Diyarname
Siyasetmedarên kurd îro qeza derbas kiribûn û Cihan Denîz jiyana xwe ji dest dabû, dûre Husnu Ablay jî wefat kir.
Qeza îro 25 kîlometre nêzî Entabê pêk hatibû û di qezayê de siyasetmedar Cihan Deniz li cihê qezayê jiyana xwe ji dest dabû. Siyasetmedarên din ên kurd Husnu Ablay, Hasan Iraz û Bayram Altun rakiribûn Nexweşxaneya 25 Aralik a Dewletê ya Entabê. Di nexweşxaneyê de Husnu Ablay jî jiyana xwe ji dest da. Dermankirina siyasetmedarên din didome.
Siyasetmedarên kurd ji Amedê dihaten û diçûn Enqereyê.
Cenazeya Ablay û Deniz dê 24'ê mehê li Amedê bê definkirin.
Piştî qezayê Seroka DTP'ê Emine Ayna, mebûsên DTP’ê Ahmet Turk, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Şaredarê Yenîşehîrê Firat Anli, Şaredara Baglarê Yurdusev Ozsokmenler, mebûsê Culemêrgê Hamit Geylani, Şaredarê Sirûcê Etem Şahin, Şaredarê Wêranşarê Emrullah Cin, endamên saziyên sivî, rêveber û endamên DTP'ê yên bajar û navçeyên derdorê çûn Entabê.


