Diyarname
Li ber Gara Trênê ya Enqereyê bombe teqiyan. Heta niha qala 30 miriyan û bi ser sedî re birîndaran tê kirin. Çawa çêbû? Vane hin agahî:
- Cihê ku dê mîtîng lê dest pê bikira Sihhiye ye. Li Sihhiyeyê Edliye heye. Ewlehî her lê xurt e.
- Cihê ku bombe teqîyane Gara Trênê ya dîrokî ye. Ev gar nêzî Sihhiyeyê, nêzî Edliyeyê ye. Di dema mîtîngan de gelek caran gel bi trênê tê, yên ku bi erebeyan bên jî li van derdoran erebeyan didin rawestandin û ber bi Sihhiyeyê ve dimeşin.
- Li kêleka Garê Gençlik Parki heye.
- Li der dora Garê hin salonên sporê jî hene (yek jê jî Salona Arenaye ku çend roj berê AKP'ê li wir danezana hilbijartinê eşkere kir) ku gelek caran kongreyên hin partiyan di van salonan de çêdibin.
Bi kurtahî her kesê hinek Enqereyê dizane, dizane ku li vê herêmê her ewlehî (çi bi kincên fermî, çi sivîl) heye.
Dîsa nêzî Garê dîrekek mezin heye ku kamerayên mobese yên polîsan li ser e.
Gotinek din: Dema her car li Sihhiyeyê mîtîngek, kongreyek çêbe, hê ji dûr ve ewlehî xwe nîşan dide. Berî ku cihê mîtîngê dest pê bike bi giştî li ser mirovan lêgerîn çêdibe, lê li Garê û derdora wê bêyî gerek wisa hebe çav li ser mirov e.
Dema mirov van dide ber hev û lê dinêre ev encam derdikeve:
Îro çima li wan deran ewlehî nîn bû?
Bi rojan berê dizanîn mîtîngek wisa çêdibe û gel jî dê ji wir re derbas bibe, îstîxbaratê çi kir, ewlehiyê çi kir û çima tevdîr negirt?
Hatibû gotin ku dê li ber garê kombûn çêbe û ji wir ve ber bi Sihhiyetê ve herin, çima ewlehî ji wir dest pê nekir?
Û çend pirs jî ji bo piştî teqîn çêbû:
Piştî teqînê polîsan çima ava bi şid bi ser mirovan de rijand, gelo xwestin delîl winda bibin?
Çima polîsan gaz bera ser mirovan da, rê baş venekir û nehişt zûtir birîndar bêne rakirin. Gelo xwestin zêdeti bimirin?
**
Nûçeya eleqedar:
- Li mîtînga aştiyê teqîn, mirî û birîndar hene


