logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Bîranîna Xelîlê Çaçan Muradov û Çîroka çîrokekê

Dema di van rojan da 90 saliya jidayikbûna Serokê Radyoya Rewanê a Para Kurdî, nivîskarê eyan Xelîlê Çaçan Muradov tê bî

  • Dîrok: 24/02/2014
  • Beş: Serbest

Mehmet Gültekin


Dema di van rojan da 90 saliya jidayikbûna Serokê Radyoya Rewanê a Para Kurdî, nivîskarê eyan Xelîlê Çaçan Muradov tê bîranînin û em bi saya serê gotar û miqaleyên têr û tijî ji jînenîgarî, kar û xebatên wî agahdar dibin; bi carekê da serhatiyeke min a di derbarê xebateke ji destpêka salên 1990’î hat bîra min. Ez bi zûtirkê li pirtûka bi navê “Orientalische Frauenmärchen (Çîrokên Jinan ji Rohilata Navîn)” a bi zimanê almanî geriyam…

Eşkere ye ku di pêvajoya pêşdeçûyîna miletan da civak her dem hewcedarê şexsiyetên xwedî roleke sosyokulturî ne ku parastina hebûna civakê ya wekî komeke xweser gelekî bi vê rola wan ve girêdayî ye. Gelek meriv hene ku xwedî mevkiyekê ne, lê belê piraniya wan xebatên xwe wekî erkeke di çarçova destûra kar û barên wê mevkiyê dibînin û dimeşînin. Lê divê ji bo ku meriv bikaribe ji bo civaka xwe zêdetir kêrhatî be û di dîroka civakê de bibe xwedî qedrekî bi rûmet, divê ew kes ji sînorên mevkiya xwe wetrê bibe xwedî roleke sereke. Ji bo civakîbûnê, hebûn û berdewamiyeke civakê ya qenc û kêrhatî hewce ye ku mîrata wê a kulturî a neteweyî bi awakî rêk û pêk bigihîje nifşên nû. Di hemû civakan da ev bar berê pêşîn dikeve ser milên şexsiyetên di civakê de xwedî roleke kêrhatî ne. Ew wê demê dibin xwedî roleke taybet, çawa stûnek bingehîn ê civakê. Ev şexsiyet in ku nirxên civaka xwe yên dîrokî û kulturî baş tespît dikin, wan verast dikin û bi awakî rêk û pêk digihînin nifşên nû ji bo parastina hebûn û berdewamiya civakê.  

Helbet qise li ser Xelîlê Çaçanê Muradov e (1924-1981), kîjan ger hin di jiyanê da bûya ê di van rojan da bigihîşta temenê xwe yê 90 salî. Ew ne tenê ji ber serokatiya xwe ya ji bo Radyoya Rewanê Para Kurdî ya ku ji bo civaka me mevkiyeke sereke ye, lê ew bi piranî ji ber rola xwe ya wekî şexsiyeteke barkêşê kultura netewî ya civaka kurd navdar e. Tenê berhevkirin û amadekirineke rêk û pêk ji bo weşana radyoyê ya 1800 kilamên kurdî bi serê xwe bûyereke sereke ye. Ez dê li vir ne bi berfirehî li ser jînenigeriya Xelîlê Çaçan bisekinim, ji ber ku nivîskarên me yên eyan wekî Eskerê Boyik gelek agahiyên berfireh û balkêş anîne ziman, û her wisa ne jî li ser rola Radyoya Rewanê ji bo civaka kudan rawestim, nexwe li ser vê mijarê jî pir lêkolîn û xebat di destên me da hene.

Em werin ser çîroka çîrokekê. Em dizanin ku Xelîl Muradov wekî nivîskar jî navdar e. Pîrtûkên wî “Kilamên Cimaeta Kurdan” (1963); Du poêm “Destanên Memê û Eyşê” û “Zembîlfiroş” (1965); “Qisên cimaetê” (1969); “Morîyê Nenê” (1976); “Benê min qetîya” (2000) û “Cewahirên Kurdî” (2010) çap bûne.

Dema meriv bi xwendekarên dibistana navîn û lîseyê yên li Almanya li ser çîrokan diaxife, gotin jixwe bi awakî tê ser çîroka kurdî ya bi navê “Nimm Dich in Acht vor den Ränken der Frauen” (Ji şerê Jina bitirse). Di bîra wan de maye ku naveroka vê çîrokê destnîşan dike, ka meriv çawa dikare, -ne tenê bi riya bikaranîna qanûnan- lê her wisa bi awayê zimanşîrînî, bi rêya henek û bi hîndarî wekheviya jin û mêrê bi dilxweşî pêk bîne, qedr û qîmetê hev baştir bi hev bide zanîn. Ev çîrok wekî mînak di dersên wêjeyê de tê bikaranîn û şirovekirin. Herçî xwendekarên kurd ên dibistanên almanî ne, ew hema di destpêka axaftina li ser vê çîrokê ji alî dersdarê xwe da beşerxweş dibin û bi refleksekê destê xwe bilind dikin û dibêjin; “Ew çîrokeke kurdî ye, ez jî kurd im.” 

Çiroka “Ji Şerê Jina Bitirse” di nav xwendekarên li Almanya da gelek navdar e; pirtûka ku ev çîrok tê de cih girtîye jî hema hûn bêjin, di gelek malan de û di hemû pirtûkxaneyên Almanya da peyda dibe. Ji wan salan virde ye ku Hannelore Marzi wekî nivîskar û her wisa wekî çîrokbêj ji aliyê dibistan û saziyan tê vexwendin, wisa ku çi bajarên mezin û çi ên piçûk yek nemaye ku ew li wir beşdar nebûbe û ev çîroka sereke jî nexwendibe. Hammelore Marzi dibêje, dema ku ew di beşdariyan de çîrokan dixwîne û carinan dora xwendina vê çîroka Xelilê Çaçan hildide dawiya bernama xwe ji bo ku guhdarvanên wê heta dawiyê bimînin. Ew vê çîrokê êdî ji zûde ye ji ber xwe dizane û wê bi zarbêjî pêşkêş dike. Bi ser de ev çand sal in ku ev çîrok wekî şano jî hatiye amadekirin û di sehneyên bajarên Almanya de tê pêşkêşkirin. 

Bi kurtasî, ger ku hûn navê vê pirtûkê “Orientalische Frauenmärchen” û/an jî navê çîrokê “Nimm dich in Acht vor den Ränken der Frauen” bidin Googleê hûnê rastî piştrastiya van gotinan û pêra gelek agahiyan li ser pirtûkê û bi taybetî jî li ser vê çîrokê bên.

Nivîskara vê pirtûkê almanî Hannelore Marzî a almanî a navdar e. Di destpêka salên 90’î bû, wê ji bo projeya xwe ya amadekirina pirtûkeke çîrokên ji welatên rohilatê daxwaz ji min kir, wekî ez hin çîrokên kurdî pêşniyar bikim ku ew du heban ji wan ji bo pirtûka xwe bijbêre. Piştî ku min naveroka gelek çîrokan bi zarbêjî ji wê re vegot, wê di dawiyê de ji wan du çîrok destnîşan kir ku yek ji wan ji aliyê Xelîlê Çaçan Muradov da hatibû nivîsandin. Çapa pêşîn a pirtûka Hannelore Marzi di sala 1995’an de di nav weşanên weşanxaneya almanî a herî bi nav û deng “Fischer” de bi sernavê “Orientalische Frauenmärchen” (Çîrokên Jinan ên Rohilatê) da pêk hat. Pirtûk piştî demekê bi sernavê “Frauenmärchen aus dem Orient” di nav weşanxeyên din de jî hat weşandin. Pirtûk ji 24 çîrokan ên duwanzdeh welatan pêk tê. Piştî demeke kurt ev pirtûk bû bestseller û ji nû ve hat çapkirin, di salên pey de jî êdî çapekê da pey a din û her car jî hemû hatin firotin. 

Ev mînak, dibe ku piçûk xuya be lê wekî em dibînin dikare nav û dengê miletekî bi destnîşanên wiha ên ji çanda wê bi dinyayê bide nasandin.  


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Seydayê Cegerxwîn tê bibîranîn

ad

Akademîsyenên alman ji bo Rojava kampanyaya piştgiriya dan dest pê kirin

ad

Tarafê transparana Tugce Kazaz sansur kir

ad

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava

ad

Ji înternetê jî li 'Şînokan' temaşe bikin

ad

Balkişandin ser hawirê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname