AMED
Kongreya Îslama Demokratîk ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, xebatên wê hatibû destpêkirin, roja lidarketina wê diyar bû. Îro bi daxuyaniyekê dilar kirin ku rojên 10-11’ê gulanê wê kongre li dar bikeve.
Ji bo eşkerekirina dîroka kongreyê û agahiyên li ser kongreyê li Parka Sumerê ya Amedê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Gelek alimên olî ên îslamê, akademîsyen, zanyar û nîvîskar ku ji 48 kesan pêk tê û gelek kedkarên çapemeniyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna bangawaziyê bi 4 zimanan, erebî, kurdî, tirkî û îngîlîzî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî ji Rektorê Zanîngeha Artûkluyê Kadrî Yildirim ve xwendin.
'Hemû kes ji bo edalet, aştî û azadiyê bên ba hev'
Kadrî Yildirim, anî ziman ku Kongreya Îslama Demokratîk dê di 10-11 gulana 2014'an de pêk were. Yildirim, da zanîn ku Erdnîgariya wan ya ku dergûşa şaristaniyê ye, ji her demê bêtir hewcedarê bi heq, edalet, yekîtî, wekhevî û hevkariyê heye û wiha got: "Hewzeya Mezopotmyayê, yan jî bi navê xwe yê serdemên nûjen Erdnîgariya Rojhilata Navîn ku li dijî şîrkê ji bo tewhîd û edalet û azadiyê dergûşa tekoşîna Îbrahîm Pêxember e. Ev demeke dirêj e ku bûye deryaya êş û xem û tundî û xwînê." Yildirim, anî ziman ku di erdnîgariya wan a ku rêberên modela "misilmanê henîf" Mûsa, Îsa û Muhemmed li ser wê peyama tewhîdê teblîx kirine de, ji aştî, edalet û azadiyê ku nirxên mirovatiyê yên siruştî ne tu şopek nemaye û wiha axivî: "Tu dibêjî qey ev jî ne bes e, gel bi sînorên çêkirî ji hev cuda bûne; mezheb û eşîret û kom bûne dijminên hev." Yildirim, anî ziman ku ji bo ku ew erdnîgariya xwe bikin warê edalet û aştiyê, ew dixwazin bi her kesê ku alîkarê mafên mirovan, edalet, aştî û azadiyê ye re bên cem hev û ji bo înşakirina Rojhilata Navîneke nû ew paşxaneya xwe ya Îslamî bi hev re kifş bikin.
'Rawestana çekan û xeberdana fikran…'
Yildirim, derbarê bernameya Kongreya Îslama Demokratîk de mijarên ku werin nîqaşkirin jî axivî û got: "Di civîna ku bi navê Kongreya Îslama Demokratîk dê bê lidarxistin de, di çarçoveya "rawestana çekan û xeberdana fikran" de tê pîlankirin ku dûr ji her cure fikrên siyasî û mezhebî ev mijar bên nîqaşkirin: Di Eslê xwe de Peyama Tewhîdê Çi ye? Têkiliya Îslamê Bi Demokrasî û hiqûq û azadiyê re; Li Ser Bingeha "Hevpeymaniya Medîneyê" Yekîtiya Gelan a Biedalet û Azad û Pirayetî û Wekhev dê Çawa Bê Pêkanîn? Di Îslamê de Hukmên Tundî û Şer û Aştiyê; Îslam û Mêtînkarî; Îslam û Jin; Îslam û Deshilatî; Pêvajoya Aştiyê û Nêrîna Li Pirsgirêka Kurdî; Di Îslamê de Mafên Mezlûm û Bindestan."
Kesên ku ji bo metna bangewaziya Kongraya Îslamê a Demokratîk jî ev in: Tirkiyeyê û herêmê, Ayetullah Kanhan (Nivîskar), Ayhan Bilgen (Nivîskar), Abdullah Demirbaş (Avakarê Lijeneya Kirklar), Bilal Sanbur (Prof. Dr.), Diba Ermiş Keskin (Aktivîst), Ekrem Baran (Alimê Olî), Fadil Bedirhanoglu (Dr.Îlahiyatnas), Guler Ozavcı Dogu (Aktivîst), Hikmet Seydaoglu (Alimê Olî), Hikmettullah Imamoglu (Sendîkavan), Huda Kaya (Nivîskar), Îbrahim Bor (Doç. Dr), Îbrahim Yuce (Alimê Olî), Îhsan Elîaçik (Nivîskar), Kadrî Yildirim (Prof. Dr.), Kasim Firat (Ji malbata Sêx Seîd), Kerem Soylu (Nivîskar û alim), Mehmet Demirtaş (Alimê Olî), Murat Sofuoglu (Drektorê Sureç), Nakşî Sayar (Şeyh Bokarkî), Nurettin Turgay (Prof. Dr. ), Sefa Mehmetoglu (Nivîskar û lêkolîner), Şukru Aslan (Nivîskar), Ubeyd Kutlu (Şeyh Navyan), Vecihî Sonmez (Doç. Dr.), Veysel Ayhan (Doç. Dr.), Yavuz Delal (Nivîskar), Yusuf Ziya Doger (Civaknas û alim), Zahît Çîftkuran (Alim), Ji Rojava jî, Abdullsamet Şeyh Musa (Îslamik and Arabic Students Dies), Cemil Haco (Felsefevan û endamê lijneya îslamê), Mehemed Mustefa Mehemed (Serokê Lîjneya Îslamê), Muhemed Daher Mustafa ( Şeria and Lawin Cario), Muhemed Ebidallah El Kadrî (Wezîrê Olî), Mustafa Xalil Muhammed (Ji Fakulteya Îslamê a Beyrûd), Seyîd Hesen Ali (Nivîskar û alim) Ji Başûrê Kurdistanê jî, Abdula Wişiman (Alimê Olî), Abdulkerim Şerbajarî (Alim), Abdurrahman Nakşînbendî (Alimê Olî), Adem Mele Mahmud Ahmed (Alimê Olî), Nadir Elî (Şêx) û ji Ewropayê jî Abdulbarî Tîryakî (Alimê Olî), Eşref Budancak (Alim û Endamê Civaka Îslamê a Kurdistanê), Hikmet Serbilind (Serokê Partiya Îslamê a Kurdistanê), Mahmut Alpayci (Alimê Olî), Muhyettin Kaya (Serokê Civaka Îslamê a Kurdistanê), Safî Balli (Alim û Serokê Berê a Civaka Îslamê a Kurdistanê)
BERNAME
Li gor bernameya di Kongreya Îslamê ya Demokratîk de dê 6 rûniştin li dar bikeve. Di rûniştina 1'ê de ku wê 'Peymana Medîne' ya ku ji bo Misilmanan xwedî girîngiyeke cuda ye bê nirxandin de, weke modela jiyana bi nev re felsefeya Peymana Medîne, weke referansek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd Peymana Medîne, weke modelek ji bo avakirina Rojhilata Navîn a bi pirengî û aştiyane re Peymana Medîne, di referansa Peyama Medîne de pir nasnameyî, pir zimanî û mafê parastina zimanê dayikê" wê werin nirxandin.
ROJA YEKEMÎN
Dê di beşa duyemîn de jî di ‘Kuran û Hadîseyan de têkiliya pêkûtîdar û pêkûtî’ bê nîqaşkirin. Dê di îslamê de têgeha zilimkar û mazlûm, di nava pêvajoya dîrokî de têgeha dewletê pêkûtîdar, civaka ku rastî pêkûtiyan hatiye û di heta roja me ya îro têkoşîna heqîqetê û edalêt, li ser çareserkirina pêkûtîdar û pêkûtî ji aliyê kesên ku beşdar bûne ve bên nîqaşkirin.
Dê pêvajoya aştiyê û çareserkirina pirsgirêka kurd jî di rûniştina sêyemîn de bên nîqaşkirin. Di vê rûniştinê de jî van sernavan bal dikişînin. Girêdayên geşedanên Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd û Rojava, polîtîkayên Tirkiyeyê li hemberî Rojhilata Navîn û bandora vê yekê ya li hemberî pirsgirêka kurd, deklerasyona Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 2013’an û asta ku pêvajoya çareseriyê hatiye.
ROJA DUYEM
Di roja dûyemîn a kongreyê de; mijara ‘di îslamê de şer, aştî û cihê tundiyê’ bê destgirtin. Mijara rûniştinê ya yekem; ‘di îslamê de cihê şer û bandora yê ya roja me ya îro, banga aştiyê ya îslamê’ û ‘tundiya ku îro di bin navê îslamê de pêk tê’ bên dersgirtin. Dê di îslamê de cihê jinan di rûniştina 5’an de bê nîqaşkirin. Di berdewama wê de ‘di hadîse û kuranê de cihê jinan’ ji nîqaşê re bê vekirin. Di rûniştina 6’an de bernameya xebatê bê amedekirin, piştî ku koma xebatê bê bijartin dê encamname bê aşkerakirin.


