Ger kesek wêneyekî wisa nîşanî we bide û ji we bipirse ku ev der ku der e, hûnê çi bersivê bidin?
Bi îhtîmaleke mezin hûnê bibêjin bin holeke, yan koneke kurdan e û wan jî raxistiye berika xwe, ketine bêhnvedana nîvro...
Dibe ku bersiva we tişteke din e, lê em ne bawer in hûn texmîn bikin ku ev der nexweşxane ye û wan li salona nexweşxaneyê berika xwe raxistiye û ketine xewa navrojê...
Belê, li nexweşxaneya Riha ya Dewletê xizmên nexweşan li ber deriyê nexweşxaneyê raxistine berika xwe wekî ku ew der kon an mala wan be û xwe li ser dirêj kirine.
Û piştî fêmkirina rewşe, em pirsa duyem bipirsin: Rehetiyeke wisa li ku derê heye?


