Serokdewlekê DYA'yê Barack Obama ku çû serdana Afrîkaya Başûr, li wir çû serdana girtîgeha li Girava Robbenê. Serokê Afrîkayê yê Efsanewî Nelson Mandela 17 sal li vê girtîgehê mabû.
Obama piştî gera li girtîgehê ji bo zarokên xwe got: "Zarokno, li vir tişteke ku hûn nizanin heye, ew jî ev e ku li vir yekemîn serhildana siyasî ya bê şîdet derketiye. Ji ber ku Mahatma Gandi jî li vir, li Afrîkaya Başûr parêzerî kiribû."
Obama, li hucreya bi nimreya 5'an a li Beşa B ya girtîgehê ku Mandela li vir mabû çend deqîqieyan ma.


