logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin
news-details

2025: Lîsteya hemû kovarên kurdî ên îsal derketine

  • Dîrok: 24/12/2025
  • Beş: Çapemenî

___Cemil Oguz___

Her sal ji sala din karê çapê dibe kareke dijwartir. Her ku kurd in û kurdî ye ku xwendin di asta hîçê de ye, hê zehmetir e. Ligel vê yekê jî kovarên kurdî zorê didin derfetan û derdikevin. Ji van hin kovarên kurdî bi israr di dema xwe de derketine. Hin ji wan kêm be jî derketine.
Yên ku bi israr dertên di serî de Nûbihar, LEWerger, Dilop tên.
Di sala 2022'yan de 19 kovarên ku çap bûne ketibûn nava lîsteya ku me amade kiribû. Di sala 2023'yan de hejmar daketibû 14'an, û par, yanê sala 2024'an 12 kovar hatibûn weşandin.
Îsal jî 14 kovar ketine nav lîsteya me ya kovarên wekî kaxiz li Bakur û li Tirkiyeyê çap dibin.
Va ye lîsteya me:

- "AVESTÎCA - KURDÎCA", "ARICA-KURDÎCA", "MEDÎCA KURDÎCA"
Kovara "Avestica - Kurdica" di bin banê Weşanên Na de derketiye. Hejmara xwe ya yekê wekî rezber 2024 - Adar 2025 pêşkêş kiriye. Ji ber ku 2025'an jî têde cih girtiye, me îsal dîsa xist lîsteyê.
Li aliyê din Weşanên Na bi navê "Medica-Kurdica" û "Arica-Kurdica" jî du kovar derxistine. Her yek hejmarek. Di van de li ser lziman, li ser fîlolojiyê, li ser têkiliya zimanê avesta û kurdî, zimanê medan û kurdî nivîs hatine belavkirin.
*
BANGA HEQ
Kovara Banga Heq sê mehan carek derdikeve. Hejmara wê ya 63'yan biharê, paşê 66'an jî payîzê derketiye; yanê îsal 4 hejmarên wê derketine. 
*
BAR HELBEST
Kovara li ser helbestê "Bar Helbest" 2024'an de du hejmarên xwe derxistibû (hejmara 7 û 8), îsal jî du hejmarên xwe gihandin ber destên xwendevanan. Hejmara wan a 9'an vê biharê, ya 10'an jî vê payîzê derket.
*
DILOP
Kovara Dilopê bi kurdî û tirkî du mehan carek dertê. Dilopê dawiya 2024'an hejmara 36'an derxistibû. Meha 12'yan de wekî hejmara berfanbara 2025'an û rêbendana 2026'an hejmara 41'ê derxist. Bi temamî 5 hejmar derxistine. Îsal carek wekî sê meh (gulan-pûşper-tîrmeh) di kunyeyê de cih girt, ev hemara nû ku divê sermawez-berfanbar ba, sermawez bi ser de teqle avêtine, kirine berfanbar-rêbendan, loma jî îsal hejmarek kêmtir derket li gor peryoda xwe û li gor salên borî.
*
KURDEÇÎROK
Kovara li ser çîrokan "Kurdeçîrok" îsal wekî bihar-havîn hejmara xwe ya 8'an derxist. Kovara ku peryoda wê 6 mehan carek e, par du hejmar (hejmara 6 û 7) derxistibû, lê îsal tenê hejmara xwe ya 8'an wekî bihar-havîn 2025 derxistiye.
*
KURT TARÎHÎ
Kovara 'Kurt Tarîhî' bi tirkî û kurdî weşana xwe dike, van deman ji rêk û pêkî dûr maye. Kovara ku ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve tê derxistin îsal tenê hejmareke wekî "Hejmara 58-59'an" dawiya salê derxist.
*
LEWERGER
Kovara taybet li ser wergera helbestê LEWerger çar mehan carek derdikeve. Kovara ku di sala 2022'yan de dest bi weşanê kiriye, îsal jî kariye 3 hejmarên xwe bi rêk û pêk derxe. Kovarê îsal hejmara xwe ya 8'an serê salê derxist. Hejmara 9'an wekî peryoda xwe di meha gulanê de û hejmara 10'an jî di meha rezberê de wekî rezber-kewçêr-sermawez-berfanbar 2025 derxist.
*
MEZG
MEZG kovara li ser psîkolojî ye ku ji aliyê Komeleya Lêkolînên Kurdî ve bi kirmanckî (zazakî) tê derxistin. Kovarê hejmara xwe ya 3'yan vê payîzê derxist.
*
NA AKADEMÎ
Kovara akademîk Nûbihar Akademî ji aliyê Nûbiharê ve tê derxistin. Kovara ku nivîsên akademîk belav dike şeş mehan carek derdikeve. Par bi hejmara 22'yan sal temam kiribû, îsal heta ev nûçe hat weşandin tenê hejmara 23'yan derketiye û li gor agahiya ku amadekarên kovarê daye me hejmara 24'an jî li ber çapê ye.
*
NÛBIHAR
Kovara Nûbiharê sê mehan carek derdikeve. Par bi hejmara 168'an sal temam kiribû, îsal herî dawî hejmara 173'yan pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Kovarê hejmara 170'yî ya payîza 2024'an rojên destpêka sala îsal çap kiribû. Paşê nava salê de hejmarên 170, 171, 172 û 173 derxistin. Bi vî awayî kovarê her sê mehan carek hejmarek pêşkêş kiriye.
*
PSYCHOLOGY KURDΠ
Kovara Psychology Kurdî kovareke derûnînasiyê ye li gor peryoda eşkere kirine çar mehan carek di bin banê Weşanên Avestayê de derdikeve. Kovarê par tenê du hejmar (17 û 18) derxistibû, îsal tenê hejmarek derxist. Hejmara 20'î ya kovarê vê biharê derket.
*
VATE
Kovara Vate li gor peryodê bi kirmanckî (zazakî) sê mehan carek derdikeve. Di sala 2024'an de hejmara 80'yî derxistibû. Îsal bi du hejmaran, hejmarên 81 û 82'yan sal temam kir. Kovarê vê havînê hejmara xwe ya 82'yan gihand ber destên xwendevanan.
*
ZEND
Kovara Zendê ji aliyê Komeleya Lêkolînên Kurdî ve tê derxistin. Kovarê vê havînê hejmara xwe ya 30'î derxist. Ev du sal bûn tu hejmara nû ya kovarê derneketibû.
*
YÊN ÎSAL DERNEKETIN
Ligel yên derketin, yên par derketibûn û îsal tune ne jî hene. 
Weşana Weqfa Mezopotamyayê "Folklora Me" adara 2024'an de hejmara wê ya 14'an derketibû, îsal qet derneket.
Sûretgraf kovara li ser fotografan bû di bin banê Avestayê de, lê îsal qet derneket.

- 2024: - Hemû kovarên bi kurdî yên derketine

- 2023: Lîsteya kovarên bi kurdî ên îsal derketine 

- 2022: Lîsteya hemû kovarên bi kurdî yên ku derketine

 

 

 

*Têbinî: 

- Me kovar li gor rêza alfabetîk rêz kirin. 

- Kovarên bi latînî yên li Bakur û Tirkiyeyê derdikevin di nav vê lîsteyê de cih girtine.

- Kovarên bi kurdî yên ku me ji bîr kiribin hebin, haya me pê bixin emê lê zêde bikin.

Bi ser twetter, facebook re dikarin peyamê bo me bişînin. Dikarin bi ser van mailan re jî agahî bidin me: diyarname@diyarname.com cemilo@diyarname.com

 

 

 

 

***

Nûçeyên "2025"an di bin vê sernavê de wê bên belav kirin. Va ne yên eleqedar:

- 2025: Va ne 100 jinên herî bi hêz

- 2025: 67 rojnamegerî hamey kiştişî

- 2025: 10 welatên herî aram

- 2025: Peyvên herî zêde lê geriyane

- 2025: Va ye 'Zilamê herî seksî yê salê'

- 2025: Lîsteya pirtûkên nû yên weşanxaneyan, 1314 pirtûk

- 2025: Weşanên Şilêr îsal 70 pirtûk çap kirin
 

***

 - Hemû pirtûkên bi kurdî, va ye lîste (2024)

 

 

 

***************

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

***************

 

-----

DIBE EV BALA TE BIKIŞÎNIN:

- Salnameya Pirelli li ser mirov û xwezayê disekine

- 'Dilop'ek nû derket

- Nûbihar bi '100 Saliya Serhildana Şêx Seîd Efendî' hat

- Weşangerên kurd qala pirtûkên xwe dikin

- 'Serpêhatiyên Jineke Kurd' hat îmzekirin

- Mungan: Tirkiyeyê ne tenê ziman, wijdanê xwe jî winda kir

- 2025: Va ye 'Zilamê herî seksî yê salê'

 - Berhemeke dîrokî ya wêjeya kurdî: Terenumên Kurdî - Îlahiyên Dêran hat weşandin

- 2025: Lîsteya pirtûkên nû yên weşanxaneyan, 1314 pirtûk

- Mala Şêrko Bêkes kirin muze û navendeke çandî

- 2025: Weşanên Şilêr îsal 70 pirtûk çap kirin

- Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

- Navenda Çandî ya Şilêrê û Weşanên Şilêrê vebû

 

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

 

***

"3 Deqe ligel Cemil Oguz"

 

 

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Diyarname Podcast shorts#booktok #kovar#nûbihar# #pirtûkênkurdî #diyarname

news

Omer Dilsoz: Ka “şîva miriyên vê fûarê!”

news

Diyarname Shorts sernivîs nûçe #podcast#nûçe#çandhuner

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

Dixwazin zozaneke din a kurdan talan bikin

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Dilşêr Bêwar: Tava li belekiyan bişirî

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 07 2026

'Dilop'a 43'yan

news
  • 09 07 2026

Berendamên Xelatên Emmy eşkere bûn

news
  • 08 07 2026

Kanala televîzyonê M1'ê lêborîn xwest

news
  • 06 07 2026

Rewşa rojnamegerên binçavkirî (Hat nûkirin)

news
  • 06 07 2026

Dema serîlêdana Xelatên Rojnamegerî ya Musa Anter didome

news
  • 02 07 2026

Malpera Ajansa Welat û Azadiya Welat hat astengkirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Jinên alman bi 10 kesan ber xwe dan û bi ser ketin

ad

Vane 16 tîmên reqîbên hev

ad

Şivan Perwer û Diyar konsereke li dar xistin

ad

'Êşa Zimanekî' derdikeve tûrneya Ewropayê

ad

Ji Harbî Soylu "Koçera Kej"

ad

Bombeya li Şaredariya Dêrsimê ji bo kê bû?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname