logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

*KAKÛNÎ

Hinek rewşên derûnî hene ku mirovî li xerakirin û rûxandina alav û tiştan (derî, piyale, kefçî) diengizîne. Mirov dibê “

  • Dîrok: 26/08/2013
  • Beş: Serbest

Denîz Şan

Hinek rewşên derûnî hene ku mirovî li xerakirin û rûxandina alav û tiştan (derî, piyale, kefçî) diengizîne. Mirov dibê “bêhna min teng e” û mirov bi derî û piyaleyan dikeve. Ji sedemên ev rewşan yek jê veqetandina yarê ye. 

Carinan bêrîkirina hinekan e, belkî jê dûrketina hevalekî be, yan jî berdana cixareyê be û hwd. Em dikarin mînakan zêde bikin. Hay û bala mirov ji mirov çênabe lê yên dora mirov dibêjin "hi! binêre kakûniya filan tiştî dike”, yan jî “kakûnya filan kesî dike”. 

Gava mirov jêderkên vê peyvê dikole, fikirîn li peyva “ka li ku yî” diqewime, lê belê ev “ka li ku yî”, “ka li ku yî”yeke bê haydarî ye, yanî lêgerînek binhişîn, lêgerînek li xwe mikur nehatî ye. 

Lêgerînek heye lê ew ê/a ku lê digere xwe bi xwe li xwe mikur nayê ku “lê digere” û ji xwe bela ku haya wî/wê jê tuneye ku lê digere -yan jî haya wî/wê jê çêbibe jî nikare xelasiya xwe ji vê bike- ev rewş bi “legerînê” nikare bê nimandin. Ji ber ku ji “lêgerîn”ê re haydarî û zanebûn divê, lê “kakûnî” lêgerîneke li xwe mikur nehatî ye, lêgerînek hay ji xwe tune ye, lêgerîneke ku xelasî ji dest nabe ye. 

Em dikarin mînakeke zelaltir jî berbiçav bikin, ev mînak li ser zarokên ji şîr tên vekirin an jî ji memik mêtinê tên vekirin, an ji dêya xwe dûr dikevin, an ji hevalekî ku pêre pir-pir dilîste dûr bikeve: Zarok digirî, nih-nih ya dike, nan naxwe, ranakeve û hwd. Ew dema mirov dibêjin “hi! binêre ev zaroka/ê reben kakûniya memikê/pêsîrê/heval/ dêya xwe dike. 

Yanî em wiha bêjin: Jiber bêrîkirin an tunebûna tiştinan an jê dûrketin û veqetandin a/kesinan/rewşinan bê hişmendî û mirov hay ji xwe tunebe yan jî mirov lê hay bibe jî xelasî ji dest tunebe, mirov bikeribe û bi tiştan an jî bi hinan û heta bi xwe keve. 

Ez dixwazim bibêjim ku ev peyv di nav zanista derûnî de li texma “yoksûnlûk hîssî” ya tirkî ye lê jê bezatir, fodiltir û piralîtir e. 

Kakûnî ji kakûniya mezintir û piçûktir hene, kakûnî ya herî kakûnî, kakûniya herî kompleks û mezin –haya tu kesî jê tune ye- kakûniya cenaban, kesan, mirovan a “kakûniya xwe” ye. Lêgerîna li kesayetiya xwe lêgerînek seyr e. Kambaxî û jana ku mirovî ji kûr de diguvêşe ji destê “kakûniya xwe” ye. Ji ber ku mirovî çuquwa veşêre jî, li xwe digere û dixwaze xwe bibîne, di tiştên di derbarê xwe de bigihîje, di encamê de xwe nas bike; ku bikaribe ji xwe hez bike, an jî xwe bigihîne rewşek werê ku bikaribe xwe bixwe ji xwe hez bike. Ji xwe ku mirov bêyî xwe xapandin û derew li xwe kirinê ji xwe hez bike reng e ku (diyar e) ew mirovî xwe nas kiriye û ji çarmîx a “kakûniya xwe” xelas bûye, pinpinîkên azadiyê êdî li ser dil, mejî û helwest û jiyîna wî difirin. Yanî mirovî êdî xwe gîhandiye xwe, ji xwe ne dûr û veqetandiye. 

Gelek mirov dibên qey me dev ji vê lêgerînê berdaye an jî, ji xwe ez xwe nas dikim û ez pir ji xwe hez dikim. Lê belê a rast ew e ku mirovî her tim kakûniya xwe dike. Pir-pir kêmin û hîn min tu mirovên xwedî pinpinîk seh nekirine. 

Em dikarin bibêjin metaforeke dewlemend, hêmayeke xwedî gencîneye KAKÛNÎ. Lê li ba dilê min têgîneke ku ji helbest, derûnî û felsefeyê re bi bah hembêz vekiriyake ye. 

*Ev bêje li der dora Herêma Çiyayê Mazî -Dêrik û Şemrex- tê bikaranîn. 

 

denizsan47@gmail.com

 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Roj Tv berendamê Nobelê ye

ad

Serleşkerê efsanewî Giap wefat kir

ad

Messi bi Goga Zêrîn dîrokek din nivîsî

ad

‘Geryanên Berêvarkî li Kolanên Amedê’ derket

ad

Fotoyê rojê: Dor li Alîpaşa girtin

ad

Gelo pîvanên rêveberiyê îro kîjan in?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname