Diyarname
Ragihandina Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) vîdeoyek ku dema Serokomarê Iraqê Celal Telebanî li Berlina Almanya dengê xwe dide weşand. Demek berê jî wêneyên wî hatibûn weşandin.
Îro yekem roj bû li welatên derveyî Iraqê ji bo hilbijartina 30'ê avrêlê ya Iraqê deng hatin dayîn. Hilbijartin ji bo Encûmenên Nûneriya Iraqê û Encûmiya Parêzgeyên herêmê ye.
Vaye ew vîdyo:


