logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

2022: Lîsteya hemû kovarên bi kurdî yên ku derketine

Kovarê hejmara xwe ya diduyan wekî hejmara bihar-havîn 2022 derxistiye.

  • Dîrok: 15/12/2022
  • Beş: Çapemenî

Cemil Oguz

Sala 2022’yan ji bo kovarên bi kurdî çawa derbas bû? Kîjan kovarê çend hejmar derxistin û kîjan hat girtin? Me ew dan hev. 

Pêşî çend agahî: Me kovarên ku li Bakur û li Tirkiyeyê wekî kaxiz, yanê çapkirî derdikevin girtin nav lîsteyê. Par 16 kovaran di nav lîsteya me de cih girtibûn. Îsal 19 kovar ketine lîsteyê.* Hin ji wan bi awayekî sîstematîk derketine. Hinan karîne hejmarek tenê derxin. Hin bi awayê fermî wekî rêzepirtûk dertên. Bi kurt û kurmancî me îsal jî lîsteya van kovarên bi kurdî da hev. 

Helbet weşana çapkirî karek zehmet e û kovarên bi kurdî jî di nav vê zehmetiyê de ne. Ji ber vê yekê îsal hinan dawî li weşana xwe anî, lê yên nû derketin jî çêbûn. Em hêvî bikin bila kovarên bi kurdî bijîn û ji bo carek din balkişandina ser wan, û belkî bibe wesîle ku ew zêdetir bêne nasîn, kirîn û xwendin, fermo lîsteya kovarên bi kurdî ya îsal:

BAR

Kovara Bar Helbest piştî rawestandina weşanê îsal di meha avrêlê de carek din dest bi weşanê kir û hejmara xwe ya 5’an derxist. Kovara helbestê Bar îsal du hejmarên xwe derxistine ku hejmara dawî wekî hejmara 6’an di meha sermawezê de hat weşandin. Kovar di bin banê Sîtavê de weşanê dike.

DESTAR

Kovara Destarê par dest bi weşanê kiribû. Kovar sê mehan carek derdikeve û vê payîzê hejmara xwe ya 6’an derxist. Kovarê îsal bi îstîkrar 4 hejmarên xwe pêşkêş kirin.

DADISTAN

Kovara li ser hiqûqê Dadistan serê salê hejmara xwe ya yekemîn derxist. Kovarê ragihand ku dê çar mehan carek derkeve lê îsal du hejmar derxistine. Hejmara wê ya diduyan di meha rezberê de, yanê ji bo ev çar mehên dawî yên salê hat weşandin û kovarê bi 2 hejmara sal temam kir.

DILOP

Kovara Dilopê bi kurdî û tirkî ye. Dilop du mehan carek derdikeve. Kovarê di meha 11’an de hejmara xwe ya 28’an derxist û serê salê dê hejmara 29’an derxe. Dilop yek ji kovarên bi îstîkrar e. Piştî girtina kovara Tîrojê, Dilopê dest bi weşanê kiribû.

DÎALOG

“Dîalog” kovareke bi kurdî ye û îsal di meha avrêlê de nû dest bi weşanê kir. Kovara ku li ser şanoyê ye hejmara xwe ya pêşî derxist. Îsal hê hejmareke din dernexistiye.

FOLKLORA ME

Kovara Folklora Me di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de li ser folklorê weşanê dike. Kovar 3 mehane ye. Kovar weşana xwe didomîne û îsal tenê 3 hejmar derxistine. Hejmara dawî, yanê hejmara 12’yan ya mehên pûşper, tîrmeh û gelawêjê derxist.

FOLKLOR Û ZIMAN

Kovara Folklor û Ziman kovareke akademîk û navneteweyî ya xebatên kurdî ye ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de derdikeve. Kovarê îsal tenê hejmarek di meha avrêlê de derxistiye.

KURDEÇÎROK

Kovara Kurdeçîrok kovareke ku li ser çîrokê weşanê dike. Hejmara 4’an wekî bihar û havîn derxist. Kovarê vê payîzê tu hejmareke nû dernexist.

‘KURT TARÎHÎ’

Kovara “Kurt Tarîhî” (Dîroka Kurdan) bi tirkî derdiket, paşê hin nivîsên bi kurdî jî lê zêde kirin û bi vî awayî weşana xwe didomîne jî. Kovar di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de derdikeve û niha hejmara xwe ya 49’an derxistiye.

LEWERGER

Kovara LEWerger bi taybetî li ser wergerê weşana xwe dike. Kovarê biryar da ku dê çar mehan carek derkeve û hejmara xwe ya yekemîn di serê meha 9’an der derxist. Kovar serê salê dê hejmara xwe ya nû pêşkêş bike.

NA AKADEMÎ

Kovara akademîk Nûbihar Akademî ji aliyê Nûbiharê ve tê derxistin. Kovara ku nivîsên akademîk belav dike şeş mehan carek derdikeve. Kovarê îsal du hejmar derxistine, hejmara duyem a salê wekî hejmara 17’emîn di meha tîrmehê de derxist.

NÛBIHAR

Kovara Nûbiharê herî dawî hejmara xwe ya payîzê derxist. Kovara ku her sê mehan carek derdikeve vê payîzê hejmara xwe ya 161’ê derxist. Kovara ku di nav kovarên bi kurdî de ya herî bi îstîkrar e bû 30 sal weşana xwe didomîne.

PHILOSOPHIA

Kovara Philosophia ji aliyê Weşanxaneya Na ve tê derxistin. Kovara ku çar mehan carek li ser fîlozofiyê weşana xwe dike, îsal dest bi weşanê kir û du hejmarên xwe derxistin. Kovarê hejmara yekemîn di meha gulanê, hejmara duyemîn di meha rezberê de derxist. Hejmara wê ya 2’yemîn yanê ya dawî ji bo mehên rezber, kewçêr, sermawez û berfanbarê hat weşandin.

PSYCHOLOGY KURDÎ

Îsal hejmarek derxistiye. Kovarê hejmarên xwe yên dawî di bin banê Weşanxaneya Avestayê de derxistin. Kovarê hejmara xwe ya dawî, ya 14’an ji bo meha rêbendan, reşemî, adar û avrêla 2022’yan derxist. Piştî vê hejmareke nû derneketiye û kovarê jî tiştek belav nekiriye ku dê derê yan na.

PSYCHE-MEZG

Kovara Psyche-Mezg bi kirmanckî (zazakî) li ser pîsîkolojiyê derdikeve. Îsal tenê hejmarek derxistine. Kovarê hejmara xwe ya diduyan wekî hejmara bihar-havîn 2022 derxistiye. 

ŞEWÇILA

Kovara Şewçila bi kirmanckî (zazakî) ye. Kovarê heta hejmara 16’an weşana xwe domandibû û weşana xwe dabû rawestandin. Kovarê vê payîzê biryar da ku ji nû ve derkeve. Kovarê hejmara xwe ya 17’an derxist. Bi gotineke din ji nû ve dest bi weşanê kir.

VATE

Kovara Vate bi kirmanckî (zazakî) sê mehan carek derdikeve. Kovara ku ji aliyê Grûba Vate ve tê derxistin îsal sê hejmar derxistine. Zivistan, bihar û havîn sê hejmar pêşkêşî xwendevanan kirin. Hejmara dawî wekî hejmara 73’yan havînê derxist.

ZAREMA

Kovara Zarema salên berê hin derketibû û navber dabû weşana xwe. Par ji nû ve dest bi weşanê kir. Kovara ku vê carê li bin banê Weşanxaneya Avesta derket herî dawî ji bo meha reşemî, adar, avrêl û gulana 2022’yan hejmara 16’an derqist. Piştî kurtedemê Avestayê di meha tîrmehê de kurtepeyvamek belav kir û ragihand ku dê Zarema êdî wekî kaxiz neyê çapkirin. Wisa hat gotin, “Lazim e kovar jî xwe nû bikin li gor şert û mercên roja me. Piştî demekê, ger derfetên me rê bidin, em hêvî dikin bikaribin bi awayê dîjîtal bi we re bin. Em sipasdar in bo eleqeya we ya heta niha.”

ZEND

Kovara Zendê ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve dihat derxistin. Kovar wekî rêzepirtûk derdikeve, îsal hejmarek tenê derxistiye. Zendê vê payîzê hejmara xwe ya 29’an pêşkêşî xwendevanan kir.

Wekî nota dawî: Helbet li parçeyên din jî kovar derdikevin, lê helbet me nikarî bi awayekî têkûz xwe bigihînin wan. Lê yên ku têne zanîn jî hene. Mînak kovara Bîrnebûn li Ewropayê li ser kurdên Anatoliyê weşanê dike. Kovara ku sê mehan carek derdikeve niha hejmara xwe ya 85’an derxistiye. Li Rojava kovara Şermola heye ku bi kurdî û erebî ye, sê mehan carek dertê.

***

*Têbinî: Me kovar li gor rêza alfabetîk rêz kirin. Kovarên bi kurdî yên ku me ji bîr kiribin hebin, haya me pê bixin emê lê zêde bikin.
Bi ser twetter, facebook re dikarin peyamê bo me bişînin. Dikarin bi ser van mailan re jî agahî bidin me: diyarname@diyarname.com cemilo@diyarname.com

***
 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

***

 

Nûçeyên 2022'yan

- Nivîskarên sînemayê fîlmên salê hilbijartin 

- Japonan jî “peyva salê” hilbijartin 

-  Timeê Serokdewletê Ûkraynayê Zelensky wekî “Şexsê Salê” hilbijart

- 10 fîlmên salê 

- Va ne rêzefîlmê serketî yên salê 

- Oxfordê peyva salê hilbijart 

- YouTube strana herî populer eşkere kir  

   

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 27 05 2026

Kovara Rewşenbîr bi hejmara nû hat

news
  • 21 05 2026

Kovara ‘Kurt Tarîhî’ hejmara xwe ya nû derxist

news
  • 21 05 2026

Ji gelek aliyan ve ‘Kurdên Anatoliya Navîn’

news
  • 13 05 2026

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

news
  • 27 04 2026

Spotify wê 1400 heb vîdeoyên egzersîzê belav bike

news
  • 25 04 2026

LEWerger bi helbestên li ser 'şer û mirin'ê hat

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Gundê merivên kor

ad

'Xwedî li berhemên girtiyan derkevin'

ad

Turkone: Em difikirin ku xelata Ataturk bidin Burkay

ad

Çîroka definkirina du cenazeyan

ad

Jinan 'Nobeta Aştiyê' da dest pê kirin

ad

'Lepikên Çenebaz' derdikeve ser dikê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname