Diyarname
Mebûsê DTP'ê yê Dêrsimê Şerafettin Halis ku duh li ser rêya Meletî-Qeyserî qeza kiribû îro ji nexweşxaneyê derket.
Halis bi erebeya xwe ya bi plaqeya 34 EG 2751 ji Qeyseriyê ber bi Meletî ve diçû qontrol ji dest çûbû û qezaya trafîkê derbas kiribû. Qeza li nêzî Pinarbaşiyê pêk hatibû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Navçeyê ya Pinarbaşî û dûre rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Qeyseriyê.
Halis duh di bin qontrola dixtoran de bû û îro ew tabûrcî kirin. Piştî derketina ji nexweşxaneyê Halis bernameya xwe betal kir û vegeriya Enqereyê.


