemîn de. Tîma Kalev Tallinn III di vê lîgê de dilîze. Ji vê lîgê jêrtir du lîgên din jî hene.


