logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

'Ev der ne deriyê bavê walî ye'

Mebûsên BDP'ê li ber deriyê Walîtiya Amedê bertekên tûj nîşan dan. Demirtaş got, 'Ew ne waliyê Amedê ye', Tan jî wisa go

  • Dîrok: 03/11/2012
  • Beş: Nûçe

Amed
Mebûsên BDP'ê li ber deriyê Walîtiya Amedê bertekên tûj nîşan dan. Demirtaş got, 'Ew ne waliyê Amedê ye', Tan jî wisa got: Ev der ne deriyê bavê walî ye.

BDP'ê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne xwest li Amedê mîtîngekê li dar bixe. Waliyê Amedê bêyî ku sedemeke nîşan bide mîtîng qedexe kir. Digel qedexeyê jî gel derket kuçeyan, lê polîsan bi êrîşeke dijwar pêşî li gel girt. Ji aliyekê ve jî polîsên sivîl bi kurdî û tirkî li kolanan anons dikir û digotin mîtîng hatiye qedexekirin.
Mebûsên BDP'ê jî li kuçeyan bûn. Di dawiyê de Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak, mebûsên BDP'ê Altan Tan, Nursel Aydogan, Ahmet Turk, Sirri Sureyya Onder, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir û şaredarên navçeyan digel komek gel li ber deriyê Walîtiya Amedê hatin ba hev. Polîs pêşî derket pêşiya wan pêre jî xwest hin kesên ji gel bigire bin çavan. Hat gotin ku di vê navberê de walî ji avahiyê derketiye çûye. Lê mebûs gihîşt ber deriyê walî. Dema polîsan xwest hinan ji gel bigire bin çavan Şaredar Baydemir hêrs bû û bi hêrseke mezin, çend caran got "Xwedê belayê we bide".

Paşê mebûsan li ber derî daxuyanî da çapemeniyê. Vane gotinên mebûsan:

- Ahmet Turk:
Îro li welatê me, li ser axa xwe, wekî ku em kesên ji rêzê bin li hemberî me tevgeriyan. Îro dîmena ku li vê derê derket holê dîmeneke ji Sûriyeya Esad jî wêdetir e. Îro digel van hemû şaşiyan jî em hêvî dikin wijdan û aqil derkevin pêş. Ji bo ev grev bi mirinan bi dawî nebin emê hewldana xwe bi awayekî xurtir nîşan bidin. Û em ji bo pêşî li mirinan bigirin hewce bike emê bedenên xwe jî bidin ber mirinê.x

- Altan Tan:
Ev der ne deriyê mala bavê walî ye, ev deriyê welatê min e. Dibêje, ez axa me, ez paşa û derî digire. Ev der ne deriyê bavê wî ye. Ez bixwazim êvarê, bixwazim dema nimêja sibê de ezê bêm vir. Ev der ê me ye. Walî rojekê dê ji vir here, lê ez xwediyê vê derê me.

- Selahattin Demirtaş:
- (Li ser gotina polîsek ku got, 'Tiştên hûn dikin ne zagonî ye, bêyî civanê hûn nikarin bikevin saziya fermî ya dewletê') Dema hûn bêyî li zar û zêç, extiyar û jinan binêrin her kesî didin ber copan, bombeyên gazê bi ser wan de diavêjin, hûn civanê digirin. Tu ne muxatabê min î. Tu here bila muxatabê min bê, bila walî bê. Bila walî, Midûrê Emniyetê, Cîgerê Walî bila bê. Ez li benda walî beg im. Li ber partiya min hûn nikarin li diya min, xweşkên min, birên min xin. Li walî bigere bibêje dikevin hundir. Bes e êdî ev îşkence, ev walî vî bajarî aciz dike, xwînê dirijîne. Roj wê bê ev gel wê we di nav tûyê xwe de bixeniqîne. Walî bi civanê dikeve partiya min? Walî bi bombeyên gazê bi copan bi civanê dike partiya me?
Digel ku Midûrê Emniyetê got ji bo lidarxistina mîtîngê tu pirsgirêk nîn e jî walî mîtîng qedexe kiriye. Ji bo em vê ji walî bipirsin em hatin walîtiyê. Em dipirsin tu zilamê kî yî? Tu dixwazî çi bikî? Armanca te çi ye? Tu ji kî fermanê digirî? Di dema ku li Amedê te peywir kiriye de te her şer gur kir. Te meş, mîtîng qedexe kirin, bi daxuyaniyên te dan te li çiyê, li bajêr şer gur kir. Ji bo em bipirsin tu zilamê kî yî em hatin vir. Yê hikumetê, yê dewletê, yê hêzên navneüweyî... Diyar e ku ne waliyê Amedê ye. Tu zilamê kî yî, em li vê derê li benda bersivê ne.
Ger îro me li Amedê mîtînga xwe li dar bixista dibe ku me peyamên xurtir pêşkêş bikira. Lê ji ber ku pêşî li vê girtin nayê wê wateyê ku emê dest jê berdin. Her saet, her deqîqe emê hewldanên xwe xurtir bikin. Li hundir jî, li derve jî em bi biryar in ku pêşî li mirinan bigirin. Em bi biryarin ku bi siyasetê vê yekê bikin.

***

Nûçeyên eleqedar:

- Rojnameger naxwazin nûçeyên mirinan çêbikin

- Wezîrê Edelatê bi BDP'yiyan re hat ba hev

- Rewşenbîr: Em naxwazin bi vê şermê bijîn

- Turkalî: Serokwezîr tu dê bêjî wijdana min nîn e?

- JI HEMÛ GULËN MÎNA GULANÊ(*) RE

- Pirsa rojê: Kî derenwan dike?

- Demîrtaş: Em dixwazin Ocalan bê Amedê

- Çalakiyên îro li her derê didomin

- Karîkaturîstê brezîlyayî çalakiya birçîbûnê xêz kir

- Polîsên rêveberê BDP'ê bi giranî birîndar kir

- Mebûsên jin ên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin

- Mîtînga Batmanê bi beşdariya 10 hezaran dest pê kir

- Komeleya Nivîskaran: Bila her kes pêşî li mirinan bigire

- Baydemir diçe cem TUSÎAD û Yaşar Kemal

- Şivan Perwer: Li hemberî greva birçîbûnê bêdeng nemînin

- Navên hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne

- Nivîskar û rewşenbîran piştgirî da grevan

- Li Ewropayê çalakiyên piştgiriyê

- Bajar bi bajar çalakiyên ji bo grevê

- Zarokên Apê Mûsa jî di grevê de ne

- 41 roj in greva birçîbûnê didome

- Şaredaran piştgirî da Greva Birçîbûnê

- Kaya û Sariyildiz jî ketin greva birçîbûnê

- 36 roj in girtî di grevê de ne


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Gotina Hefteyê: 'Emê bi destê jinan Kurdistana xweser ava bikin'

ad

Baydemîr: Dê kolana Cemîloglu bibe wekî Ofîsê

ad

Li Cizîrê binêrin!

ad

Mazlûm Ebdî çû Ewropayê

ad

'Xwebûn'a nû bi sernavê 'Dengbêjî rihê jinan e' derket

ad

Karê herî zehmet her ew dikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname