Diyarname
Rojnameya Evrenselê ket 18 saliya xwe. Sefer Selfî ji bo 18 saliyê ev xêz kiriye:
- R. Tayyip Erdogan hejmara rojnameya Evrenselê ya nû ya 18 salî dixwîne û wisa dibêje: "Oho, Evrensel bi nûbûnê ketiye 18 saliya xwe!.. Ciwan, çalak... Olan ev siberoj hewl nede xwe ku bikeve meclisê!.. Gelo ez dest ji zagona ku mafê dide 18 saliyan ku ew jî bên hilbijartin berdim?..
Em wekî Diyarname em 18 saliya Evrenselê pîroz dikin, hêvî dikin ku dê temeneke gelek dirêj bijî û ji bo vê salvegerê xêza Sefer Selvî ya di Evrenselê de hatiye weşandin li vê derê jî parve dikin.
Ji bo yên nizanin: Evrensel rojnameyeke çepgiran e ku li Tirkiyeyê bi tirkî tê weşandin.


