Haydar Diljen
Ez îro bi otobusê ji Amedê diçim Ruhayê. Li nêzî Sêwregê cendirmeyan otobus sekinand û ketin hundir. Bi awayekî "suxrewarî" çante û tûrên rêwîyan yên li ser refikên otobusê pelikandin. Paşê cendirmeyekî din ket hundir, li kêleka şofêr rawestîya û bi dengekî bilind got: "Ew çanteyê reş yê kilîtkirî yê kê ye?"
Ji kesî deng derneket. Wek hemî rêwîyên din, min jî li rêwîyên di otobusê de mêze kir.
Pênc rêz li paş min, di rêza dawîyê de malbatek rûniştibû. Ev malbat, ji dayik, bav û 4 zarokên biçûk pêk dihat.
Dema ku ew ketin nav otobusê, min dît ku bi hev re bi kurdî dipeyivin. Hem jî bi kurdîyeke gelek spehî. Hingê zarokên wan bala min kişand. Min texmîn kir ku ew penaberên Rojavayê Kurdistanê ne.
Ez vegerim ser bersiva pirsa cendirme. Min berê xwe da wê malbatê ku dayîk û bav ji hev re tiştekî dibêjin û zarok jî bi tirs li wan mêze dikin. Min fêm kir ku tirkî nizanin. Min bi dengekî ku bi kêmasî qasî yê cendirme bilind got: "Ev şirte (leşker) dibêje çanteyê reş yê kilîtkirî yê kê ye?"
Jinikê û mêrik bi hev re got: "yê me ye."
Mêrik kilîta çante ji jinikê stand, rabû ser xwe ku here çanteyê xwe yê ku di bagajê de ye veke. Dema ku hinda min re derbas bû, min pirsî:
-gelo to bi tirkî dizanî?
-gelek hindik
-bimeşe, ez bi te re têm
Ez û mêrik em ji otobusê peya bûn.
Mêrik çante vekir. Cendirmeyan li tiştên di nav çante de yeko-yek mêzekir. Di çante de bêyî cilên zarokan tiştek tunebû.
Lê dema ku mêrik çante vedikir, ez gelek bi heyecanek mişt tirs bûm. Di nav çend sanîyan de di serê min de çend senaryo peyda bûn. Yek ji wan ew bû, ku cendirme di çenteyê reş de tiştekî bibînin û mêrik bigirin, ev zarok dê çi bibin? Bi ku ve herin? Lê min biryara xwe da. Ku mêrik bigrin, ez ê heta dawîyê alîkarîya wan zarokên kurdîaxêf bikim.
Mêrik çanteyê reş dîsa kilît kir û ew li pêş min û ez li dû wî em di bin awirên rêwîyan ên meraqbarkirî de ketin nav otobusê. Mêrik ji min re got, "sihet xweş" û çû li cihê xwe rûnişt.
Ez li Ruhayê peya bûm. Wan rêwîtîya xwe ber bi pêşerojeke nedîyar berdewam kir. Dilê min bi wan re çû!!!
Ew zarok dê çi bibin? Ew kurdîya wan a şîrîn hetta kengê dê li hember tirkî li ber xwe bide?
Dayîk û bavê wan zarokan dê bikaribin ji wan re "nan" peyda bikin?
Îro li Ruhayê me û ev pirs rojeva mejîyê min ya sereke pêk tînin!


