logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Mungan: Tirkiyeyê ne tenê ziman, wijdanê xwe jî winda kir

  • Dîrok: 13/12/2025
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Vîdeoyek:

 

 

___Cemil Oguz___

42'yemîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê bi merasimek dest pê kir. Di merasimê de Mêvanê Rûmetê Murathan Mungan rexneyên tûj li Wezarata Perwerdehiya Tirkiyeyê û rewşa 30 salên dawî kir. Serokê TYB'ê Kenan Kocatürk jî bang li Wezareta Çandê kir ku di warê pirtûkxaneyan de gavan biavêje.

3000 NIVÎSKAR WÊ PIRTÛKÊN XWE ÎMZE BIKIN
Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin îro dest pê kir û heta 21'ê mehê didome. Li ser navê Tuyapê Îlhan Ersozlu axivî, diyar kir ku diruşma îsal a fûarê ew e ku her aliyê wêjeyê ya dest dide mirovan tîne ziman. Ersozlu got ku li gor hejmara dawî dor 500 çalakiyên çandî li fûarê hene û dor 3 hezar nivîskar li fûarê wê pirtûkên xwe îmze bikin.

'LI VIR GELEK FIKRÊN CUDA LIGEL HEV IN'
Serokê TYB'ê (Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê) Kenan Kocaturk li ser fûara pêşî ku di sala 1982'yan de li Taksîmê hatibû çêkirin û heta niha kir û got, "Wê çaxê çek û pirtûk li televîzyonan li ber hev datanîn, weşangeran nediwêrî pirtûkan çap bikin. Wê demê Bulent Înal û hevalên wî ev da dest pê kirin. Ji ber pirtûkên wan pirtûkxaxneyan nediwêrin belav bikin, Rifat Ilgaz û Azîz Nesîn pirtûkên xwe anîn û li vir îmze kirin. Ligel hemû qedexeyê heta îro em hatin. Niha li vir hemû fikir û dîtinên cuda ligel hev in. Ji ber vê yekê em dibêjin şahiya çandê."

Kocaturk li ser îstatîstika pirtûkan jî diyar kir ku li gor ISBN'yê par 92 hezar û 595 pirtûk çap bûne, li gor îstatîstika 11'ê vê mehê heta niha 92 hezar heb in. Ji van 19 hezar û 49 heb e-pirtûk, 888 heb pirtûkên bi deng in ên online in. 
Kocaturk li ser rewşa pirtûkxaneyan jî sekirî û got, "Butçeya ji bo pirtûkxaneyan hatiye veqetandin gelek hindik e. Gere wezaret vê pêş bixe. Rêveberiyên herêmî jî gere di vî warî de gavan biavêjin. Di belavkirina pirtûkxaneyan de pirsgirêk heye. Em di warê 'dema dixwînin çiqas fêm dikin' de gelek li paş in. Li nav 72 welatan em di rêza 40'î de ne. Hêza xeyalkirinê bi xwendinê dibe."
Her wiha Kocaturk li ser pirtûkxaneyên MEB'ê (Wezaneta Perwerdehiya Tirkiyeyê) jî sekinî û got ku divê MEB ligel weşanxaneyan reqabetê neke. Divê piştgirî bike. Pirtûkxane gere zêde bibin. Pirtûkfiroşên heyî jî ne ku bêne girtin, ji bo li ser lingan bimînin divê wezaret rêyek bibine.

MUNGAN: EZ JI NIFŞÊ DEMA KURDÎ DINIVÎSANDIN DIHAT QEDEXEKIRIN TÊM
Mêvanê Rûmetê yê Fûarê yê îsal Murathan Mungan bi sipasiya xwendevanên xwe ku xwedî li pirtûkên wî derketine, sipasiya kesên helbestên wî ji ber kirine, li lîstikên wî temaşe kirine, sipasiya weşangerên xwe kir û paşê got, "Dema em ji kevneşopiya wêjeya me dinerin, ji Nazim Hîkmet heta Ahmed Arif, ji Sabahattin Ali heta Azîz Nesin, heta rojnameger û rewşenbîrê wê li girtîgehê, ez ji kevneşopiya jiyana wan bi têkoşîna dijî sansurê û qedexeyan çûye têm; ji kevneşopiya dema kesek bi kurdî tiştek dibêje, dinivîse, diweşine tê qedexekirin têm, ez wekî nivîskarek ku ji Nişê 78'an têm, TUYAP'ê nivîskarekî wisa bi rûmet kiriye. Bi vê ez vê yekê fêm dikim; TUYAP'ê bi vê yekê keda mirovên li paşerojê mane birûmet kiriye."

MUNGAN: TIRKIYEYÊ ZIMANÊ XWE, WIJDANA XWE WINDA KIR
Mungan bêyî nav bide rexneyên tûj li serdema dawî ya Tirkiyeyê kir û got, "Tirkiyeyê di 30 salên dawî de zimanê xwe winda kir. Ev yek ne tenê di warê nivîsandin û xwendinê, di warê dema xwendinê de fêmkirinê, li welatê ku bi 300 peyvî roja îdareya xwe dike, di rewşek wisa de kesên bi 30 hezar peyvî dinivîsin karen wan hê zehmetir dibe. Sedema windabûna ziman mirov bi encamên li dinyayê ve girê bide bi ya min têre nake. Tirkiye di 30 salên dawî de zimanê xwe, ehlaqê xwe, wijdanê xwe, nirxên xwe yên bingehîn winda kirin. Em 30 salên herî tarî yên serdema Komarê dijîn û em bi wezîrê çandê yê herî xirab yê Tirkiyeyê re rû bi rû ne."

Di merasima destpêkirina fûarê de Midûrê Giştî yê Pirtûkxaneyên Tirkiyeyê Taner Beyoglu, şêwirmendê fûarê nivîskar Dogan Hizlan jî axivîn. Her wiha Wekîlê Şaredarê Stenbolê Nuri Aslan jî axivî. Aslan silavên Şaredarê Stenbolê yê girtî Ekrem Îmamoglu ragihandin û got, "Berî sala 2019'an li Stenbolê 20 pirtûkxane hebûn, Îmamoglu ev derxistin ser 70'yî, niha 73 pirtûkxaneyên me hene. Ekrem îmamoglu mirovekî çandê ye. Li Beylikduze ev meseleya pirtûkxaneyan da dest pê kirin û li Stenbolê belav kir. Emê Stenbolê bikin paytexta pirtûkan."

WEŞANXANEYÊN KURDAN
Di fûarê de 5 weşanxaneyên kurdan hene. Weşanên Dara, Weşanên Doz, Weşanên Nûbihar û Weşanên Sîtav stand vekirine. Her wiha Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ku di bin banê wê de Weşanên Ronî jî heye bi pirtûkên xwe li fûarê ye.

 

***

 

Nûçeya Eleqedar:

- Weşanxaneyên kurdan beşdarî Fûara Stenbolê dibin
- Mêvanê Rûmetê Murathan Mungan e

 

 

*************

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

***************
 

 

 

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

 

***

"3 Deqe ligel Cemil Oguz"

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Ziman bi lêkolînên zanisti geş dibe'

ad

Youtube azad e lê yên din?

ad

Fînalîstên Kûpaya Cîhanê ya Jinan diyar bûn

ad

Fûara yekemîn li Edeneyê li dar dikeve

ad

Konferansa Zimanê Kurdî û Delegasyona Nas û Dostan

ad

Vê carê li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname