logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Li Til Koçer hevpeyvînek bi xebatkarekî gumrikê re

Demek berê YPG'ê deriyê Til Koçer bi dest xist. Me bi kesek ku li vî derî di karê gumrikê de dixebitî hevpeyvînek kir.

  • Dîrok: 04/11/2013
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Cemil Oguz*


Kurtedemek berê YPG'ê deriyê Til Koçer bi dest xist. Deriyê Til Koçer dikeve ser sînorê Misûlê. Deriyê Til Koçer deriyê gumrikê bû di navbera Sûriyê û Iraqê de. Piştî ku li Sûriyeyê muxalefetê û paşê çeteyan li dijî rejima Esad ser şir, ew derî ketibû destê çeteyan û ew çete jî ji wir dihatin, êrîşê kurdan dikirin. Hefteya borî YPG'ê ev derî bi dest xist. Niha derî di destê kurdan de ye.

Berî pevçûnan li wî deriyî gelek xebatkarên gumrikê hebûn. Me yek ji wan peyda kir û xwest pêre hevpeyvînê bikin. Bi şertê ku em dê navê wî nenivîsin bersiva pirsên me da. 


Ereb ji Til Koçer re "Yarûbiye" dibêjin. Til Koçer bajarê kurdan e yan yê ereban e?

Til koçer bajarokekî kurdî ye, girêdayî parêzgeha Hisiçayê ye_herêma Dêrikê, li bakurê rojhilata Sûriyayê dikeve, li başûrê rojhilata rojavayê Kurdistanê. 


Kîjan bajar cîranên Til Koçer in, yan jî Til Koçer nêzî kîjan bajarî ye?

Bajarokê Til koçer nêzîkê 60 kîlometrê dûrî bajarê Dêrikê ye, nêzîkê 85 kîlmetran dûrî bajarê Qamişlo ye, li ser sînorê Iraqê, li hemberî bajarokê Rebîea yê Iraqî ku girêdayî parêzgeha Mûsilê ye...


Berî şer çend hezar kes li vî bajarokî dijiyan? Ji bilî kurdan ji kîjan gelî mirov hene?

Til koçer navê bajarok e bi kurdî, bi erebî jêre dibêjin Yerûbiye. Hejamara xelkên Til Koçerê bi gundewarên wê re digihîje 25 heta 30 hezar kesî. Bi pirraniya xwe xelkên Til Koçerê kurd in; êlên ereban ê wekî êla Şemer ya ku têkiliyên wê û kurdan di pêvajoya dîrokê de gelekî xweş, êlên eraban wekî êla Hedîdî, Meamira jî li wê hene. Hejmareke piçûk ji xiristiyanan jî hîna li Til Koçerê ne…


Rewşa Til Koçer di nav şerê vê du salên dawî de çawa bû?

Bajarokê Til koçer bi şoreşa milletê Sûriyayê re ma bajarekî aram, dûrî agir û cengan, bazirganiya di navbera Sûriya û Iraqê de ma li kar, di rêya deriyê Til koçerê re. Girîngiya bajarokê Til koçerê wekî cih, girîngiya deriyê Til koçerê hişt ku ew bibe armanca êrîşên hêzên tundraw, wekî hêzên Cebhet El_Nusra û Dewleta Mislimantiyê li Şam û Îraqê, yên girêdayî rêxistina Qaîde ya terorîst. Di destpêka sala 2013'yan de bajarokê Til koçerê, bi encama şerên tund û dijwar kete bin kontrola wan hêzên radîkal de û hêzên rejîma Sûriyayê ji wê derketin. 


Di rewşeke wisa de gelê Til Koçerê çi kir?

Milletê Til koçerê bi giştî malên xwe hiştin û reviyan. Bajarok vala ma ji pêvî hêzên tundraw, yên ku pirraniya endamên wan ji derveyî Sûriyeyê hatibûn şer, yên ku hewl didan paşvaniya xwe ya mislimantiyê li Til Koçerê ava bikin, berûvajî vîn û xweziya xelkên Til Koçerê û armancên şoreşa Sûriyeyê. Her wiha deriyê bajarok yê bi Iraqê ve ji hêla hikumeta Iraqê ve hate girtin û tevgera bazirganiyê rawestiya.

Di dawiya meha 10'an de, sala 2013'an hêzên kurdî YPG (Yekîneyên Parastina Gel) piştî cengên dirêj û dijwar bajarokê Til Koçerê ji wan hêzên tundraw azad kir; her wiha gundewarên bajarok û ew niha di bin kontrola hêzên kurdî de ye.


Girîngiya bajarokê Til Koçer çi ye?

Girîngiya bajarokê Til koçerê bêhtirî ku bajar azad bû û xelkên bajar wê vegerin malên xwe û jiyana xwe berdewam bikin.

Bajarokê Til Koçer yekem bajarok bû ku hêzên tundaraw Cebhet El_Nusra û Dewleta Mislimantiyê li Şam û Îraqê hewl didan li wê paşvaniya mislimantiyê ava bikin, zagon û biriyarên hişk li ser mirovan ferz dikirin. Wekî mînak, nabe jin tirimbêlan bajoyê, wekî serjêkirina kesên ku nimêj nakin. Bajarokê Til koçerê bûbû bingehek ji wan hêzên tariyê re. Ew pilanên teqînan di nav bajarên kurdan yên din û kesên sivîl de dihatin danîn li vir dihatin sazkirin, ji vir xwekujê radîkal derdiketin bajarên din û xwe di nav sivîlan de diteqandin. Bi azadkirina Til koçerê re, sînor ji van karên terorîst re hat danîn û rê li ber wan hate girtin.

Dîsa, bajarokê Til koçer bi cihê xwe ew destpêka bajarên kurdî ye li Rojavayê û ew dikeve nav herêma kurdî û herêma erebî de li Sûriyayê.


Baş e. Girîngiya deriyê Til Koçer ê wekî deriyê gumrikê bû çi ye?

Deriyê bajarokê Til koçer endamê herî girîng e li Til koçerê. Deriyê di navbera Sûriye û Iraqê de ku bazirganiyeke geş di rêya wî re dibû. Bêhtirî nîvê bazirganiyê di navbera Sûriyê û Iraqê de di rêya deriyê Til koçerê re diçû û dihat.


Rojane çend erebe di derî re derbas dibûn, barên wan çi bû?

Di rêya wî re rojane bi dehan, bi sedan kamyonên tiştan ji Sûriyayê derdiketin Iraqê. Barên wan wekî kamyonên cilan, xwarinan, şînahî û mêweyan û tiştên din. Ji Iraqê jî rojane sotemenî û xurme derbas dibûn Sûriyeyê. Her wiha deriyê Til Koçerê wekî deriyekî bazirganiyê tiranzît deriyê herî girîng bû di navbera Tirkiye û Iraqê de û di navbera Ewropa û Iraqê de. Rojane ji wan welatan bi dehan, bi sedan kamyonên xwarin, şînahî  û tiştên din derbas dibûn Iraqê di rêya deriyê Til Koçerê re, her wiha tirimbêl, hesin û deqên avakirinê.


Ji aliyê kurdan ve bidestxistina deriyê Til Koçer wê bandoreke çawa li Rojava bike?

Herêma kurdî li Sûriyayê wekî herêmeke dorpêçkirî, wekî herêmeke ku pêdiviya wê gelekî bi sotemenî û xwarinê heye. Bi azadkirina deriyê Til koçer re deriyê jiyanê azad dike û rê dîsa vedike li pêş aramiya Rojavayê û geşbûna jiyanê li Rojavayê…

 

 


Têbinî: Ev hevpeyvîn bi ser înternetê re hatiye kirin.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Corbyn careke din bi ser ket

ad

Di qezayê de hunermendekî kurd mir

ad

Salane 35 mîlyon Euro pêşniyarê Iniesta kirin

ad

'Saint Omer' û yên din

ad

Keleha Necim jî zirar dît

ad

'Hotel Mumbai', 'Beyaz Karga' û yên din

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname