BERLÎN
Li Almanyayê gelek akademîsyen û zanyaran ji bo Rojava kampanyayeke piştgiriyê dan dest pê kirin. Kampanya roja 28'ê mehê bi diruşma, “Ger ne em bin wê kî be? Ger ne niha be kengî?” li paytexta Almanya Berlînê dest pê dike.
Akademîsyen, hunermend û zanyarên ku li hev kom bûn bi diruşma “Ger ne em bin wê kî be? Ger ne niha be kengî?” biryar dan ku ji bo rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê bidin dest pê kirin. Di banga kampanyayê ya bi sernavê “Em destekê didin xweseriya demokratîk û berxwedana Rojava” de wiha hat gotin: “Êdî ne dema axaftinê ye, dema çalakiyan e.”
Kampanya li Berlînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tê destpêkirin. Di nava akademîsyenên ku piştgirî didin kampanyayê de nivîskar Bini Adamczak, Prof. Elmar Altvater, Prof. Micha Brumlik, rojnameger-nivîskar Dietmar Dath, Prof. Dr. Frank Deppe, nivîskar Thomas Ebermann, Prof. Wolfgang Fritz Haug, Prof. Dr. Rahel Jaeggi, Prof. Dr. Verena Krieger, mûzîkjen Dirk von Lowtzow, weşanger Hanna Mittelstädt, Rêveberê Weşana Giştî yê Rojnameya Neues Deutschland Tom Strohschneider û gelek kesayetên din hene.


