logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Navê kê qelp e?

  • Dîrok: 21/02/2009


‘Birayên’ min ên tirk piştî ku ‘girêk li werîsê xwe’ dan; komara nû û ciwan, komara ku dawî li gelek kêmneteweyan anî û li ser koka gelekan rûnişt, di 23’yê Avrêla 1920’î  de damezrandina wê daxuyandin û ew roj wekî Cejna Zarokan diyarî ‘zarokên komarê’ yên ‘qenc’ kirin.
Piştî vê qewimînê bi biryarên yasayî yê parlemenê guhertinên bingehîn ên ku îro jî devên fermî wan wekî ‘şoreşê’ bi nav dikin, li ser navê pêkanîna civateke pêşketî bi pêşengtiya hîmavêj û damezrînerê Komarê Mustafa Kemal Paşa bi zor û zextan, bi bac û bêş û singoyan wekî cawekî nû û fesilandî di ser serê civakê re anîn xwarê!

Hişmendiya ku hemû hêza xwe ji feresata yek ziman, yek al, yek neteweyî distend, ji bo pêkanîna neteweyekî xweser û xwerû, li dû hev; pêşî ‘Şoreşa Alfabeyê’, bi dû re ya ‘Kinc û Berg (Serûber)’, bi dû re jî ya ‘Paşnav’ wekî hemû şirîkên ji komarê bêpahr û pişk mayî, li kurdan jî hate erz û ferz kirin…

Ev yasa, bi dana paşnavên nû re bû mahneya guhertina navê erdnîgariya kurdan jî:
Kurdên ku xwe wekî filankesê kurê filankes, ji filan eşîr û bavikî, ji filan cih û warî pênaseya xwe werdigirtin; bi yasayê re bi paşnavê wekî turk, turkan, turkoglu, tatar, batar… û  hwd. gihiştin paşnavê xwe yê nip î nû!

Wekî mînak, Brahîmê Stilîlî, piştî vê yasayê bûbû Îbrahîm Turk, û navê gundê wî, Stilîlê jî bibû Akarsu!
Bi vê yasayê, tirkan bi tîrekî du sê çivîk anîbûn xwarê:
1. Bi paşnavê nû re xwestibûn civakê ji hev veçirînin tîş-işî bikin.
2. Dîsa bi saya yasayê navê erdnîgariyê: gund û mezre, bajar û navçe, dol û çiya, deşt û berî, çem û gol û rûbar bikin tirkoxlî tirk!
3. Berê civakê bidin ‘Geliyê Fîlan’; rêya bêveger; tirkitiyê!

Di wan serdemên ku fermanberên nifûsê li gund û navçeyan digerin û her mal û malbatekê paşnavekî dikin dûvika wan, bi navê Xelîl Efendî mirovek tê gundê Stilîlê.
Stilîlî li herêma Mêrdînê bi qerf û henek, bi tinazkerî û deqarûtî, hebekî jî bi ‘feremezhebiyê’ têne naskirin.
Xelîlê farmanber ê xwelîser li ser maseyeke depî rûniştiye, ji stilîliyan re paşnavên heyî dijimêre. Dor tê gundeyekî pîç, ku guhên wî dilivin. Xelîl efendî pêşniyaz dike ku paşnavê xwe bike turkoglu. Gava ku dipirse, navê te çi ye, exuy?, yê gundî wisa bersivê dide Xelîl efendî: Kîrmino!
Xelîl efendî dike nake, devê wî nagere, nikare navê yê gundî bilêvîne.
Her cara ku dixwaze bibêje, zimanê wî dialiqe, wekî yekî lal lalûke dibêje,’ Kiirr…kirrr..kiiiir’!
Pîştî carekê du caran, Xelîl efendî li yê gundî vedigere, bi lavayî û berger dibêje ‘ka em navê te deynin ser Mihemed Salih; xweşik, nazik girover…’

Dema ku li tevî navê min ‘nivîskarine navqelp’ têne bîra min ew serboriya Xelîl efendî û pê re jî serboriya Nazim Hîkmet dikeve bîra min.
Nazim dema ku diçe paşnavekî li xwe bike, mêzê dike ku ketûber her kes paşnavekî duviktirk ji xwe re hildibijêre. Ew jî ji vêya ciz û aciz dibe, radibe - bi qasî ku ne bi dilê memûrê nifûsê ye- wekî paşnav ‘Ran’hildibijêre.
Vêca, wekî pêyva pêşiyan ‘siiimmm…siiimmm… simaîl’…nivîskarên ku hê jî wekî pênase qîma xwe bi nav û paşnavê tirkan li bav û kalên wan kirî, tînin; ji kerema xwe bila careke din bihizirin, û ji xwe bipirsin:
Navê min qelp e, an navên nivîskarên ku ji qîm û riza xwe navek li xwe kirine?

Têbinî:
1925’ê Qanûna Şewqeyê, 1928’ê de ya Alfabeyê, 1934’ê Qanûna Paşnavan, û ya Cil û Bergan derçûye ji meclisê.
20/02/2009

arjenari99@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Vaqayîname*

  • 25 Tîrmeh 2009

Bi pêşketina alavên ragihandinê; enternet, ename, peyamên telefonên destan re nameyên ku bîhna hibrê li tevî dilsoziya yê şandî re jê difûriya, hima...

Ji bîra bîranînan: Êş û dilbijîn

  • 29 Tebax 2009

Piştî desteseriya 53 rojên li Girê Mîran, Nisêbîn, Mêrdîn û ‘diskoya’ li Seyrantepeya Diyarbekirê, dadwerê leşkerî yên salên...

Mahmut Alinakê heft salî*

  • 08 Sibat 2009

Wekî raya giştî jê haydar e, birêz Mahmut Alinak berî bi çend rojan bi girawa pereyan ji girtîgehê hatibû berdan.Niha jî ji ber ku Alinak giliyê li...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Emmy hamey vilakerdişî

ad

"Dotmam" hat kişandin

ad

Piştî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket

ad

Konferansa Sînemaya Kurd a Navneteweyî

ad

Ji bo vê hefteyê “Dîlo Malê Min Dîlo”

ad

BDP mîtînga xwe ya yekem li Amedê li dar dixe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname