logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

'Pirtûkxaneya Zindî' di xizmeta we de ye

Cara 6'an Barişarock li dar ket. Di festîvalê de herî zêde "Pirtûkxaneya Zindî" bal kişand...

  • Dîrok: 11/08/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Cara 6'an Barişarock li dar ket. Di festîvalê de herî zêde "Pirtûkxaneya Zindî" bala beşdaran kişand.

Yekem car di sala 2003'yan de li hemberî Rock'in Rockê festîvala Barişarock li dar ket û di van 6 salan de geh li hemberî şer gotin "Divê em tiştekê bikin", geh gotin, "dinyayeke nû mimkûn e" û her carê jî ji bo li hemberî şîrketên navneteweyî, ezperestiya kapîtalîzmê, dengê azadî, wekhevî û biratiyê bilind kirin. Aktivîstên Barişarock gotin, "Em navberê didin Barişarock" û cara dawî festîvala dawî li dar xistin.

Sedem wekî "daxwaza parastina rêgez û enerjiya wê" nîşan dan û bi vî awayî ne navbereke dan Barişarock.
Festîval îsal ji bi beşdariya hezaran kesî li Qada Seyranê ya Mehmet Akif Ersoya Stenbolê li dar ket.

Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê, GençSer, Însiyatîfa DurDe, gelek saziyên sivîl û rêxistinên hawirê di festîvalê de stand vekirin. Festîvala ku ji dehan welatan bi sedan hunermend beşdar bûn de stran hatin gotin, pêşangeh hatin vekirin, "Qehwexaneya Mafên Civakî" hate li dar xistin tevî sohbetên di navê de, atolye hatin sazkirin... Di nav festîvalê de beşa ku herî zêde bal kişand "Yaşayan Kutuphane (Pirtûkxaneya Zindî)" bû.

Di Pirtûkxaneya Zindî de Kurd

Pirtûkxaneya Zindî ji pirtûkxaneyên heyî cudatir, pirtûkên di pirtûkxaneye de mirov in û bi xwendevanan re rasterast didin û distînin.

Pirtûkxane di nav çadireke mezin de hatiye avakirin, ciwanên di nav de rûniştî û kataloga pirtûkxaneyê pêşkêşî we dikin. Di katalogê de 'pirtûk'ên erebî, ermenî, Parêzer, Tilyakêşên ku dev ji kişandinê berdane, Çavkor, Hiv +, Lezbiyen, Psîkolog, Romen, Biyaniyên ku li Tirkiyeyê dijîn, Şîzofren, Kurg, Derecekarê OSS'ê, Wênesaz, Transeksuel, Cihû, Laz, Gey, Elewî hene lê ne pirtûkên hatina çepkirin, yên dijîn, wekî me xwedî du dest û du lingan.

Hûn pirtûkê ku dixwazin bixwînin ji katalogê hildibijêrin, ger rewşa pirtûkê guncav be, li molayê, yan jî li ber xwendinê nebe hûn pirtûkê digirin, demekê dixwînin û 'bêyî zerar bidinê tînin teslîm dikin, hûn bixwazin hûn yekê din jî digirin.
Belê pirtûk ji mirovan pêk tên. Kesên bûne pirtûk ji nav wê mijara ku di nav katalogê de hatine bi nav kirine hatine û hakimê mijarê ne. Li ber deriyê Pirtûkxaneya Zindî hûn pirtûkê ku diwazin bixwînin dixwazin, pirtûkê ku hûn dixwazin yanê ew kes ger vala be, hûn tevî 'pirtûkê xwe' digirin û diçin nav daran li ser mînderên ku danîne erdê ku jêre 'salona xwendinê' dibêjin. Hûn dipirsin, pirtûka we agahiyan dide we. Ger pirtûka ku hûn dixwazin ne amade be, yan jî li ber destê yekî/ê din be, yanê di wê kêliyê de ger yekî/ê din wê bixwîne yan divê hûn li benda wê pirtûkê bisekinin an jî divê hûn ji xwe re yeke bi mijareke din hilbijêrin.

Armanc şikandina pêşdaraziyan e

Em jî meraq dikin. Em diçin li kataloga pirtûkxaneyê dinêrin em jê pirtûka "Kurd" a li ser kurdan hildibijêrin, xebatkarên Pirtûkxaneya Zindî li lîsteyê dinêrin, dibêjn "ew ne vala ye, niha di xwendinê de ye", em pirsa "Kîjan vala ye" dikin, ew hinan dijmêrin, em heta yekê jê hildibijêdin, dibêjin, "Ew jî çû xwendinê" û em destvala dimînin. Em hinek din disekinin, xebatkar dibêje, "Pirtûka Ermenî" hat, em "Temam" dibêjin û tevî "Pirtûka Ermenî" em diçin "Salona xwendinê".

Dema hûn pirtûkekê bigirin nîv saet dema we heye. Di nîv saetê de hûnê wê/î bixwînin, yanê hûnê pirsên xwe jê bikin, tiştên ku bixwazin hîn bibin jê bipirsin û ew ê bersivê bide we, bike ku haya we bi agahiyên ji nav wê pirtûkê bixe.
Em ji "Pirtûkê Ermenî" dipirsin, "Li ser pirsgirêka ermenan hûn dikarin bersiva her pirsa me bidin?" ew dibêje, "Tiştên ku hûn dixwazin hîn bibin bibêjin, ger ew agahî di pirtûkê me de nivîsandî be em ê bersivê bidin we."
Em armanca Pirtûkxaneya Zindî dipirsin pirtûka me ya ermenî dibêje, "Armanc ew e ku em pêşdaraziyan bişkînin. Pirtûka ku hûn hildibijêrin dê li ser wê meseleyê we ronî bike. Her pirtûk ji nav wê mijarê hatiye, ew mijar jiya ye."

Projeya "Pirtûkxaneya Zindî" bi piştgiriya Weqfa Toplum Gonulluleri ve tê li dar xistin, di festîvalên wisa de li dar dikeve û dike ku civakê ronî bike.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hejmara miriyan ji hejmara windayiyên Şerê Cîhanê yê 2'yemîn derbas kir

ad

Ji ber diruşman PFDK'ê ceza li Amed sporê birî

ad

Şaredariyên BDP’ê ji bo Wanê seferber bûn

ad

Nexweşxaneya Çewligê çima hê jî temam nabe

ad

Mebûs û şaredar bûn aboneyê Azadiya Welat

ad

Serokê Parlamentoyê: Nabe destkeftiyên hene wekî yên hizbî bên nîşan dan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname