logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Encamnameya Kongreya KCD'ê hate eşkerekirin

7'emîn Kongreya Giştî ya Asan a Kongreya Civaka Demokratîk bi dawî bû û encamnameya kongreyê hate eşkerekirin.

  • Dîrok: 07/09/2014
  • Beş: Nûçe

Diyarname

7'emîn Kongreya Giştî ya Asan a Kongreya Civaka Demokratîk bi dawî bû û encamnameya kongreyê hate eşkerekirin. Di kongreya ku rojên 6-7'ê vê mehê li dar ket de 501 delege lê amade bûn, her wiha li dor 300 mêvan, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û kesên serbixwe amade bûn. Her wiha 50 kesên çavdêr û ji parçeyên din jî nûnerên saziyan amadebûn.

Di kongreya ku bi diruşma “Em Neteweya Demokratîk û Jiyana Azad Ava Dikin” lidar ket de encamname piştî bi dawîbûnê hat eşkere kirin. Em vê encamnameyê bêyî biguherînin radigihînin we: 

"Di Komcivînê de li ser mijarên; nirxandina pêvajoya siyasî, rewşa pêşveçûnên ku li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê diqewime, avakirina Xweseriya Demokratîk, erk, peywir û berpirsiyariyên KCD, nîqaşên berfireh hatin kirin û biryarên pêwist hatin dayîn.

Bi gelemperî li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li ser erdnîgariya Kurdistanê şerekî giran diqewime, em dikarin bêjin ku ev  Şerê Sêyemîn ê Cihanê ye ku nav lê nebûye.

Ev şerê ku li Rojhilata Navîn diqewime, dibe sedêmê encamek wisa ku, hem ewlehî û pêşeroja gelên herêmê tehdît dike û hem jî tevkujiya çandî, etnîkî û bawerî pêk tîne ku dê di dîroka mirovahiyê de, qet neyê jibîrkirin. Bûyerên li Rojavayê Kurdistanê, li Şengalê, li Telafer û li Filistînê diqewimin, mînakên li ber çavan in. 

Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Öcalan, ji berê de û bi îsrar bal kişandibû ser vê rewşê û gotibû divê, dewletên herêmê xwenûkirin û veguherînên demokratîk pêk bînin. Ji bo hêzên Kurdistanî jî bikaribin hebûna gelê Kurdistanê biparêzin û azadiya xwe bidest bixin û bikaribin ji vê pêvajoyê re amade bin, pêwistiya Civîna Kongreya Neteweyî Ya Kurdistanê nîşan dabû.

Mixabin dewletên herêmê şûna ku guh bidin vê şiyariyê, ketin nav hewldan û têkiliyên kûrkirina şer. Ji bo civîna Kongreya Neteweyî asteng bikin, di serî de, Türkiye û dewletên herêmê ketin nav hewldanan. Teva ku ev bûyerên ku ji berê de hatibû dîtin, partî û rêxistinên siyasî yên kurdan, li hember astengkirinên ku ji derve hatine, ranewestiyan û heta niha kongreya ku dê yekîtiya neteweyî pêk bîne, lidar neket. Bi vî awayî riya vebalekî giran ê dîrokî ketiye ser milên partî û rêxistinên siyasî yên kurdan.

Kongreya me, ev pêvajo nirxandiye û careke din bangwazîya xwe ya kombûna Kongreya Neteweyî  dubare dike. Sedem çi dibe bila bibe, divê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, neyê taloqkirin. 

Her çiqas bi derengî ketibe jî yekîtiyeke neteweyî ya bi sînor ava bûye. Bi xêra vê yekîtiyê, gelê me li hember êrîşan hatiye parastin, êrîşên ÎŞID ê bêbandor maye. Rastî ew e ku, vê yekîtiyê hevkariya gelên Kurdistanê û Mezopotamyayê jî xurttir kiriye û pêwistiya avakirina hêzeke hevpar ya Gelên Kurdistanê û Mezopotamyayê derxistiye holê.

Ji bo pêşeroja xwe bi destê xwe ava bikin, pêvajoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji gelên herêmê re bûye hêviyek. Ji bo gelên cuda bikaribin bi hev re di nava aştiyê de jiyaneke wekhev ava bikin, kantonên ku li Rojava hatine damezirandin dibe mînak û modelek modern. Bi vî awayî derketiye holê ku, taxrîbatên pergala Netew Dewletê, ku weke mîrateya sedan salan e, bi perspektîfa Neteweya Demokratîk, dikare bêbandor bimîne. 

Gelê me yê Rojava, di alîkî de bi avakirina pergala xwe ya xweser a demokratîk, dikare li ser piyan bimîne, dikare li hember êrîşan bi hêza xwe ya cewherî gelê xwe biparêze. Li aliyê din, bi parastin û bi lêxwedîderketina gelê me yê Şengalê, yên ku ji ber êrîşên IŞÎD a xwînxwar naçar mane, hatine Rojava, bûye sedema pesinandin û teqdîrkirina gelê Rojava. Diyare ku gelê Rojava hêza xwe ji pergala xwe ya demokratîk digre.

Kongreya me, pergala Rojava, ji bo gelên herêmê wek modeleke qenc a mînak dibîne. Kongreya me çareseriyê di rêveberiya xweser a gelan de dibîne. Bi ji cîh û warên gelanbidûrxistin, ne çareserî yê. Li ser esasê vê rastiyê, Kongreya me dê ji bo xweseriya Şengalê û ji bo Şengalî vegerin ser axa xwe, dê xebatên berfireh bike.

Hêzên neteweyî û navneteweyî nikarîbûn çeteyan rawestînin, belê hêzên parastina  gel, bi berdêlên giran be jî, parastina gelan kiriye. Bo vê yekê, divê Hêzên HPG û YPG ji aliyê mekanîzmayên navneteweyî weke hêzên parastina gel werin qebûlkirin û PKK ji lîsteya “Rêxistinên Terorîst” were deranîn. Em v^ya weke pêwistiyeke girîng dibînin.

Kongreya me ,di rojeva xwe de cih daye, pêvajoya diyalog û çareseriyê û berfirehî nirxandiye. Kongreya me diyar dike ku, hikûmeta AKP ji bo çareseriyê gavên têrker navêje. AKP di alîkî de, destekê dide hêzên terorîst ên wek IŞÎD, li aliyê din dixwazin destkeftiyên kurdan biherifînin û di vê pêvajoya kaotîk a Rojhilata Navîn de, ku gelê kurd bi tevkujiyekê re rû bir û mane de, li ser navê çareseriyê, beriya her tiştî daxwaza bêçekbûna kurdan dike. Aşkere ye ku mebesta wan tasfîyekirin e.

Teva ku şûna di warê demokratîkbûnê de gavan bavêjin, daxwazên ne di cih de û derveyî rastiya jiyanê didin pêş, Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Öcalan û Tevgera Azadiyê, di bin şerd û mercên giran de be jî, ji bo pêvajoya diyalogê bi dawî nebe, bi hestiyarî tevdigerin.

Ji bo ev hewldanên aştiyê, bi muzakereyên serkeftî bidawî bibe, divê beriya her tiştî di warê ewlehî, azadî û tenduristiyê de,  şerd û mercên Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Öcalan, çêtir bibe. Ji bo pêvajoya dîyologê wergere ser muzakereyan divê kes û derdorên ku dikarin alîkariyê bikin tevli pêvajoyê bibin, di serî de girtiyên nexweş û girtiyên siyasî hemî serbest werin berdan. Qanûna dijî terorê betal bibe, Qanûna Hilbijartinê demokratîze bibe. Pêwistiya herî girîng jî amadekirina makezagoneke nû ye ku, di makezagonê de, mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî hatibe pesendkirin û xweseriya demokratîk hatibe qebûlkirin.

 Kongreya me azadiya jinan wek azadiya civakê dibîne. Ji peywirên me yek jî ew e ku, em li hember neheqî, şiddet, nehesibandina jinan derkevin û di vî warî de têkoşînê bikin. Ji bo temsîla wekhev ya di her qadê  jiyanê de xebat û di vî warî de di nava rêxistin û saziyan de avakirina hişmendiyeke zelal, peywireke din e. 

Kedxwarî, îstîsmara zarokan, belavbûna tilyakê, cûdakirina nasnameyan mijarên ku em ê têbikoşin e. 

Kongreya me di biryar, daxwaz û pêdiviyên civakî de, tevlêbûna civakê pêwist dibîne. Bi vê armancê avakirina demokrasiya resen û bê kêmasî avakirin û sazkirina  xweseriya demokratîk wek hedefeke sereke qebûl dike.

Li ser esasê  civaka exlaqî û polîtîk; paradîgmaya avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û wekheviya jinan; li ser esasê avakirina aboriya ekolojîk, edalet, parastinê çareserkirina  pirsgirêkên civakê weke peywireke bingehîn qebûl dike.

 Em Kongreya xwe di serî de diyarî gel û baweriyên; Êzidî, Kurd, Suryan, Ermen, Şabak, Kakaî ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi tevkujiyê re rû bir û mane û temama şehîdên Şoreşa Rojava û berxwedêrên Kurdistanê dikin. "

 

Nûçeyên eleqedar:

- Hevserokên KCD'ê diyar bûn: Irmak û Dîcle 

- Ji Kongreya KCD'ê notê roja yekemîn 

- Vaye bernameya Kongreya KCD'ê 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hat nûkirin: Rewşa Îsmaîl Beşîkçî stabîl e

ad

Tenê li sûkek 600 dikan hatin girtin

ad

Festîvala Duhokê bi xelatdayîna fîlman bi dawî bû

ad

Dawiya gulanê li çend bajaran çalakiyên çandî yên bi kurdî

ad

PYD’ê û Partiya Demokratîk biryara xebata hevbeş da

ad

CIA: Hejmara kurdan 14 mîlyon e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname