logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

Mala Şêrko Bêkes kirin muze û navendeke çandî

  • Dîrok: 21/10/2025
  • Beş: Nûçeyên Çandî

SILÊMANÎ

Şêrko Bêkes yek ji helbestvanên Kurd yên herî navdar yên sedsala 20 û 21’an yê Başûrê Kurdistanê ye. Mala wî ya li Silêmaniyê niha veguheriye mûzexane û navendeke çandî û rewşenbîrî. Helo Şêrko Bêkes dibêje, “Malbata me li vê malê dijiya. Ji ber vê yekê me ew veguherand mûzexaneyekê da ku bibe cihekî giştî ji bo heval û hezkiriyên helbestên Şêrko.”

Berî koça dawiya xwe, helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes wesiyetnameyek nivîsand û tê de got ku ew naxwaze li tu giran bê veşartin, li şûna li giran wî veşêrin, wî xwest ku li Parka Azadî li kêleka Bîrdariya Şehîdên 1963’an yên Silêmanî bê veşartin.

Her wisa di wesiyeta xwe de, Şêrko Bêkes  daxwaz kir ku cihekê taybet ji bo pirtûkxaneya xwe, pirtûkên helbestan, wêne û bîranînên wî were vekirin da ku helbestvan, nivîskar, kur û keçên evîndar bikaribin serdanê bikin. Lêbelê, beşa yekem ya wesiyeta wî hat bicihanîn û navendeke çandî li ser navê wî hat vekirin, lê ne li kêleka gora wî, lê xaniyê wî yê ku lê dijiya bû, veguherî muzexaneyekê.

Berê mûzexane li mala Şêrko Bêkes ya li taxa Aram ya Silêmaniyê bû, ku wî 25 salên dawî yên jiyana xwe li wir derbas kir. Niha, ew mal bûye mûzexane û navendeke çandî ji bo welatiyên biyanî û mêvanên derve.

Muzexane biyografiyek û gelek destnivîs, berhem û kelûpelên Şêrko Bêkes dihewîne. Pirtûkxane jî hatiye restorekirin. Odeyeke din jî ji bo pirtûkên Şêrko Bêkes yên ku ji hêla nivîskarên biyanî ve hatine wergerandin hatiye veqetandin. Serdanên muzexaneyê dikarin bi rêya hoparloran dengê Şêrko, helbest û pexşanên wî guhdar bikin.

Kurê Şêrko Bêkes, Helo Şêrko Bêkes derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ji ber ku ev xanî berê mala me bû, malbata min tê de dijiya. Fikra avakirina mûzeyê jî li ser wesiyeta bavê min bû. Ji bo bicihanîna wesiyeta wî û parastina dîroka mîrata helbestê ya Şêrko, me xaniyê wî ku ew 25 salan lê jiya, veguherand mûzeyekê. Ji bo ku bibe cihekî giştî û ji bo heval û hezkiriyên helbestên Şêrko vekirî be.”


Helo Şêrko got ku her çend hinek guhertin di xanî de çêbûne jî, lê her gava ku ew diçe muzexaneyê, hîs dike ku dem rawestiyaye û wiha domand; “Ji ber ku her tişt wekî xwe maye, mîna ku em di wêneyekî de lê binêrin. Ji niha û pê ve, ev mal mala her kesî ye. Ew maleke ji bo parastina mîrata hunerî û helbestan ya Şêrko. Ew her wiha malek ji bo helbest, wêje û çalakiyên wêjeyî ye. Lêbelê, welatî, xwendekar û ciwan dikarin rojane serdana wê bikin û ji nêz ve bibînin ka ev helbestvan çawa jiyaye.”

Şêrko Bêkes di 2’yê Gulana 1940’an de li bajarê Silêmaniyê yê Kurdistanê jidayik bûye. Ew wekî helbestvanekê şoreş, jin, azadî û mirovahiyê tê nasîn. Ji ber vê yekê, hezkiriyên wêjeyê û rewşenbîr dibêjin ku Şêrko helbestvanekê gerdûnî ye ku hemû netewên cîhanê xwe wekî eyneyekê tê de dibînin.

Helo Şêrko Bêkes, bavê xwe Şêrko Bêkes weke yek ji helbestvanên Kurd yên hemdem yên herî nûjen pênase dike. Gelek pirtûk û brûşorên wî yên helbestan hene û gelek helbestên wî ji bo gelek zimanan hatine wergerandin. Ew her wiha yek ji damezrînerên serdema helbesta Kurdî ya nû ye ku bi navê Koma Ruwange tê zanîn û kariye helbesta Kurdî bigihîne qonaxek nû.

Nesredîn Mihemed, hevalekî nêzîk yê helbestvan Şêrko Bêkes û serdanvanê mûzexanê ye, hestên xwe bi van gotinan bi ajansa me re parve kir; “Ez bi bîranînên berê li nav odeyên mûzexaneyê geriyam. Ji ber ku ez berê hatime vê malê û gelek caran bi Şêrko Bêkes re rûniştime.”

Di dewamê de Nesredîn Mihemed got; “Hêjayî pesindayînê ye ku ew muzexaneyek rewşenbîrî ya pir mînakî ye ku em hemî dikarin ji nivîs, helbest û hemî tiştên ku di muzexaneyê de ne sûd werbigirin û wî helbestvanÊ navdarê ku ji bo netewa Kurd xebitî bibîr bînin.”

Şêrko Bêkes di 4’ê Tebaxa 2013’an de li paytexta Swêdê Stockholmê piştî nexweşiyeke dirêj koça dawî kir.  Cenazeyê Şêrko Bêkes li ser wesiyeta wî li Parka Azadî ya Silêmaniyê hat veşartin.
Rojnews

Nesredîn Mihemed: "Ez û Şêrko Bêkes em gelek caran li van odeyan ligel hev rûniştin."

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

news
  • 23 05 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fîkstura Lîga Super hat kişandin

ad

Çîrokên ji 'Hilmek Jiyan Hilmek Mirin'ê

ad

2023: Di malpera helbestê de helbestên herî zêde hatine xwendin diyar bûn

ad

Ji bo cihên partiyan pişke hat kişandin

ad

Serokwezîrê Iraqê çû Misrê

ad

Mancini: Ez ne li benda vê zehmetiyê bûm

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname