logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Qursa folklor û edebiyata gelêrî li dar dikeve

  • Dîrok: 30/10/2024
  • Beş: Nûçeyên Çandî

AMED
Weqfa Mezopotamyayê ji bo gihandina berhevkaran, bi beşdariya folklorîst û akademîsyenan qursa xwe ya heştan dê onlîne li dar bixe. Serlêdanên qursê îro dest pê dikin û heya 15'ê sermawezê wê berdewam bikin. 
Weqfa Mezoptamyayê, 11 sal in li ser ziman û folklora kurdî kar dike. Weqf di vê çarçoveyê da her sal ji bo gihandina berhevkaran li ser folklora kurdî bi beşdarîya gelek folklorîst û akademîsyenan qursan li dar dixe. Her wiha kovara bi navê “Folklora Me” û “Folklor û Ziman” derdixe. Xwendekarên beşdarî van qursan dibin û sertîfîkayan distînin dest bi berhevkarîyê dikin. Xebatên berhevkar amade dikin ji alîyê Weqfê ve têne çapkirin. 
Weqfa Mezopotamyayê heta niha heft (rûbirû-onlîne) qurs lidarxistine û bi dehan berhevkar gihandine. Vê carê jî Weqf qursa xwe ya heştan dê onlîne li dar bixe. Ev qursa heştan dê di navbera 20'ê sermawezê û 22'yê berfambara 2024'an de onlîne bê lidarxistin. Serlêdana qursê di 30'ê kewçêrê de dest pê kirin û heya 15'ê sermawezê dewam dikin. 
KESÊN DÊ DERSAN BIDIN
Qurs onlîne, 4 hefte ne, hefteyê çar roj in û êvarê tê dayîn. Kontejana qursê bi 100 kesî bisînorkirî ye. Ramazan Pertev, Hîkmettîn Atli, Eşref Keydani, Gulê Şadkam, Tekîn Çîfçî, Mehmet Yildirim Çakar, Zeyneb Yaş, Omer Delîkaya, Bahoz Baran, Rêdî Seîd, M. Emîn Îşî û Celîlê Celîl dê dersan bidin. Kesên dixwazin tevlî qursê bibin, berî dîroka serlêdanê derbas bibe, heta 15'ê sermaweza 2024'an divê li ser malpera Weqfa Mezopotamyayê bi awayekî onlîne serî lê bidin.
Beşdar di pêvajoya perwerdeyê de, dê hînî rê û rêbazên berhevkirina folklorê, mijar, cure û teorîya folklorê, di folklora kurdî da hekîmîya gelêrî, şairî û dengbêjî di edebîyata devkî de, teknîka qeydkirinê, arşîv û dijîtalîzekirina muzîka kurdî, rê û rêbazên deşîfrekirina berhemên edebîyata gelêrî û nexşerêya xebatê ya monografîya gundan bibin. Dersdarên kursê tev ji akademîsyen û mamosteyên pisporên folkorê pêk tên û xwedî tecribeyên bi salan in. 
SERTÎFÎKA WÊ BÊ DAYÎN
Piştî perwerdeyê, kesên heqê wergirtina sertîfîkayê bi dest xistibin, dê sertîfîkayên wan bê dayîn û bi awayekî pispor bikarin derkevin sehayê bi profesyonelî karê behevkarîyê bikin. 
Weqfê, gihandina berhevkaran û berhevkirina keresteyên folklorê xistiye nava armancên xwe yên pêşîn û her sal dê qursên folklorê bi awayekî rêkûpêk li dar bixe. 
Xalên Girîng ji bo Serlêdanê:
1. Ji bo serlêdanê divê forma serlêdanê, bêyî kêmasî bê dagirtin. Ji bo ku hûn bikarin dagirin divê pêşî hûn qeyda endamtîya xwe çê bikin. Ji bo qeyda endamtîyê lînka jêrîn bitikînin:
https://online.wmezopotamyaye.org/
2. Serlêdan dê heta 15.11.2024'an bên qebûlkirin.
3. Kesên ku hatine qebûlkirin yan jî nehatine qebûlkirin dê di 18.11.2024'an da bên dîyarkirin. Ders dê di 20.11.2024'an da dest pê bikin.
4. Ji bo mafê wergirtina sertîfîkayê, divê kursîyer bi kêmanî beşdarî ji sedî (%80) heştêyî dersan bibin.
5. Yên ku carekê tevlî kursa folklorê bûne careka din nikarin tevlî bibin. (ji bo pêşî li hevalên nû bê vekirin.)
6. Kurs bê pere ye.
* Ji bo pirsên xwe hûn dikarin xwe bigihînin vê hejmarê:
Tel-WhatsApp: +090 (549) 440 2220
MA

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

DENGÊ ZENGILAN

ad

Piştî 30 salan pirtûka xwe bo xwendevanan îmze kir

ad

Starta FîlmAmedê hat dayîn

ad

SERSALA WE PÎROZ BE - SERÊ SEREY ŞIMA PÎROZ BO

ad

Ji Rojnameya Azadiya Welat banga piştevaniya ji bo Kurşun

ad

Li Kerkûkê YNK yekemîn e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname