QATO
Eyoyê Devxwar rojekê nebaşekî -bênamûs- dikuje û dikeve hepisxanê. Eyo, piştî cirma xwe dikişîne û şûnde, dîsa vedigere gundê xwe. Mêze dike; vêca di gundê wî de du nebaş- bênamûs- ên din peyda bûne. Eyoyê Devxwar bê ku çavê xwe biqirpîne, wan jî dikuje û dîsa berê wî didin hepisxanê. Pîştî, Eyo vî cezayî jî diqedîne û gava wê ji hepsê derkeve ji hevalên xwe yên hepsê re dibêje: “Bila mitêla- nivîn- min li vira bimîne”. Hevalên wî şaş dibin û jê dipirsin, dibêjinê: “Çima”? Eyoyê Devxwar dibêje: “Sedîsed aniha bênamûsekî din li gund peyda bûye! Ez dê wî jî bikujim. Çawa be cardin ez ê vegerim vira. Loma, ez belasebeb mitêla xwe li xwe nekin bargiranî. Çendekî din şûnde ez dîsa li vir im!”.
Eyoyê Devxwar pîştî ji hepsê derdikeve, lêdixe diçe gundê xwe. Eyo û nasên wî xêr û şayiya hev dikin û paşê, Eyo dipirse; ka çirkî ew ne li gund bûye hela çi qewimiye. Her yek jê re tiştekî dibêjin: “Filankes bûye diz, bêvankes bûye qebrax…” Û dawiya gilî û gotina dirêj dibû. Li ser vê rewş û bergiya xirab a nû ku nivê gundiyan tê de lewitîne, Eyo tetirxanî -pirr diqahre- dibe, dikeve qula mala xwe û jê dernakeve.
Rojek, du roj, mehek wiha derbas dibe. Hevalên Eyo yên hepsê dinêrin tu hes û behsa Eyo tune ye, qisaweta -meraqa- wî dikin, jê re xeberekê dişînin, dibêjin: “Heyran! Ka te çi kir? Mitêla te ya te li bawoka me hiştiye spî ketinê!.”
Eyoyê Devxwar ji hevalên xwe re peyamekê dişîne, tê de wiha dibêje: “Di sêrî de ji ber ku min hûn fedikar derxistine, min bibexşînin! Dinya êdî ne ew dinya berê ye! Cara ewilî di gundê me de bênamûsek hebû, min rabû ew kuşt. Di cara diduyan de du bênamûs bûn, min ew jî kuşt in. Lê vê carê ez hatîm mîn dît waye ji nîvê gund zêdetir bûne bênamûs! De! Ez nabêjim; hûn bêjin: Ka, di vê rewşê de ez ê bi kê kanibim, bi kê nikanibim! Loma, min dev ji mêraniyê berda! Ez dê cardin neyêm cem we. Nivînê min yê min li cem we hiştine bişewitînin.”
Navê Eyoyê Devxwar û çîroka wî, li herêma ku ew lê jiyaye bûye sembola mêrxasiyek sincî. Eyoyê Devxwar di pîleya Don Kîşotê ewropî de dilpak, dilsoz û camêr e. Eyo jî xwestibû li hemberî nebaşî û neheqiyê bi çavsorî têbikoşe. Hetanî vê derê çîrokê, dengvedana çîrokê û kartêkirina wê ya li ser rihê mirovan bêtesîr e, tîna wê kêm e. Zêdebûna nebaşan û devjêberdana leckirina -şerkirin- Eyoyê Devxwar a bi nebaşan re bûye hêmayek xurt û ew hêma wekî pîvanek sereke di ziman, bîr û helwestên mirovên ku bi çîroka Eyo dizanin de bûye ‘axînek’, bûye ‘weydêdayê!’ bûye ‘wey li minê!’.
Loma xalê Fado -her roj li bin siya dara gwizê ji radyoya xwe ya biçûk nûçeyên ajansên amerîkî, rusî û tirkî guhdarî dikir- berê xwe bi ezmananên sincirî de dikir û digot: “Ma, Apoyê feqîr! wê bi kê kanî be, bi kê nikanî be? ”. Wê demê Şoreşkerên Kurd nû nû bi çiyan ketibûn, li hemberî wan jî bi gotina Xalê Fado, hinek ‘kesên quzdê’! çekên dewletê rakiribûn.
Roja eşkere bû ku etarek xefya ye û gund bi gund li derdorê digere, ‘kurmê darê’ hat bîra Xalê Fado. Di heman rojê de çû nava rezê xwe, çiqasî tûtûrik -kurmê rezan- li ser mêwên wî hebûn kuştin û qira wan anî. Xalê Fado paşê kosî û beq jî nehiştin nava erdên xwe, tew! ku çavên wî bi cobirekî biketina, hetanî ew nepelixanda jê re rehetî tune bû.
Wê wextê mirov fêhm dikir çima Xalê Fado ji ‘kurmên darê’ dibehice. Lê girr û rika wî ya li kosî, cobir û tûtûrik girê dabû, ji me re helwestek dinênedîtî dihat. Em tênegihîştin ziraviya rastiyên feraseta Xalê Fado.
Bi hînbûna ferhenga hişê ‘Rewşenbîrên Kurd’ û bi naskirina kumir - aqil- ê wan, min fahm kir ku helwesta Xalê Fado ji kosî, tûtûrik û cobir re ne ji kamaziya- henek û qeşmerî- wî bû, rasterast camêr, ji dilê dil ji wan dilteng bûbû. Gava em li fêl û xuyê van tebayên dawîn binêrin, di ber xirabiya wan de ‘kurmê darê’ hamûtam – saxik- dimîne.
Cobir tebayekî dişibe dûpişkê, jê hûriktir e û bileztir e, li ser çarnigan dimeşe. Cobir li ciyê şil û nerm dijî. Pîştî avdana bostanan, ji qulika xwe derdikeve, bi şev û destê sibeyan di bêdengiyê de tevdigere, kar û îşên xwe di bin axê de dike. Tekane şixûlê wî birrîna kok û rêçikên sadir û şitlên zerzewatên nû çandî ne. Xalê Fado digot: “Ev kurdên ku navên ‘Kurd Aydin’ li xwe kirine û li ser wî navî dikin çîveçîv, di paş deriyên tarî de li ser hebûn û tunebûna kurdan kapan diavêjin. Ev ‘Kurd Aydin’ên dikevin hezar kirasî. Û cobir birayên hev ên axretê ne. Ew xwe bi ava heft çeman jî bişon jî, zenga li ser zimanê wan tert girtiye sipî nabe. Ew wekî dirîkareş di paniya kurdan de kulên kêmgirtî çêdikin.”
Kûsî tebayekî qalik hişk e, sist û nermokî dimeşe. Li gorî rewşê stûyê xwe dirêj dike. Ew jî pirranî bi şev di demên hûnik de derdikeve gerê. Kûsî bi ser lobik, fasûlî û xiyaran de dimire. Gava jê re derfet çêbibe têkeve bostanekî bi yekcarî çend mişar fasûlî yan jî xiyaran tevî lemên wan dirûçikîne; yanî çavbirçiye jî. Kûsî di hûngira êvaran de û di bêdengiya hûnikahiya sibehan de xwe ewletir dibîne. Loma, li paş keviran û di newalan de dibe reqereqa wan ‘gûzan dişkînin’! Kûsî pirr qure û bipay in. Xemsar in jî. Xalê Fado digot: “Ew kurdên bi kurdî dinivîsînin û kurdiyê ji xwe re wekî sermayeya nayêqedandin dihesibînin û pê dilê xwe yê reş spî dikin û bi wê di bazara xwîna kurdan de li ser kursiya arîstokrat a kurdan a qûnxwar rûdinin û hemû kurdên ku dilê wan kurd maye bi naşitî û çavşaşiyê tawanbar dikin û xwe wekî mîrên rewşenbiriya kurdî dibînin, Heciyê kûsiyan in. Û cîranên cobir yê canbican in. Dîwarekî tenik di navbera wan de heye. Ew ên qaşo xwe ji siyasetê şûştine û tenê û tenê xem û hizrê wan kurdî ye, di rastiya xwe de navika wan bi diranên siyasetê hatiye birîn û di bin zimanê wan de polîtîkayek ‘xiyarî’ û ‘fasûlî’ heye. Wan çermê marên kor li xwe kirine û lingên wan di şopa lingên cobiran de werimî ne. Loma, wan hebûna zimanê kurdî di ava siyasetek têkçûyî de şûştine. Ku li van were guhdarî kirin; xwedêgiravî Apo kêra xwe girtiye û daye ser zimanê wan û bi çoyê xwe jî tiliyên wan şîkandine ku bi kurdî nenivîsînin! Tiştê nivîsandine ku bi wan difirin ber perê esmanê heftan, wekî garisê di xelayiya genimê sor de li ser hesabê welatpereziyê difiroşin me û li ser wê bi quretî û pozbilindî giyayên hewşa Celadet Bedirxan jî tahl dikin. Ew, guhên wan li Stenbolê, lingên wan li Ewropayê ne û destê wan em nizanin li ku derê ne.”
Evên ku xebeta –çi xebat e!- xwe ya çandinî û hunerî wekî seriyekî penîr li beramberî ‘tekoşîna zarokên kurd’ -ku hestiyên wan zarokan li newal û çiya bê tirb mane- di bêhna fireh de, diwezînin û li hember wan bi bêrûmetî diqîrin û dibêjin: ‘Hûn çêlikên kewan in!’ kûsiyê herî navdar in. Îro, bila Şivan Perwer û Ciwan Haco jî ji wan kûsiyan re ‘sitranên şoreşgerî’ bibêjin. Ciwan Haco ji bo Rûdawê gotibû: “Di medya kurdî de şoreşek e”. Ez jî ‘Avestakurd.com’ê, didim ser û dibêjim, di serew û cowên van her du medyayan de serê kûsiyan û boçika cobiran li hev dikevin.
Tûtûrik ji malbata kurman e. Ferqa wan û kurman; kurm tazî û şil in û di ciyê girtî de dixilxilin. Tûtûrik movik movikî ne, pûrtek pirr zirav bi laşê wan ve ye. Dev û pozên tûtûrikan xuyayî ne, bi hindikan ve qiloçên zirav şîn tên. Tûtûrik li ser pelçan dijîn. Kar û îşê wan kirtîna pelçên dar, mêw. Spîndar û giyayên biharê ne. Tûtûrik ji bo jiyanê xwe qet naêşînin. Di ferhenga wan de xebat, ked û xwêdan tune ye. Ji cihên nerm û siyê hez dikin. Hestî di laşên wan de tune ye. Xalê Fado digot: “Ew ên di saziyên kurdan de veketine û ranabin cêwiyên tûtûrikan in. Ji dêvla ku kevirekî bidin ser kevirekî, di xewna xwarinê de didanê xwe dişkînin. Tiliyên van timî di bêrika ‘bavo’! de ne. Di devê rêyan de vedikevin û rêya dixetimînin. Bi xwe ‘civil’!in lê wekî şoretê tevger û halên leşkerî di her leqek xwe de bi Napolvarî nîşanî derdorê didin. Ku Îskenderê Mezin ev bidîtana wê tavilê dev ji leşkeriyê berdana û biçûna bi maqultî li ber aşekî qeraştî bikira. Bavo! Ev tûtûrikan li Bakur, li Ewropayê di saziyên kurdan de lîs girtine û hêlîn çêkirine û kirtîna wan e ‘nirx û keda’ xelkê dixwin”.
De îcar, ev kûsî, cobir û tûtûrik di halê xwe de bimana, bavo! Me yê jî ji wan re hurmet bikira. Camêran sibê heta êvarê keviran diavêjin avê û avê şêlû dikin. Kama -şa- dilê cobiran û kûsiyan li Bakur nehatiye cîh, berê xwe dane Rojava û bi canê wan zarokên ku di şer de xwîna xwe dirijînin, ketine. Çend rewşenbîrên Rojava hene wexta diaxivin, mirov dibêje qey ji Stenbolê dev û zimanên cobiran jê sitendine, birine xistine serê wan û ew wanî bi devcobirî diştexilin.
Serencam
1: Di rewşên awarte û aloz de kûsî û cobir bi hev re dişixulin. Çavên xwe ji kêm û zêdeyê hev re digirin.
2: Heta hetayê wê tûtûrik li ser ‘nirxên şoreşgerî’ bi kûsî û cobiran re şer bike û carcaran ew ê jî xuy û xisletê wan bihewîne.
3: Ji ber ku kûsî û cobir ‘hêza’ xwe ji ‘qelsiya’ tûtûrikan distînin hetanî dewrek din wê kanibin di nava şil û şehtiya xwe de çavqirtikê bilîzin.
4: Ji ber ku kûsî û cobir rewşa aram û nerm wekî parvekirina malê bavo dizanin, di vê dewrê de ji hev dûr dikevim. Yek ji bo xwe paqij bike, heramiya yê din derdixe berçavan.
Rastiyek heye ew jî ew e: Di nava lep, dev û diranên kûsî, cobir û tûtûrik de çand, wêje, folklor, huner û zimanê kurdî dibe çola şewitî.
darhevris@hotmail.com
***
Nivîsa QATO ya ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:


