Diyarname
DTP'yiyan îro qezayeke trafîkê derbas kir. Di qezayê de siyasetmedar Cihan Deniz jiyana xwe ji dest da.
Erebeya DTP'yiyan ku siyasetmedar Cihan Deniz, endamê LRN a DTP'ê Bayram Altun, Hasan IRaz û Husnu Ablay hebûn 25 kîlometre nêzî Entabê qeza kir. Di encama qezayê de Cihan Deniz jiyana xwe ji dest da û DTP'yiyên din birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneya Entabê lê hate gotin ku rewşa wan baş e.
Li ser vê yekê Civîna Koma Meclisê ya DTP'ê ku sibê dê li dar bikeve hate betalkirin, mebûsên DTP'ê ji bo herin cihe bûyerê bi rê ketin.
Siyasetmedar Cihan Deniz ku di nav DTP'ê de bi awayekî çalak kar dikir, di hilbijartina 22'yê tîrmehê de Serokatiya Komîsyona Hilbijartinê ya DTP'ê kiribû.
Tê gotin ku cenazeya Denîz dê 24'ê mehê li Amedê defin bikin.


