STENBOL
Hikumeta AKP’ê Serokê berê yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Kemal Burkay ji Swêdê anî Tirkiyeyê. Niha jî navê Burkay ji bo “Xelata Aştiyê ya Navneteweyî ya Ataturk” derbas dibe.
Mumtazer Turkone yê ku ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul ve bo endamtiya Saziya Bilind a Çand, Ziman û Dîrokê ya Ataturk hat nîşandayîn got ku ew difikirin ku xelata “Ataturk” bidin Kemal Burkay.
Wergirê xelata aştiyê ya Nobelê û damezrînerê Komara Afrîkaya Başûr Nelson Mandela, di sala 1992’yan de eşkere kiribû ku ew ê “Xelata Aştiyê ya Navneteweyî ya Ataturk a ji aliyê Tirkiyeyê ve tê dayîn, wernegire. Mandela ji ber zextên dewleta tirk ên li ser kurdan çûyîna Tirkiyeyê jî red kiribû.
Kemal Burkay piştî 31 salan ji Ewropayê vegeriya Tirkiyeyê û di vegera xwe de gotina "Ez ji bo piştgiriya pêşîlêvekirinê hatime" bikar anî bû û di hemû axaftinên xwe de piştgirî dabû pêşîlêvekirina hikumeta Ak Partî. Niha tê mereqkirin ku dê Burkay helwestek çawa nîşanî mijara “Xelata Aşitiyê ya Navnetewî ya Ataturk” bide.
Nivîskarê tirk Mumtazer Turkone ku gotibû “Ez ji Ataturktiyê bawer nakim” û piştre ji bo endamtiya Saziya Bilind a Çand, Ziman û Dîrokê ya Ataturk hat tayînkirin, di hevpeyvîna ja daye rojnameya Haberturkê (26.12.2011) de got ku ew difikirin ku xelata “Ataturk” bidin Kemal Bûrkay. Her wiha, Turkone diyar kir ku dibe di asta navnetewî de xelatê bidin Gannişî yê ji Tunisê.
Xelata Aştiyê ya Navneteweyî ya Ataturk heta niha dane van::
1986 - Joseph Luns – Sekreterê berê yê NATO’yê
1987 - Richard Von Weizsaecker – Serokomarê Almanyaya Federal
1988 - Nehat dayîn
1989 - Takahito Mikasa - Prensê Japon
1990 - Kenan Evren – 7'emîn Serokomarê Komara Tirkiyeyê
1991 - Nehat dayîn
1992 - Nelson Mandela – Serokê Kongreya Neteweyî ya Afrîkaya Başûr (Wî xelat negirt)
1993 - Nehat dayîn
1994 - Nehat dayîn
1995 – Komeleya Kizilay (Heyvasor) a Tirkiyeyê
1996 - UNICEF
1997 – Hêza Aştiyê ya Tirk a li Bosna-Hersek
1998 - Prof. Dr. Bernard Lewis – Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Princeton
1999 - Haydar Aliyev – Serokomarê Azerbeycanê
2000 - Rauf Denktaş – Serokomarê Komara Tirk a Qibrisa Bakûr (KKTC)


