Diyarname
Hemû rojnamegerên kurd ên di bin navê "Komîteya Çapemeniyê ya KCK'ê" de ji 20'ê berfanbara 2011'an ve girtîne hatin berdan.
Di 20'ê berfanbara 2011'an de polîsan avêtibûn ser saziyên çapemeniyê yên kurd yên wekî Azadiya Welat, Ozgur Gundem, DÎHA, ANF, Firat Dagitim û Demokratik Moderniteyê û gelek rojnamegerên kurd girtibûn. Êvara 26'ê adarê ji rojnamegerên kurd Semiha Alankuş, Nevin Erdemir ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoy; Kenan Kırkaya, Mazlum Özdemir, Mehmet Emin Yıldırım, Hüseyin Deniz, Haydar Tekin ve Şehmus Fidan jî ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hatin berdan.
Her wiha rojnaemger Yuksel Genç, Turabi Kişin, Nuri Fırat, Ramazan Pekoz, Ertuş Bozkurt, Mikail Barut û Davut Uçar nehatin berdan.


