Diyarname
Maçên dawî yên Dora 32'yan îro têne lîstin. 3 maç hane. Ya yekem di navbera Avustralya û Misirê de bû. Misir bi penaltiyan bi ser ket. Ya duyem di navbera Arjantin û Giraven Cabe Verde de ye; du caran Arjantîn derket pêş, Cabe Verde ew qufalt, lê nekarî bersiva gola sisêyan a Arjantînê bide.
Avustralya - Misir
Her du golên maçên ji Misrê hatin. Çawa? Di deqîqeya 13'yan de lîstikvan Emam Ashour li ser navê Misrê golek avêt û tîma xwe bi 1-0 derxist pêş. Nîveka yekem wisa temam bû. Di nîveka duyemîn de ji Misrê Mohamed Hany di deqîqeya 55'an de gol avêt keleha xwe û encam bû 1-1.
90 deqeyên maçê û 120 deqe bi wekhevî bi dawî bûn. Maç derbasî penaltiyan bû.
Di penaltiyan de Misir bi 4-2 bi ser ket û derbasî Dora 16'an bûn. Maça dûre Arjantin û Giravên Cabo Verde wê bi hev re bilîzin. Kîjan bi ser bikeve wê bibe reqîbê Misrê.

Maça sêyem a rojê di navbera Kolombiya û Ganayê de ye.
ARJANTÎNÊ 90 DEQE NEKARÎ TIŞTEK BIKE
Arjantin û Giraven Cabe Verde di Dora 32'yan de hatin hemberî hev.
Arjantin ku xwedî Kûpaya Cîhanê ya 2022'yan e favorî bû. Li aliyê din Cabe Verde bi berxwedan, bi kêlî bi kêlî rêstina rê heta vir hatibû. Li hemberî Spanyaya mezin têk neçûbû, li hemberî Uruguay têk neçûbû û ew şandibû mal. Vê Cabe Verde dê çîrokek nû binivîsanda? Meraq ew bû.
Meraq ew bû lê yê serketî, yê zêde bi gogê dilîze, yê zêde pasan dide û distîne, şûtan diavêje Arjantin bû. Heta deqîqeya 29'an rewş wisa bû. Di vê deqeyê de Lisandro Martinez ji bo Messi ji cihek dûr ve asist kir heta nava pêş kelehê. Messiyê ku xweşik gog girt, bi ser Vozinha re gog li bin dîrekê çikand: 1-0.
Piştî vê yekê Arjantin hê bi xwe bawer bû, lê di deqîqeya 59'an de tirs ket dil: Ji ber ku Cabe Verdeya ku kêm dihat ber keleha Arjantînê vê carê Deroy Duarte gol avêt û encam ani 1-1'ê.
Maç wisa bi dawî bû. Demên zêdek dê bê lîstin
105 DEQE TEMAM BÛN: 2-2
30 deqeyên zêdek dest pe kirin. Deqe 92 di asîsta Allister de Lisandro Martinez xweş lêda û Arjantin bi 2-1 derxist pêş.
Arjantîn xurt e, zêde bi gogê dilîze lê Cabe Verde dest ji maçê bernade. Di deqe 103 de di asîsta Arcanjo de lîstikvan Sidny Lopes Cabral ji çeperastê kelehê bi şid lêda, tiştek ku Martinez bike tune bû: 2-2.

DEQE 111, GOLA 3'YAN HAT
Deqe 111: Messi korner bi kar anî. Wekî ku gogê bişîne navnîşanê, ji bo lîstikvanê defansa Arjantînê Cristian Romero serî lê da û gol: 3-2.
Tam bû 3 caran Arjantîn derdikeve pêş. Du caran Cabe Verdeyê ew qufalt, cara sisêyan dê bikaribe biqufile? Maye 9 deqe.
Deqe 115, Cabe Verde dê firîkîkê bikar bîne. Lopes bikar tîne. Tam ji cihê ku gola diduyan a Cabe Verde avêtibû. Ji wir raste rast ji bo kelehê la da; qeleparêzê Arjantînê Martinez gog şand derve. Arjantîniyan bêhnek aram kişandin nav dilê xwe lê heyecan didome.
Di navbera deqeyên 115 û 120'î de Cabe Verde çend firsend bi dest xistin, lê nekarî encamê biguherîne.
Û maç xilas. Arjantîn bi ser ket, lê Cabe Verde jî çepikên mezin heq kirin. Arjantînê bilêtê çûyîna Dora 16'an girt, Cabe Verde çepikên temaşevanan girtin û vegeriya ma. Di Dora 16'an de Arjantîn bû reqîbê Misrê.

KOLAMBÎA - GANA
Di maça dawî ya Dora 32'yan de Kolombia û Gana hatin hemberî hev. Kolombiayê di deqîqeya 14'an de bi gola Jhon Ariasî bilêtê Dora 16'an kir bêrîka xwe.
TÎMÊN DERBASÎ DORA 16'AN BÛN
Bi vî awayî tîmên derbasî Dora 16'an bûn eşkere bûn. Pêre jî rojên reqîbên hev û rojên dê bi hev re bilîzîn. Va ye Dora 16'an:
04.07.2026:
- Kanada - Fas, saet 20.00
05.07.2026:
- Paraguay - Fransa, saet 00.00
- Brezîlya - Norwec, Saet 23.00
06.07.2026:
- Meksika - Îngilistan, Saet 03.00
- Portekîz - Spanya, Saet 22.00
07.07.2026:
- DYA - Belçîka, Saet 03.00
- Arjantîn - Misir, Saet 19.00
- Swîsre - Kolombia, Saet 23.00
***
Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026
***
Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
***
DIBE EV NÛÇE-NIVÎS BALA WE BIKIŞÎNIN:
- Swîsreya bê marş, çar ziman û golên wê yên li Kûpaya Cîhanê
- Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din
- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn
- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de
- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan
**
- Paraguayê panzêr pelixandin û got: Cihê we li vir tune ye!
- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!
- Maçên koman temam bûn; Va ne yên serketî, yên xeyalşikên, notên giştî
- Diyarnameyê ji Grokê pirsî, wê di Kûpaya Cîhanê kîjan welat bi ser bikeve?
Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin
- Jê bawer nekin lê dîsa jî vê nûçeyê bixwînin
**


