logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
news-details

Kartal: Hikûmeta AKP'ê yekser gumanbar e

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, qeyda deng a tê gotin aydî bersûcê komkujiya Parîsê Omer Guney e nirxand û diyar kir

  • Dîrok: 14/01/2014
  • Beş: Hevpeyvîn

MAXÎME AZADÎ - BRUKSEL

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, qeyda deng a tê gotin aydî bersûcê komkujiya Parîsê Omer Guney e nirxand û diyar kir ku bi vê qeyda deng re lêpirsîna Parîsê ketiye pêvajoyeke nû. Kartal got, "MÎT, lewma hikûmeta AKP yekser gumanbarê vê cînayetê ye" bang li edaleta Fransayê kir ku bi berpirsyariya xwe rabe.

Yek ji hedefa plana sûîkastê ya di qeyda deng a şeva 12'ê Çileyê hat weşandin Serokê Kongra Gel Remzî Kartal e. Kartal diyar kir ku divê edaleta Fransa der heqê Omer Guney ê weke kujer hatiye bikaranîn, lêpirsîneke nû bide destpêkirin. Kartal anî ziman ku merheleyeke nû derketiye holê û destnîşan kir ku krîza navbera AKP û Cemaetê wê kûrtir bibe.

ÊDÎ PÊVAJOYEKE NÛ DESTPÊ KIR

- Salek piştî qetilkirina sê jinên şoreşger li Parîsê, qeyda deng a tê gotin aydî Omer Guney e derket holê. Di warê lêpirsîna tê meşandin de, hûn vê qeyda deng çawa dinirxînin?

Bi vê qeyda deng de der heqê cînayeta Parîsê de pêvajoyeke nû destpê kir. Heta roja îro tevgera me, gelê me der heqê cînayeta Parîsê de dewleta Tirk berpirsyar didît û timî diyar dikir ku hin hêzên navneteweyî piştgirî dane. Di vê mijarê de, di serî dadgeha Franasyê hemû derdorên pêwendîdar dan xuyakirin ku wan alîkarî nedane Tirkiyeyê, lewma di berfirehkirina lêpirsînê de ew zehmetiyan dikşînin û nikarin encamê bi dest bixin. Êdî bi vê qeyda deng re ev sedem hemû yekser ji holê rabûn. Hikûmeta Fransa, bi taybetî jî edaleta Fransa pêwîste di vê çarçoveyê de der heqê vî kesê ku weke kujer hatiye bikaranîn lêpirsîneke nû bide destpêkirin û û di vê çarçoveyê de hemû agahiyên der heqê MÎT an jî ew kesên kujer behsa wan dike, werbigire. Pêwîste rayedarên Fransayê agahiyên têrker bidin raya giştî.

AKP YEKSER GUMANBAR E

Hikûmeta Tirkiye, MÎT heta roja îro der heqê vê bûyerê de neketine nava lêkolîneke cidî. Tê zanîn, li Enqereyê dozgerekî lêpirsînek daye destpêkirin. Lê belê di vê derbarê de ti pêşketin nîne. Bi van mukurhatinan re MÎT, lewma hikûmeta AKP yekser gumanbarê van cînayetan e.

Eger MÎT, hikûmeta AKP ne di nava vê komkujiyê de be, hingî divê teqez agahiyên di destê xwe de, yên der heqê Omer Guney, der heqê têkiliyên Omer Guney ên li Enqereyê de bi dadgeha Fransa û raya giştî re parve bike. Hikûmeta AKP ya ku di mehên dawî yên sala 2012'an de bi Rêber Apo re dest bi hevdîtinan kir û pêvajoya çareseriyê destpê kir, ancax bi vî rengî karibe îspat bike ku ne di nava vê komkujiya Parîsê ya hevalên me hatin qetilkirin de ye. Naxwe raya giştî, gelê me û tevgera me wê dewleta Tirk, temsîlkarê wê AKP û di serî de îstîxbarata wê hemû hêzên wê yên kûr û tarî weke berpirsyarê vê komkujiyê bibînin.

TÎMÊ SÛÎKASTÊ


- Di planên cînayetê yê qeyda deng de navê we jî derbas dibe. Di sala 2011'an de we gotibûn ku planeke bi heman rengî ketiye meriyetê. Omer Guney jî di sala 2011'an de li Parîsê derket holê, dema ev were nirxandin, gelo di navberan van her du bûyeran de paralelî hene?

Me beriya niha ev ji raya giştî re aşkera kiribûn. Piştî hilbijartinên 2011'an hikûmeta AKP'ê li dijî tevgera me dest bi şerekî giştî yê berfireh kiribû. Me bihîstibûn ku wê hingî li welêt li dijî rêveberiya tevgerê, li Ewropayê jî li hemberî hin şexsên di asta rêveberiya tevgerê de ye, hewldanên bi vî rengî yên sûîkastê werin kirin. Bi qeyda deng a Omer Guney re êdî ev yek piştrast bûye. Lê mukur hatiye.

Di vê çarçoveyê de ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê û ji bo careke din neyê dûbarekirin, wezîfeyên girîng dikevin ser milê gelê me û raya giştî ya demokratîk. Ronîkirina van cînayetan di heman demê de pêwendiya xwe yekser bi pêvajoya çareseriyê re heye. Mîna ku Rêber Apo dibêje, bi muzakereyan re bingeheke rast a diyalogê dikare were danîn û ji bo çareseriyê gavên berçav bên avêtin. Ji ber vê yekê li aliyekî hem wezîfe dikeve ser milê hikûmet û edaleta Fransayê li aliyê din jî dikeve ser milê hikûmeta AKP'ê. Bi fermana hikûmeta AKP'ê re lêpirsînek li Enqereyê destpê kir. Weke tevger û gel bendewariya me ji her du aliyan heye ku di vî warî de xebatên pêwîst bimeşînin. Her wiha ji bo pêşvebirina vê pêvajoyê wezîfeyên girîng dikeve ser milê tevahiya raya giştî, gelê me, dostên me û rêxistinên civakî yên sivîl.

BERPIRSYARIYA FRANSA HEYE

- Ji bilî qeyda deng, di lêpirsîna heta roja îro hat meşandin de nîşaneyên xurt derket holê ku organîzatorên vê cînayetê li Tirkiyeyê ne. Gelo ev bi tena serê xwe têra vegotina cînayetekê dike? Di vê mijarê de, di serî Fransa rola welatên Rojavayî yên nekarî sê jinan biparêzin çawa dinirxînin?

Ji bilî van cînayetan, di çarçoveya polîtîkayên sed salî yên welatên Rojava, welatên Ewropa der heqê pirsgirêka Kurd de dimeşînin, berpirsyariyên wan tên zanîn. Di vê çarçoveyê de, li pêşberî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, pêşhukmên wan û siyasetên wan ên her tim me sûcdar dike, tên zanîn. Di komkujiya Parîsê de jî vê xwe da der. Tê zanîn; tevî ku sê hevalên me hatin şehîdxistin jî, di destpêkê de tevgera me sûcdar dikirin. Ev yek weke mijarek di nava rêxistinê de didîtin. Lewma em dizanin ku servîsên polîsan û yekîneyên pêwendîdar ên Fransî, dema ev kar nirxand, li ser vê bingehê tevgeriya, bi xemsasrî nêzîk bûn, lêkolîn lêpirsîneke cidî nekirin û hin delîl winda bûn. Ev yek ji mukurhatinên dozgeriya lêpirsînê ya li Parîsê jî tê fêmkirin.

Polîtîkayên wan ên sed salan, di vê komkujiyê de jî xwe bi heman rengî dide der. Yanî hem di nêzîkatiya li vê yekê de berpirsyariyên wan hene, hem jî gumanên raya giştî yên li ser bepirsyariyên wan ên di amadekirin û plankirina vê komkujiyê de hene. Gumanên vekirî hene. Welatekî mîna Fransa xurt, welatekî ku di rewşa pêwîst de dikarî ji hemû rêyên îstîxbaratê yên Ewropayê agahiyan bistîne, der heqê jiyana Omer Guney, jiyana wî ya li deveyî gelê me û saziyên me de, bi hêsanî agahî peyda bikira. Dikarîbû nasnameya wî zelal bikira. Dikarîbû derxista holê ka kiye. Di çarçoveya agahiyên di dest de dikarî lêpirsîneke bi bandor bimeşanda û di vî warî de zext li Tirkiyeyê bikira. Diviyabû bimeşanda. Ji ber ku ev her sê jin li wir hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê berpirsyariyên rayedar û saziyên Fransayê jî di vir de heye. Eger ev yek neyê ronîkirin, encamên ku raya giştî pê bawer be neyê dayîn, wê raya giştî ya bi wicdan û gelê me bizanibe ku Fransa yekser di nava vî karî de heye, xwedî berpirsyarî ye.

'MIN QET OMER GUNEY NEDÎT'

- We qet Omer Guney dîtiye?

Ez wî nas nakim. Em qet rûbirû nehatin. Min ew ji wêneyê piştî cînayetê li raya giştî belav bû, dît. Eger hatiye cihê ez lê bûme; yanî dema ji bo civînekê çûn Parîsê, ji Parîsê mirov hatin, li ber Parlamenta Ewropayê çalakiya kon hebû, wê demê hatin serdana vê çalakiyê, piştre yên ku wî nas dikin behs kirin ku ew jî di nava girseyê de hebû. Wê demê hatiye, tê gotin ku bi wan koman re hatiye KNK'ê. Lê belê ji ber ku ez nas nakim, nizanim. Rûbirû min ew nedît.

DEMA KU QEYDA DENG HAT WEŞANDIN, BALKÊŞ E

- Di warê dema weşandina qeyda deng de çi difikirin, di demeke şerê desthilatdariyê yê navbera AKP û Cemaeta Gulen de hat weşandin. Wekî din, sê roj piştî yekemîn salvegera komkujiya Parîsê û rojek piştî daxuyaniya dawî ya Birêz Abdullah Ocalan a ji Îmraliyê, hat weşandin.

Dema hatiye weşandin gelekî balkêş e. Demeke rasthatî nîne. Ji xwe miîna ku Rêber Apo jî anî ziman; bi awayekî giştî ji 7'ê Sibatê heta roja îro, yanî bi pêvajoya Oslo destpêkirin heta roja îro, niha jî ji bo têkbirina pêvajoya ev saleke Rêberê me dimeşîne, gelek hewldanên provokatîf, valaderxistinê hatin kirin. Di nava van de provokasyonên li aliyê dadgerî û polîs hene. Di pêvajoya ku bi 17'ê Kanûnê tê bilêvkirin de, armanca ew kesên dixwazin vê pêvajoyê provoke bikin, têk bibin, hene. Tê zanîn ku ev yek ji aliyê camaetê ve hatiye kirin. Tê zanîn ku ev yek pêvajoyek li ser bingeha pevçûna Cemaet-AKP'ê ye. Lê belê tê zanîn ku sedemeke bingehîn a pevçûna navbera Cemaet-AKP'ê pirsgirêka Kurd e, pêvajoya li ser bingeha hevdîtina bi PKK û Rêber Apo re ye. Polîtîkayên cemaetê tên zanîn ku berê zextên cidî li AKP'ê dikir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwistî bi hevdîtina bi PKK û Îmraliyê re nedidît û dixwest li dijî PKK'ê polîtîkayên ewlekariyê heta dawiyê bên meşandin, li gel vê der heqê pirsgirêka Kurd de hin gav bên avêtin û bi vî rengî xwe ji binê bar derxîne.

Di ser de dihat gotin ku bi lîsteyeke ji 50 kesî re, li hemberî rêveberiya rêxistinê paqijiyek dikare bê kirin. Ev hemû nêrînên ku der heqê cemaetê de li nava raya giştî belav bûne ye. Di rewşeke ku salek di ser komkujiyê re derbas bûye û hînê nehatiye ronîkirin de, cemaetê yekser weke navnîşan MÎT nîşan da û tê fêmkirin ku di ser MÎT'ê re dixwaze pevçûna bi AKP'ê re kûrtir bike. Lê belê dibe ku ev yek rastiyek be. Dibe ku îdîayên cemaetê rast bin. Dibe ku bi zordayîna MÎT û AKP'ê re pêvajoyê provoke bike. Ji xwe polîtîkayên cemaetê yên di vî warî de tên zanîn. Yekgirtiya berê ya Cemaet û AKP'ê jî tê zanîn. Di konsepta sala 2011'an a li hemberî tevgera me de tifaqa AKP-Cemaetê tê zanîn.

YÊ KU DIVÊ ZELAL BIKE HIKÛMETA AKP'Ê YE

Di rewşa heyî de, divê hikûmet komkujiya Parîsê ronî bike, ka bi armanca provokekirina pêvajoyê ye yan jî ji bo valaderxistinê hêzên ser bi camaetê yekser kirine yan jî planeke hevpar a konsepta Cemaet-AKP-Dewletê ya sala 2011'an de. Yê ku vê zelal bike hikûmeta AKP'ê ye, MÎT e. Eger di vî warî de agahî û belgeyên têrker pêşkêşî raya giştî nekin û ji bo ronîkirina rastiya lêpirsînê nebin alîkar, bêguman wê bi vî rengî berpirsyar MÎT û hikûmeta AKP be.

CEMAET ÊDÎ JI AKPÊ VEDIQETE

Cemaet êdî di rewşeke veqetîna ji AKP'ê de ye. Di vê çarçoveyê de bêguman herî zêde di ser pirsgirêka Kurd re pevçûna bi AKP'ê re kûr dibe. Ji bo AKP'ê têxe nava zehmetiyan, agahî û belgeyên der heqê cînayeta Parîsê, Roboskî pêşkêşî raya giştî dike û dixwaze AKP'ê bi tenê bihêle. Ev hemû dikarin werin fêmkirin. Agahiyên li ber destê me jî nîşan didin ku di pêvajoya heta roja îro de ceametê jî roleke gelekî qirêj, gelekî tarî lîstiye.

MERHELEYEK NÛ DESTPÊ KIR

Niha rewşeke nû mijara gotinê ye. Yanî kujerê ku komkujî kiriye dibêje wî bi organîzasyona MÎT'ê, bi fermana MÎT'ê cînayet kiriye. Ev rast e, derew e tiştekî din e. Lê îdîayeke berçav a der heqê MÎT, lewma AKP'ê li holê heye. Beramberî vê yekê divê MÎT û AKP rastiyê deyne holê: Omer Guney rast dipeyive yan jî derewan dike? Eger derewan dike, hingî divê hemû agahî û belgeyên vê bûyerê karibin ronî bikin, aşkera bikin. Naxwe Omer Guney rast diaxive. Hingî wê yekser bandora xwe li pêvajoyê bike. Ji ber vê yekê rewşeke nû li holê heye. Merheleyeke nû destpê kiriye. Krîza di navbera cemaet û AKP'ê de kûr bûye, wê bi vê pêvajoyê re kûrtir bibe. Ji ber ku bi heman rengî îdîayên der heqê Roboskî de di çapemeniyê de cih girtin. Di wir de jî pêwendiya MÎT'ê bi komkujiya Roboskî re tê destnîşankirin.

Ji bo me ji bo gelê me ya girîng, ronîkirina rastiyê ye. Gelê me, Rêberê me li benda rastiyê ye û mîna ku Rêberê me di hevdîtina dawî de got; heta cînayetên Parîsê û komkujiya Roboskî bên ronîkirin wê her şêweyên têkoşînê bên bilindkirin. Heta ku ev neyên ronîkirin, ne gengaze ku pêvajoya bi pêş ve biçe. Li ser vê bingehê em bi bawerin ku wê di dema pêş de di vî warî de pêşketinên berçav rû bidin.

FAKTORA DIYARKER NE QEYDA DENG E, TÊKOŞÎN E

- Li Fransayê gelek cînayetên siyasî yên demê hatin kirin, tevî ku di ser re salên dûr û dirêj derbas bûn jî îro hînê nehatine ronîkirin. Berpirsyariya dewletê ya di cînayetan de her tim hat nixumandin. Beramberî vê rewşê, daneyên ku di nava salekê de der herqê êrîşa 9'ê Çileyê de derketin holê, ku 'berpirsyariya dewletê' nîşan didin, gelo hûn bi çi ve girê didin?

Faktora diyarker a mijarê ronî dike, ne ev qeyda deng a nû ye. Têkoşîna azadiyê ya gel e ku rê li ber derketina vê qeyda deng vekir. Eger têkoşîna gel nehatibûya xurtkirin, li Kurdistanê siyaset, hikûmet, parlament û sîstema dewletê ya Tirkiyeyê nehatibûya tengavkirin, ev yek ne pêkan bû. Sedema bingehîn a krîza navbera AKP û Cemaetê, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye ku her diçe xurt dibe. Eger zextek bi vî rengî nebûya, wê qeyda deng derneketibûya, ser bihata nixumandin. Mîna cînayetên berê yên ser hatin girtin. Lewma ya diyarker bilindkirina têkoşînê ye.

KRÎZ WÊ KÛRTIR BIBE

Ev krîz wê kûrtir bibe. Lewma hevsengiya hêzan, hevsengiya hêzên dewletê temsîl dikin wê hîn bêtir bi hev re pev biçin û di encamê de jî hîn bêtir agahî derkevin holê. Ev hemû wê bingeheke cidî ji bo destpêkirina pêvajoyeke demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, pêvajoyeke aştiyane biafirîne. Girîng e ku hemû hêzên demokrasiyê li ser vê bingehê tevbigerin û pêvajoyê bi pêş bixin.

Li ser vê bingehê cînayeta Parîsê wê ronî bibe. Rayedarên Fransa neçar in li gorî vê tevbigerin. Nikarin ser binixumîne yan jî berpirsyariyên xwe bicih neynin. Ev rewş wê zorê bide Fransa û hemû saziyên pêwendîdar, ji bo mijarê ronî bikin.

 

ANF 


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

ÇGD: Haya we ji 47 rojnamegerên girtî heye?

ad

Agahiya herî dawî: Li Kobanî rewşa tenduristiyê

ad

Îcadek din: Tekerên ku nateqin îcad kirin

ad

Fûtbola Jinan: navê fînalê DYA û Hollanda ye

ad

"Xelata Rojnamegerî ya The Guardin"ê dan Agosê

ad

Li ser nîqaşên alfabeya Latînî û Erebî ya ji bo kurdî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname