logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Mîrza Ronî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mîrza Ronî

Mîrza Ronî

GENIM

  • Dîrok: 29/05/2021
Pêvajoyên her roj; a rast her kêlî tên gûhartin û mirov li pey xwe dibezînin, dibin sedem ku gelek caran mirov hay ji xwe namîne. Keft û lefta rojane, evîn, êş, xweşî û car caran jî aramiya mirov di nav pêvajoyên giştî de noq dibin û mirov hay jê namîne ku çi dibe, çi nabe!
Ji bo pêvajoyên guherbar û herikbar hewce dike ku mirov car caran raweste û serê xwe ji nav pêvajoya rojane û giştî derbixe. Mirov gelek caran wekî masiyê di nav avê de lê tê. Ango çawa masiyê di nav avê de haya wî ji derve nîn e, hema her û her ew di binê avê de guherînan dibîne; mirov jî car caran wekî masiyan lê tê. 
Ji bo ku vê nivîsê binivîsim li ser kursiyê xwe rûniştim û min hewl da mijara nivîsa xwe diyar bikim her ku min hevokek dinivîsî awirê nivîsa min vediguherî mijarên di nav pêvajoyê de û peyvan ji bo rojevê pêşiya min dibirîn. Armanca min ew bû ku nivîsek ji derveyî pêvajoyê binivîsim, lê mijarên pêvajoyê bandor li min dikirin. A ku ji min hat min çavê xwe girt û serê xwe bilind kir. Piştî çend kêliyan min çavê xwe vekirin û li jor nêrî, ya ku çavên min dît; baqek ‘genim’ li ser refê pirtûkên min bû. Wîşiyên genim ew qas bedew bûn ku yek carê dîtina çavên min bi xwe ve girêdan. A herî xweş jî wîşiyên genim bûn sedem ku mijarên di serê min de alozî derdixistin dema çav li genim ketin meydan li wan teng bû û ji nav ramanên min bazdan. Û wîşiyên genim bîranînên min li ber çavên min zindî kirin û wekî mijar bûn serkêşê pênûsa min ku ez rehet binivîsim.
Ji xwe li gorî şîroveya min; têkiliya cotkarên genim û nivîskaran bi hev re heye! Dibe ku hûn bibêjin; çawe?
Wê demê ka em li çîroka cotkar, genim û nivîskaran binêrin.
Genim zad e ku çîroka wî bi mirovbûnê dest pê dike. Ango bi dîroka şaristaniyê re genim erkeke erjeng dilîze. Yekem car li walatê me (Mezopotamya) genim hatiye çandin û bi taybetî zanyarên erdkol şopa genim, cara yekem li Qerejdaxê dîtine. Ji wê roja genim li ser axa me xwiliqî ye û heta niha, çîroka genim û mirovan bi hev re heye. Yên ku genim baş nas dikin jî cotkar in. Bi hunermendiyek keda pîroz cotkar tovê genim di demsala payîzê de li hembêza axê direşînin û di demsala havînê de dema wîşiyên genim hişk dibin tên çinîn. Wekî tê zanîn a niha demsal havîn e û heremên ku deşt in, cotkaran bi bîçeran genimê xwe çinîne. Lê ji ber sedema ku îsal zivistanê baran kêm bariya cotkar dibêjin genim kor bûye û ne baş e! 
Min bi xwe jî çend salan karê genimê kiriye û wekî pale min genim çiniye. Mala me li gund bû û di demsalên havînan de karê me çinîna zad bû. Wê demê me genim û zadên din bi dest diçinîn. Ango bi dasik û qeynaxan. Di wan salên berî ku mala me derbasî bajêr bibe ez bûbûm paleyekî baş. Ji bo ku min jî êdî paleyî ango çinîna genim bi dasik û qeynaxan dikir. Pîvana paletiyê ew e ku tu bikaribî bi qeynaxan genim biçinî û baqê genim di nav tiliyên destê xwe de bihonî, bikî melû. Palehî bi xwe çandeke pîroz e ku bi salan ev çand hatiye jiyîn. Ji bo ku mijarek berfireh e di vê nivîsê de ezê nikaribim çanda palehiyê biqedînim.
Piştî ku ez li dora genim re çûm û hatim a niha jî ez mijara; têkiliya nivîskar û çotkaran bi hev re girê bidim. Cotkar ew kes e ku li gorî dîtina min hunermend e. Nivîskar jî bi afirandina berhemên xwe dibe hunermend. Çawa ku peykersazek ji bo peykerekî çêbike bi heyvan dixebite, cotkar jî heta genimê xwe diçine bi heyvan kedê dide. Çawa ku nivîskarek peyv bi peyv hevokan saz dike û berheman dinivîse, cotkar jî gav bi gav erdê xwe hildike û tovê genime xwe lê direşîne. Piştî ku genimê wî çêdibe, hişk dibe dîsa gav bi gav genime xwe diçine û wekî qut dihilîne. Çawa ku hunermendek şareza be dê berhemên wî jî bedew bin, cotkarên şareza jî genimê qelew û têr diçinin. 
Niha bi dehan wîşiyên genim wekî baqekî li ser refê pirtûkên min sekinîne. Li gorî fikra min kedê ji bo wîşiyek genim û keda ji bo pirtûkekî heman ked e. Ji bo ku di wîşiyek genim de wekî ristik bi dehan libên genim hene û di pirtûkekî de jî ristika peyvan heye. Dema çotkar libek genim wekî tov di dilê axê de diçîne, ew liba genim bi xwe re bi dehan libên genim dixwiliqîne. Ango ji libên genim daristaneke genimî çêdibe. Gelo ma pirtûk jî ne wisa ne, ji tîpan kîte û ji kîteyan peyv û ji beyvan jî deryayeke hevokên bi hev re tên girêdan. Û di nav deryaya pirtûkekî de bi sedan geşedan û wate. 
Wekî encam ez baş dizanim ku cotkar û nivîskar xwediyê kedek pîroz in. Bi hêviya kedkariya wa her û her bijî!   
***
Ji bo yên bixwazin lê guhdarî bikin:


Hin Nivîsen Nivîskar

Kenê Kulîlkê

  • 28 Adar 2023

Di berbanga sibeheke sarde, li kolanên xerîbiyê digerim û rêya xwe li ber keraxa gola Genêve dixim û melûl melûl, giran giran dimeşim. Destên min di berîkên...

Agir ji me re çi dibêje?

  • 24 Pûşper 2024

Bi yek derbê agir kete nav rojeva gelê kurd de. Agirê ku li jînwarên gundên Şemrex û Çinarê pêket, şewateke mezin li heremê pêk anî. Bi şewatê re dilê me kurdan tev êşiya û di encamê de heta niha 15 kesî...

Jiyana Koçeran, Ramanên Koçber

  • 31 Berfanbar 2023

Dema mirov koçber dibe, bi mirov re giyanê mirov jî koçber dibe. Bi giyanê mirov re ziman, raman, çand û hemû çîrokên jiyana mirov jî koçber...

Hemû Nivîsen Mîrza Ronî

Mîrza Ronî kî ye?

Mîrza Ronî di sala 1980’î de li gundê Bêdara girêdayî Cizîra Botan hatiye dinê. Xwendina xwe ya fermî heta zanîngehê Zanîngeha Mêrsînê Beşa Avahîsazîyê ya du salan qedandiye.
Di sala 2008’an de li Cizîrê dibe aktîvîstekî zimanê kurdî û ji bo xebatê ziman pêşengî dike. Ji ber çalakiyeke li ser xebatên ziman hatiye girtin û demek girtî maye. Piştî berdanê ligel hevalên xwe kovara “Hawara Botan”ê derxistiye.
Di navbera salên 2011-2015'an de dîsa li girtîgehê maye û piştî berdanê ji bo Azadiya Welat xebitiye.
Ew endamê Komelaya Nivîskarên Mezopotamyayê ye.
Serokatiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek kiriye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
- “Tevna Çand û Ziman” (2017, Weşanên J&J)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Osman Ozçelîk dixwaze bibe Şaredarê Mêrdînê

ad

Portreya rastî 29 salên bêedaletiyê hatiye

ad

40 jinên navdar xistin bergek

ad

‘Jehr’a nû derket

ad

Ji Îsmaîl Dîndar çend pirtûkên zarokan

ad

Fermana Bêjarê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname