Riha
Rojnamegerên kurd Mustafa Balî, xebatkara Ronahî TV Xizna Abdo dema ji deriyê sînor ê Murşîtpinarê derbasî Sirûcê bûn hatin binçavkirin.
Rojnameger îşev ji derî xwestin derbasî Pirsûsê bibin, lê hatin binçavkirin. Dema bi şev ev nûçe hate weşandin hê tu agahî ji wan nebû ku ew birin ku derê.
Her wiha nûçegîhanê ANHA'yê Lezgîn Îbrahîm û rojnamegek din ku nav me bi dest nexist ew jî hatin binçavkirin û hê li qereqolê ne.
Li gor agahiyên ku hatin rojnameger nîvê şevê hatin berdin. (Ev rêz nîvê şevê li nûçeyê hatiye zêde kirin)


