logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Ferzan Şêr: Helîm Yûsiv ne kêmî Marquez e

"Hîndekarên ku her qala Mehmed Uzun dikin vê teza min bixwînin dê êdî qala Helîm Yûsiv bikin."

  • Dîrok: 04/03/2014
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Helbestvan Ferzan Şêr li Zanîngeha Bîlgî li ser pirtûkên Helîm Yûsiv teza xwe amade kir û teza wî hat qebûlkirin.

Şêr di sala 2011'an de dest bi teza xwe dike. Wê çaxê ew dixwaze bi kurdî teza xwe binivîse, lê li Zanîngehê hîndekarên ku dê kurdî binirxînin nîn in, jixwe bi kurdî tezê hê qebûl nakin jî. Ew mecbûr dimîne bi tirkî dinivîse, lê di tirkî nivîsandinê de gelek zehmetiyan dikişîne.

Ferzan Şêr navê "Di cîhana wêjeyî ya Helîm Yûsiv de beden û îqtîdar" li teza xwe dike. A rast ew dixwaze zêdetir bi ser "pişt" û "îqtîdarê" re bidomîne lê di wergera tirkî de nizanin dê "pişt"ê çawa lê bînin û mecbûr peyva "beden" bikar tînin.

Li Zanîngeha Bîlgî komek kurd di bin navê Pêşkêşiyên Tezên Kurdolojiyê de xwendekarên ku tezên xwe li ser kurdan, wêjeya kurdan, kurdolojiyê amade kirine dikin mêvan û ew kes tezên xwe pêşkêşî mêvanên amade jî dikin. Vê carê mêvanê vê pêşkêşiyê Ferzan Şêr bû. Di pêşkêşiya ku êvara 3'yê adarê li dar ket de eleqeyek baş ji bo wê hebû û Şêr qala kîteyên teza xwe kir.

Şêr, ji bo teza xwe pirtûkên Helîm Yûsiv "Sobarto", "Mirî Ranazin" û "Tirsa Bêdiran" girtine dest û bi ser wan re teza xwe "Di cîhana wêjeyî ya Helîm Yûsiv de beden û îqtîdar" nivîsandiye.

Ew di amadekirina tezê de li ser çar hêmanên bingehîn sekiniye: Pişt, çima septoma piştê, zayendîtî (têkiliya cinsî) û metna Helîm Yûsiv çi bersiv daye van tiştan. Di bin van beşan de jî beşên din girtiye dest û wisa teza xwe temam kiriye.

Ji nav çîrokan meseleya piştê, têkiliya pişt û desthilatdarî, têkiliya travmayên civakê û metnên Helîm Yûsiv, zayîn, mirin, karekterên wî... Şêr li ser van sekiniye, her wiha qala karakterên Helîm Yûsiv ên wekî Silêman ku netewe, Belqis ku welat temsil dîke, her wiha Mistoyê Qop û karakterên din jî kiriye di teza xwe de.

Ferzan Şêr got, bi hêmayên mirin, dînbûn û veguherînê Yûsiv li dij îqtîdarê, lê bi hêmaya spîbûnê jî li cem îqtîdarê sekiniye.

Piştî qalkirina naveroka tezê, di beşa pirsên xwendekar û mêvanên din de Ferzan Şêr got ku Helîm Yûsiv ne kêmî Gabriel Garcia Marquez e û wisa dom kir: "Ger pirtûkên wî bi wergerek baş li zimanên dinyayê bêne wergerandin, dê bi qasî Marquez eleqeyê bibînin."

Her wiha Şêr qala teza xwe û hîndekarên zanîngehê jî kir û got: "Hîndekarên ku heta niha ji bo wêjeya kurdî her qala Mehmed Uzun dikirin, dema teza min bixwînin êdî dê qala Helîm Yûsiv bikin, ji ber ku ew gelek pêşketîtir e. Ez Helîm Yûsiv, dîsa Bextiyar Elî bi ser gelek nivîskarên kurdan re dibînim."

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di hilbijartinê de Sinn Fein li pêş e

ad

Luce qeyrana dil derbas kir

ad

2023: 10 Fîlmên herî zêde pere kar kirine

ad

Konsereke taybet ji bo ajokarek

ad

Xecê û Xêro Abbas li ser dikê bûn

ad

Nûçegîhanê DÎHA'yê Hacioglû hat girtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname