Amed Dîcle
Êrîşên li hemberî herêma Efrînê di 25’ê gulanê de dest pê kirin. Ji wê rojê heta niha 15 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Şer car caran dewam dike. Lê herêma Efrînê hatiye dorpêçkirin. Aliyek sînorê Tirkiyeyê ye, aliyê din riya Helebê ye. Ev rê di bin kontrola hêzên artêşa azad de ye û nahêlin kurd herin û werin. Her wiha her du aliyên din ên Efrînê jî dîsa di bin kontrola van çeteyen de ne. Têkiliyê di navbera Efrîn û Kobanê de jî hatiye qutkirin.
***
Ev hêzên ku em behsa wan dikin dixwazin Efrînê bi temamî bixin bin kontrola xwe. Lê belê ji roja ku êrîş dest pê kirine heta niha bi qasî metroyeke jî pêş neketine. Dema ku dest bi êrîşan kirin li ser malpera xwe ya înternetê vîdeoyek weşandin û fermandarê wan digot, “Em ê heta saetekî li Efrînê bin.”Armanca wan dagirkirina bajar bû. Lê mehek diqediya hê jî tiştek bi dest nexistine. Bêguman ev êrîşên ku em behs dikin rê li ber ziyan û êrîşên mezin vekirin. Lê keç û xortên Efrînê berxwedanek bêhempa nîşan dan û ax û rûmeta xwe parastin.
Baş e ev berxwedan bi qasî ku heq dike li parçeyên din ên Kurdistanê hat dîtin an an? Mixabin û sed caran mixabin nehat dîtin. Li başûrê Kurdistanê jixwe derdekî din heye. Rêveberiya Başûr bi xwe deriyê sînor girtiye û ambargo daniye ser herêma Cizîrê. Ji aliyekî ve ji van komên êrîşkar re dibe alîkar û dixwaze ku bi vê ambargoyê kurdên rojava birçî bihêle û teslîm bigire bê îrade bike. Lê gelê Rojava zûve ji vê qonaxê derbas bûye.
***
Li bakurê Kurdistanê jî di serî de sazî û dezgehên hemû civakê li hemberî êrîş û berxwedana Efrînê bê xem in. Guleyeke ku li Efrînê diteqe ne tenê şêniyên Efrînê yên Amedê jî birîndar dike û divê em êşa vê birînê hîs bikin. Her wiha ji aliyê siyasî ve jî mijar tişteke ji rêzê nîne ji bo tevahiya Kurdistanê mijareke stratejîk e.
Kurd dikarin ji bo Efrînê çi bikin. Di serî de dikarin ji aliyê manewî û siyasî ve destekê bidin. Her wiha dikarin ji aliyê madî ve bibin alîkar. Ji ber ku rê girtîne niha li wir tedarikkirina pêdiviyên jiyanê zehmet in. Heyva Sor a Kurdistanê li Ewropayê kampanyayek daye destpêkirin. Ev kampanya wê li Ewropayê heta 15’ê tebaxê dewam bike.
***
Roja çarşemê me di Nuçe Tv’de der barê vê mijarê de bernameyek amade kir. Nunerên Heyva Sor a Kurd ji Efrînê beşdar bûn û daxwazin xwe anîn ziman. Li wir bi awayekî lezgîn pêwîstî bi derman, şîrê zarokan, çadir û hemu pêwîstiyên jiyana rojana heye. Her wiha ji ber ku rê girtîne ew dibêjin, ku pere bi dest were dayin dikarin bi awayekî pêwîstiyên xwe bikirin.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê birêz Murat Karayilan jî beriya çend rojan di daxuyaniya xwe de balkişand ser vê meselê. Karayilan got, Efrîn ji bo me kurdan rûmet e û her kesê ku ji xwere dibêje, ‘ez mirov im’ divê alîkarî bide gelê Efrînê.
Ji bîr nekin eger îro li Efrînê zarokek ji ber vê ambargoyê, ji ber bê dermaniyê bimire ew ne şerma hêzên êrîşkar şerma me kurda ye...
Ji Azadiya Welat hatiye girtin


