Google, Zanîngeha Washington û Brave New Software ragihand ku wan versîyona "UProxy" derxistine û bi vê yekê li ku derê dinyayê dibin bila bibin, bikarhênerên înternetê bêyî sansur çêbe dê bikaribin bikevin înternetê.
UProxy ligel Chrome û Firefox dê bixebite, kî bi vê bikeve întertenê wekî ku li DYA yan jî Îngilistanê be û bikeve înternetê, bêyî rastî sansurê bê, dê bikaribe bikeve înternetê.
Li gor nûçeya trsec.net bi vê yekê dê ji çavdêriya dewletê jî mirov rizgar bibin.
Zanyarên li Zanîngeha Washington û şîrketa Brave New Software ragihandin ku UProxy hê di asta ceribandinê de ye.
UProxy ku di meha kewçêra borî de hatibû ragihandin xizmeteke Google ya bê p ere ye û li bendê ne ku di havîna 2014'an de bikeve bin xizmeta mirovan.
Yek ji rêveberên Google Ideas Jared Cojen li ser vê xebatê wisa gotiye: "Li dinyayê bi mîlyaran kes ne xwedî derfeta ku fikrên xwe bînin ziman in. Em çawa xwedî înternetê ne û înternetê bikar tînin,e m dixwazin vê yekê bigihînin wan jî. Em dibêjin ku li hemberî bikarhêneran peywireke me jî heye. Li hemberî bikarhînerên li welatên wekî Koreya Bakur, Îran, Sûriye û Kubayê peywireke me heye. Û li van welatan zehmetî zêdetir in."


