logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Salih Muslim: Emê beşdarî Cenevre-2 bibin

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku bêyî kurdan çareseriyeke mayînde ya siyasî li Sûriyê dernakeve holê û destnîşa

  • Dîrok: 06/10/2013
  • Beş: Nûçe

RAHMÎ YAGMÛR - AMSTERDAM 

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku bêyî kurdan çareseriyeke mayînde ya siyasî li Sûriyê dernakeve holê û destnîşan kir ku ewê beşdarî civîna Cenevre-2 bibin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim lihevkirina li ser Sûriyê ya li qada navneteweyî, lêgerînên dawî yên çareseriya krîzê û rewşa dawî ya li rojavayê Kurdistanê ji bo ANF'ê nirxand. Muslim da xuyakirin ku di nava sal û nîv a dawî de wan xwe gihandine parastineke xurt û veguherîne hêzeke girîng a li Sûriyê.

'KESÎ NEXWEST GAVÊN ZÊDETIR BIAVÊJE'

Muslim diyar kir ku rewşa jeopolîtîk a Sûriyê gelekî girîng e û anî ziman ku her kesê li ser Rojhilata Navîn xwedî planan e, ev rewşa jeopolîtîk li ber çavan girtine û got, "Ji ber vê yekê, bi destpêkirina pevçûnan re hemû alî ketin nava vê pevçûnê. Tiliya her kesî di vî şerî de hebû; Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Rusya û gelek welatên din. Hinek yekser beşdar bûn hin jî bi rêya hin aliyan tev li bûn. Rewşa jeopolîtîk a Sûriyê rê li ber encameke bi vî rengî vekir. Destpêkê behsa demokrasî û azadiyan dihat kirin, lê hat ciheke wisa ku her kesî demokrasî ji bîr kir, qala deshilatdariyê kir. Veguherî çiravekê, kesî nexwest êdî gavên zêdetir biavêje. Ji ber ku vê yekê dikarî rê li ber şerê Sêyemîn ê Cîhanê vekira. Gava rewş gihîşt vê astê, li hev kirin."

Muslim ragihandin ku lihevkirina heyî nayê wateya, yekser rawestandina şer û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dibe ku krîz bi salan dewam bike. Lê eger dê bibe, Cenevre wê bibe gava yekemîn ji bo çareseriya siyasî. Ev yek mijareke berjewendiyên siyasî ye. Her kes ji bo berjewendiyên xwe, her kes ji bo qada serweriya xwe dixebitin. Mînak; Sûriye bendera yekane ya Rûsyayê li Derya Spî ye. Ji bilî Sûriyê ti cihekî ku pêlêke nemaye. Ji ber vê yekê li ber xwe dide, dê heta dawiyê jî li ber xwe bide.

'HER KES HÎN BÊTIR BI REWŞEKE HAYJIXWE HEYÎ NÊZÎ CENEVREYÊ DIBIN'

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bibîr xist ku kes bi lihevkirinên 1. Konferansa Cenevreyê re dilsoz nemane û destnîşan kir ku hînê di ser biryarên hatin wergirtin re 24 saet derbas nebûbûn, hatin binpêkirin. Muslim got, "Hingî jî hin lihevkirin-peyman derketibû holê. Lê belê kes li gorî vê tevnegeriya û nexist meriyetê. Mînak; li gorî peymanê diviyabû ji hin koman re çek nehatiba dayîn, lê belê hînê di ser re 24 saet derbas nebûn, ji çeteyan re alîkariya çekan hat dayîn. Yanî kes bi Cenevreya Yekemîn re dilsoz neman."

Muslim da xuyakirin ku rewşa heyî ya konjonkturel, pêdiviya bi civîna Cenevreya Duyemîn radixe ber çavan û got, "Her kes, hemû der dor dixwaze hîn bêtir hay ji xwe hebe û bi detayî beşdarî civînê bibin. Em jî di civîna Cenevre-2 de hene. Bêguman em alîgirê çûyîna rejîma Sûriyê ne. Em ji destpêkê ve mûxalefet bûn lê mûxalefeteke serbixwe bûn û bi têgihiştina parastina rewa me xwe diparastin." Muslim anî ziman ku li Sûriyê bêyî Kurdan demokrasî ava nabe û pozîsyona Kurdan bi vî rengî rave kir:

"Divê Kurd jî bibin perçeyek ji vê pêvajoyê, naxwe bi ti awayî li Sûriyê demokrasî dernakeve holê. Ji ber vê yekê li Cenevreyê em jî hene. Ev sal û nîveke em herêmên xwe diparêzin. Me xwe hem li hemberî rejîmê hem jî li dijî çeteyan parastin. Me xwe gihandin wê astê ku êdî kes nikare bêyî Kurdan çareseriyekê pêk bîne. Ji ber vê yekê hin derdor dixwazin ji sedî sed me beşdar bikin. Emê jî weke Konseya Bilind a Kurd beşdar bibin."

'ARTÊŞA AZAD DEST BI ŞERÊ BI KOMÊN RADÎKAL RE KIR'

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, der barê daxuyaniyên rojên dawî yên Artêşa Sûriyeya Azad ên der hqeê komên radîkal û pevçûnên piştî van daxuyaniyan rû dan de ev nirxandin kir:

"Berê jî digotin Artêşa Sûriyeya Azad lê di nav de gelek rêxistinbûyîn û komên bi rêbaza çeteyan hebûn. Tevî dîhadperest û selefiyyan gelek komên radîkal di binê vî sîwanî de cih digirtin. Di bin navê Artêşa Sûriyeya Azad de li dijî me şer dikirin. Destpêkê kesî nexwest li me guhdarî bike, lê di demên dawî de ev rastî hîn bêtir derket holê. Di nava xwe de dest bi pevçûnan kirin.

Artêşa Sûriyeya Azad jî dest bi berxwedana li dijî çeteyan kir, êdî ti gotineke me em jê re bêjin nîne. Lê belê komên radîkal û selefî serbixwe nînin, xwe dispêrin piştgiriya Tirkiyê. Piştgirîdayîna wan ne li gorî berjewendiyên Tirkiyê ye. Vana hêzên ajanên cuda ne û planên wan ên taybet hene. Em li herêma xwe li dijî van xwe diparêzin."

LI PENABEÊN ROJAVAYÎ BANGA "VEGERIN"

Muslim bang li penaberên Rojavayî kir ku li xaka xwe vegerin û piştgiriyê bidin têkoşînê û herî dawî wiha peyivî: "Ji ber ku herêma me hîn aram û ewle ye, destpêkê ji gelek deverên Sûriyê welatiyan koçî herêma me dikirin. Em dixwazin gelê me li xaka xwe vegere. Eger em xwediyê vê xake ne, eger ev xak welatê me ye, divê em li ser bijîn û wê biparêzin."


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hayat TV şahiyeke li dar xist

ad

‘Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan’

ad

Eno name 121 sere dimara resa cay xwu

ad

Afirîneriya ji nav çar dîwaran: Menaf Osman

ad

Notên li ser Kongreya Ak partî

ad

5 sal in em ji vî Diyarî radigihînin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname